Serokê HADEP’ê ya navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebubekîr Denîz ku 24 sal berê hatibûn windakirin hatin bibîranîn. Di 24’emîn salvegera windakirina wan de, li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Silopiyayê daxuyanî hat dayin. Malbatên Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û DEM Partî ên Şirnex û navçeyên wê, parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz li ser bû hat hilgirtin. Her wiha wêneyên Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz jî hatin hilgirtin.
Metna daxuyaniyê ji aliyê hevserokê DEM Partî yê Silopiyayê Îdban Kaplan ve hat xwendin. Îdban Kaplan bi bîrxist ku Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz piştî çûnê qeraqolê tu agahî ji wan nehatiyê standin û wiha got: “Ji roja ku hevalên me hatinê windakirin vir ve weke partî û malbatên wan têkoşîna xwe ya pêkhatina edaletê didomînin. Di şaxse wan de hata ku kujerên bi deh hezaran kesan ku hatinê windakirin hesap bidin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî daxuyaniyê keça Ebûbekîr Denîz Ceylan Denîz nameya ku ji bavê xwe re nivîsandibû xwend. Ceylan Denîz, anî ziman ku 24 sal in aqubeta bavê wê nehatiyê ronî kirin û got: “Çavê me li deriye. Heta temenê min hinek mezin bû min nedizanî bavê min hatiye windakirin piştre hîn bûm. Ez hîn biçûk bûn em çûn Kerboranê lê wê demê hestiyên me jî nedan. Her sal em hestiyên xwe dixwazin. Ew 24 sal in tu bersiv nedan me.”
Piştrê bavê Serdar Taniş Şuayîp Taniş axivî û bilêv kir ku tevî 24 sal derbasbûnê jî kujer nehatine cezakirin û got: “24 sal in me tu encam negirt. Em dixwazin faîlen hemû kesên hatine windakirin bên cezakirin û cenazeyên wan radest bikin. Tu sucê Serdar û Ebûbekîr tune bû. Em dixwazin hemû kesen bi wicdan li ser vê dozê bisekinin. Faîlen me ne veşartine ne aşkera ne. Faîle me fermandarê cendirmeyan Levent Ersoz e. Çend caran gef li me xwaribû. Ji ber wê em dixwazin ben cezakirin. Heta bên cezakirin û cenazeyên me bidin em dev jî dozê bernadin.”
Di dawiyê de parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî û diyar kir ku ji bo aştiyek bi rûmet pêk were divê faîlên hemû kesên hatine windakirin bên cezakirin û ev tişt anîn ziman: “Her de hevalên me ji ber fikir û ramanên xwe hatin windakirin. Em dizanin ew pergala netew dewlet ji bilî tirkbûnê tu netewan nasnake û tune dihesibîne. Bi hezaran Kurd hatin windakirin û bi komkujiyan re rû bi rû man. Ew pergal li ser qirkirinê hatiye rûnistandin. Em jî dibêjin faîlen wan diyar in. Rêyedarên dewletê yên Sirnexê faîl ew bi xwe bûn. Heta ku faîl hesap nedin em dev jî têkoşîna xwe bernadin. Niha qala aştiyê dikin. Ew hamle ji aliye Birêz Ocalan ve hat destpêkirin. Ji bo pirsgirêka Kurd bê çareser kirin û aştî pêk were divê heqîqeta komîsyonê bê avakirin û faîl bên cezakirin. Em tu car wan bir nakin û nadin ji bîrkirin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.