Hewla Kolombiyayê ya bidawîkirina şer û pevçûnên çekdarî yên bi deh salan berdewam kirine, di nava pêvajoyên aşitiyê yên li seranserê cîhanê de xwedî cihekî taybet e. Pêvajoya aşitiyê ya di sala 2016’an de di navbera hikûmeta Kolombiyayê û gerîlayên FARC’ê de destpê kiriye, di heman demê de edaleta civakî û pêkevejiyana civakê jî kirin armanca xwe. Lê belê ev pêvajoya dirêj û aloz, bi hin zehmetî û rageşiyên siyasî re jî rû bi rû ma.
Baş e, li Kolombiyayê îro pêvajoya aşitiyê di kîjan qonaxê de ye? Di vê pêvajoyê de astengiyên herî mezin çi bûn? Ev tecrûbe hemû ji pêvajoya berdewam a têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd re mînakeke çawa pêşkêş dike?
Pisporê Pêvajoya Aşitiyê û Zanista Siyasî Prof. Alejo Vargas Velasquez têkildarî pêvajoya aştiyê ji ANF’ê re axivî.
Prof. Alejo Vargas Velasquez di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê û ev yek anîn ziman: ‘’Axaftina têkildarî qonaxên pêvajoyê ne tiştekî hêsan e, ji ber ku ev ne mijareke rêzkirî ye. Gelek guherîn û veguherînê hene. Tevî ku bi ser peymana di navbera hikûmeta Juan Manuel Santos û FARC-EP’ê de hatî îmzekirin de neh sal derbas bûne jî rewş gelekî tevlîhev e. Aktorê muxalîf ê çekdar ELN ku aktorê herî girîng e, hê jî li gel hikûmeta heyî muzakereyek nekiriye û hikûmeta heyî jî hewl dide ku bi gelek aktoran re diyalogê bike. Hê di serî de armanc, kêmkirina tundiyê bû; ne bitemamî bidawîkirina şer û pevçûnên çekdarî bû. Ev du rewşên cuda ne. Hikûmeta heyî jî ya beriya wê jî têkildarî sepandina lihevkirinê gelek tişt nekirin. Lê belê her du hikûmetan jî hin tişt kirin ku divê ev yek were qebûlkirin. Lê belê ev pêngavên biçûk bûn. Dema ku em li rewşa giştî dinêrin, em dikarin bibêjin ku rêjeya sepandina lihevkirinê negihaye ji sedî 40’î jî. Yanî asta sepandin û bicihanîna Peymana Havanayê gelekî kêm e.’’
Alejo Vargas Velasquez piştre têkildarî mijara entegrasyonê axivî û bal kişand ser zehmetiyên wê. Velasquez wiha pêde çû: ‘’Bi min di vê pêvajoyê de zehmetî gelek bûn. Ya yekem û ya herî girîng, dabînkirina ewlehiya gerîlayên ku çek berdabûn. Kuştina zêdetirî 500 şervanên berê yên FARC’ê cihê fikaran bû. Rast e ku di vê hejmarê de kêmbûnek çêbûye û ev geşedaneke erênî ye; lê belê hejmar hê jî gelekî zêde ye. Ya duyem jî ew e ku lihevkirinê mijara terxankirina axa ji şervanan re derpêş nekiribû. Halbûkî piraniya wan kesên gundî bûn. Ji ber vê yekê jî ev bû yek ji sedema ku pêvajo bi zehmetiyê re rû bi rû hişt. Ya sêyem jî têkildarî daxilbûna siyasetê ye. Di wê baweriyê de bûn ku dema dev ji çekan berdan û beşdarî civakê bûn wê ji gel piştgiriyeke siya ya mezin bistandana; lê belê ev yek bi awayekî eşkere pêk nehat. Divê mirov şer û pevçûnên çekdarî yên li Kolombiyayê yên demeke dirêj berdewam kirin, fêm bike. Li vir gelek aktor hene. Her wiha bi min heya ku hikûmet li herêman fikra avakirina dewleteke mayînde cidî negirin dest, yanî li herêman avakirina ‘dewletê’ dabîn neke, wê ev pirsgirêk berdewam bikin.’’
Prof. Alejo Vargas Velasquez piştre bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurd de û got: ‘’Gelek tecrûbeyên girîng ên pêvajoya Kolombiyayê hene. Hebûna rojeveke şênber a ji aliyê her du aliyan ve hatiye pêkanîn, gelekî girîng e. Her wiha tevlîbûna muzakerevanên sereke jî gelekî girîng e. Û hebûna çavdêrên navneteweyî jî gelekî girîng e. Divê ev çavdêr bi biryar bin û zextê li her du aliyan bikin. Ji ber ku ev hewcehiyek e. Rola civakê jî girîng e. Lê belê divê qîmeta vê yekê were zanîn. Ji ber ku dibe ku piştî xalekê ji kontrolê derkeve û pirsgirêk rû bidin. Girêdayî vê yekê divê beşdariya civakî bi awayekî rêkûpêk were organîzekirin û kontrolkirin. Mijara edaletê jî, gelekîgirîng e. Ji ber vê yekê ji mînaka Kolombiyayê gelekî dersên girîng ên ku werin derxistin hene. Rewşa Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan jî dişibe rewşa her du serokên li Kolombiyayê ku ew jî di girtîgehê de bûn. A rastî zêdetirî çar salan bi wan re li girtîgehê hevdîtin hatin kirin. Helbet ew ne weke Ocalan serokên pilebilind bûn; di rêveberiya neteweyî de bûn. Asta wan a serokatiyê ne bi qasî ya Abdullah Ocalan bû. Yekem tişta ku hatî kirin, li girtîgehê dabînkirina şert û mercên gelekî baş bûn. Her wiha bi serokên din ên derve re kanalên ragihandinê hatin avakirin. Bi min dewleta Tirk wê hemû caran xwebêçekkirina tam daxwaz bike; lê belê ev hêmaneke ku di plansaziya pêvajoyê de cih digire. Bi awayekî eşkere ev encam e ne destpêk e. Dema ku kontrola agirbestê û lihevkirin baş hatin birêvebirin û pêvajo pêş ket, wê xwebêçekkirina tam jî pêk were. Lê belê ev nayê wê wateyê ku wê roja ewil çek werin teslîmkirin; divê pêvajo gav bi gav were avakirin. Ev ji bo her du aliyan jî dabînkirina baweriyê ye û ev yek di gelek pêvajoyan de tê sepandin. Di pêvajoya La Havanayê de ev yek çêbû; lê belê weke min anî ziman, carna rageşî rû didin. Weke encam dikarim bibêjim ku divê girtîbûna serokekî serhildêr weke astengiyeke ku neyê derbaskirin neyê dîtin. Divê şert û merc werin sererastkirin û serokê muxatab tim û tim bi serokên derve û hevalên xwe re bikeve têkiliyê; bi vî awayî dikare biryarên têkildarî tevahiya rêxistinê werin standin.’’
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		