Li kampa penaberan a Kantona Tebqayê li ser rûyê malbatên ji Efrînê westiyayîbûna rêwitiya koçberiyê bi awayekî zelal xuya dikir. Bi derfetên xwe konên kevin hatine çêkirin, lê belê li hemberî ba û barana dijwar bi zorê xwe li ser piyan digirtin. Her çend hin malbatan hewl dane bi benikên plastîk dora konên xwe xurt bikin jî ev bes çareseriyên demkî ne. Ji ber kêmasiya çavkaniyan gelek kes bi îhtimala hilweşîna konan yan jî mana di bin avê de rû bi rû ne û bi wê endîşeyê dijîn. Kêmasiya pergala kampê jî jiyanê zehmet dike. Çopên ku li hinderan kom bûne û avên kanalîzasyonê yên diherikin hem paqijiyê zehmet dikin hem jî ji bo zarokan dibin rîskên mezin ên tenduristiyê. Li hemberî hewlên Rêveberiya Xweser ên piştgirîdayîna bi derfetên sînordar mezinahiya hewcehiyan gelekî ji mudaxeleyê derbas dibû.
DI BIN SIYA PIŞTEVANIYÊ DE TÊKOŞÎNA JIYÎNÊ
Tevî van şert û mercên giran jî li kampê tişta herî berbiçav, hewla însanan a xweragirtina hev bû. Malbat xwarin, av û derfetên xwe bi hevûdu re parve dikin û di bin şert û mercên dijwar de hewl didin ji zarokan re qadeke jiyanê ya ewle biafirînin. Jinan kuncikên konan sererast dikir û metbexa xwe ava dikirin û zilaman jî ji bo saxlemkirina konan hewl didan.
‘ME HÊVIYA XWE WINDA NEKIRIYE, EM VEGEREKE BIRÛMET DIXWAZIN’
Welatiyê li kampê dimîne yê bi navê Fewzî Mûstafa giraniya ku neçar maye ku du caran koç bike bi van gotinan tîne ziman: ‘’Me heşt salan li Şehbayê li ber xwe da. Tevî sar û seqemê, dorpêç û êrîşên dewleta Tirk ên rojane jî em li ser piyan man. Dema ku em hatin Tebqayê me wisa hîs kir ku me ji nû ve dest bi her tiştî kiriye. Derd û zehmetiyên me bi dawî nebûn. Gelê Efrînê ne layiqê vê yekê ye; Em gelekî wisa ne ku me 58 rojan li bajarên xwe li ber xwe da û heşt salan li Şehbayê mane. Me tu caran hêviya xwe ji dest neda, dev ji vegera ser xakên xwe û gelê xwe berneda. Lê belê îro ji me re dibêjin ku ‘vegerin Efrînê.’ Em ê çawa vegerin? Bajarên me hê jî di bin dagirkeriyê de ne, di bin kontrola komên çeteyan ên çekdar de ne. Çend rojana carekê nûçeyeke têkildarî qetilkirinên nû tên. Di rewşeke wiha de em ê çawa vegerin? Em jiyana di bin gefan de qebûl nakin. Girêdayî van şert û mercan veger ne pêkan e. Veger bes bi ewle be wê watedar bibe; di bin kontrola Asayîşê de, bi hêza xwe em ê vegerin. Efrîn bes ne cihek e, xaka me ye û nirxê me yê ku bi darê zorê ji destê me hatiye standin. Li vir tevî hemû zehmetiyan jî em hewl didin ku zarokên xwe biparêzin, perwerde bikin û wan mezin bikin. Em ê tu caran dev jê bernedin, em ê dev ji xaka xwe û rûmeta xwe bernedin.’’
Welatiyê li heman kampê dimîne yê bi navê Nejah Îbo jî balê dikşîne ser daxwaza xwe vegera ewle û ev yek anîn ziman: ‘’Îradeya me ji êşa me mezintir e. Veger wê bes bi dabînkirina ewlehiyê ya ji aliyê hêzên Asayîş ve pêk were. Efrîn bajarê me ye û dema ku ewlehiya sivîlan hate dabînkirin wê veger pêk were.’’
Welatiya bi navê Nezîha Ehmed jî biryardariya xwe bi van gotinan anîn ziman: ‘’Berxwedana me ya li Şehbayê li heêberî dagirkerî û çeteyên dewleta Tirk têkoşîneke rastîn bû. Tekane sedema mana me ya li vir parastina mafê vegerê ye. Em ê dev jê bernedin. Her pêngaveke me delîla wê yekê ye ku em hê jî li ser piyan in. Efrîn bajarê me ye.’’
DAXWAZA VEGERA EWLE Û BIRÛMET
Peyama hevpar a sivîlên li kampê zelal e: Vegera ji bo Efrînê wê bes dema şert û mercên ewle hatin dabînkirin, pêk were. Gel daxwaza pêvajoyeke vegera ku komên çeteyan ên çekdar vekişiyane, ewlehî ji aliyê hêzên Asayîşê ve tê dabînkirin û parastina rûmeta sivîlan tê kirin, dike.

