Odeya Tabîban a Stenbolê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku Tarik Ziya Ekîncî jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Endamê me yê hêja, parêzvanê mafên mirovan, nivîskar, siyasetmedar û pisporê nexweşiyên hundirîn Dr. Tarik Ziya Ekîncî yê ku sala 1925’an li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû, di sala 1949’an de ji Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû, jiyana xwe ji dest da. Hempîşeyê me di hilbijartinên 1965’an de ji Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) bû parlamenter, beriya wê Serokatî ji Odeya Tabîban a Amed-Mêrdîn-Sêrtê re kir û endametiya Desteya Rûmetê ya Bilind a Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) kir. Em êşa malbata wî, xizmên wî parve dikin, sersaxiyê ji civata doktoran û hezkiriyên wî re dixwazin.”