Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo 19 jinên Êzidî ku di sala 2016’an de li Mûsilê hatin şewitandin, ji endama rêveber a Neteweyên Yekbûyî (NY) Sîma Bahous, Ofîsa Têkiliyên Jinan a Neteweyên Yekbûyî ya Cenevê, serokkomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd, sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guterres, sekreterê giştî yê Encûmena Wezîran a Iraqê Dr. Hamid Naeem Al Ghazi û rêveberê giştî yê Daîreya Kar û Barên Gorên Komî û Kesên Winda û Parastina Wan Diaa Karim Taama re name şand.
TAJÊ di nameya xwe de bal kişand ser şewitandina 19 jinên Êzidî û hate gotin: “Fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka Êzidi li Şengalê pêk hat. Bi hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn, hatin kuştin û dîlgirtin. Di vê fermana mezin û giran de qurbaniyên herî zêde jin û zarok bûn. Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin, li bazarên bajarê Mûsil û Reqayê firotin, tecawiz kirin û qetil kirin. Mirovên Êzidî yên ku dîl hatin girtin bi zorê ji baweriya wan a Êzidayetiyê dûr xistin û ola îslamiyetê li ser wan ferz kirin. Heya niha çarenûsa bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên di destên çeteyên DAIŞ’ê de nediyar e.
Di Hezîrana sala 2016’an de, di meha Remezanê de çeteyên DAIŞ’ê 19 jinên Êzidî ji ber ku dev ji baweriya xwe ya Êzdayetiyê bernedan, jiyana kole ya cariyeyan red kirin û qebûl nekirin rojiyê bigrin, bi hovane qetil kirin. Çeteyên DAIŞ’ê destpêkê wan li kolanên Mûsilê gerandin, piştre bi sedan kesên sivîl kom kirin û di qefesên hesinî de wan zindî şewitandin. Di Hezîrana sala 2016’an de ev komkujî ji aliyê zêdetirî 10 dezgehên ragihandinê Rojhilata Navîn ên Erebî û cîhanî ve hat piştrastkirin. Her wiha şahidên vê komkujiyê jî hene.”
Di nameyê de hat diyarkirin ku heya niha hikûmeta Iraqê, saziyên mafên mirovan, saziyên jinan û civaka navneteweyî li hemberî vê hovîtiyê di nava bêdengiyê de ye û hate gotin: “Ev komkujiya hovane ya li tu devera cîhanê nehatiya dîtin, ji dinyayê re nîşan da ku DAIŞ rêxistineke herî hov û barbar a vê sedsalê ye. Ev kiryarên DAIŞ’ê heya dawî derexlaqî û bêwijdanî ne, li derveyî zagonan e. Heta niha nasnameya 19 jinên Êzidî nehatiye eşkerakirin û tu lêkolîn li ser wan nehatiye kirin. Heta vê kêliyê hikumeta Iraqê, saziyên mafên mirovan, saziyên jinan her wiha civaka navneteweyî di nava bêdengiyek de ne û lêkolînek nehatiye kirin.”
Di dawiya nameyê de TAJÊ ev daxwaz ji sazî û dezgehên Iraqê û navneteweyî kir: “Ji bo ev komkujiya giran a şewitandina 19 jinên Êzidi li Mûsilê bê hesap û veşartî nemine, divê têkoşîna edalet û demokrasiyê bilindtir bibe. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî vê daxwazê ji we dikin:
– Ji bo nasnameyên 19 jinên Êzidî bên zelalkirin û aşkerakirin divê lêkolîn bê kirin.
– Ev Komkujî wek qirkirina jinan (feminicide) divê were nasîn.”