Di doza qetilkirina xwendekara Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê Gulistan Doku de di pêla duyemîn a operasyonên 21’ê Tîrmehê de 15 kes û îro jî du kesên din hatin binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ragihand ku îro danê sibehê bi biryara dozgeriyê, Emre Ezertaş (Sîstema Ragihandinê ya ACA’yê) û Sefa Karasu di operasyonên hevdem de li Enqereyê hatin binçavkirin.
Her çend tê zanîn ku Tuncay Sonel, Şukru Eroglu û Gokhan Ertok girtî ne jî balkêş e ku dozger fermana ji nû ve binçavkirina wan daye.
Îro jî Sefa Karasu û Emre Ezertaş ên ku têkliya wan hat tespîtkirin li Enqereyê ji 5 sûcên cuda hatin binçavkirin.

