Çarşem, 4 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hakki Ozdal: Elîtên desthilatdar li welêt dizî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Bulut a ji DEM Partiyê: Her ku pêvajo dirêj bike fikar zêde dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Malbatên şehîdan bingeha vê têkoşînê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata ku piştî hevgirtina DNA’yê 8 sal şûnde çû goristanê, rastî 3 cenazeyan hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Têkoşîna azadiya Efrînê bi berxwedana gel dewam dike
Rojava

Têkoşîna azadiya Efrînê bi berxwedana gel dewam dike

Di ser dagirkirina Efrînê re 7 sal derbas bûn. Di vê berxwedanê de ku weke Berxwedana Serdemê hate pênasekirin, 150 şervanên leheng ên YPJ'ê canê xwe feda kirin û bûn meşaleya azadiyê. Têkoşîna ji bo azadiya Efrînê bi berxwedana gel dewam dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên giran ên hewayî birin ser Efrînê û dest bi operasyona dagirkirinê kirin. Ji hewayî û bejahî ve bombardûmaneke giran kirin. Li pêşberî van êrîşan li ku pêş çavên cîhanê dihatin kirin, şervanên YPJ û YPG’ê bi wêrekî û ruhê fedaî li ber xwe dan û têkoşîneke destanî kirin. Gelê herêmê jî li gel şervanên xwe mil bi mil bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî 58 rojan bê navber li ber xwe da.

Bîranînên vê berxwedanê bûn mijar ji pirtûkan re û derbasî nava rûpelên dîrokê bûn. Wê demê ji çar aliyên Rojava gel bi konvoyan berê xwe da Efrînê ji bo piştgiriyê bide şervan û gelê Efrînê. Efrîn bû yek ji navendên herî xurt ên yekîtiya gelan. Di dema vê berxwedanê de ji çar aliyên welêt û ji derveyî welêt bi sedan ciwan bûn leheng. Bi sedan şervan ji gelên cuda xwe gihandin Efrînê, tevlî têkoşînê bûn, xwişk û biratiya gelan temsîl kirin û gihîştin asta şehadetê.

Ji dema ku tovên Şoreşa Rojava li vê xakê reşiyan û vir ve şervanên YPJ û YPG’ê li pey soza pîroz sekinîn ku dan Rêber Apo, şehîdên doza azadiyê û gel û têkoşîna xwe bi vî rengî dewam dikin. Bi taybetî şervanên YPJ’ê di nava vê berxwedanê de li ser şopa Zîlan û Arîn tevlî eniyên parastinê bûn. Şervanên YPJ’ê ku ji çar aliyên cuda yên Kurdistanê û ji welatên cuda hatin, li refên herî pêş ên berxwedanê bi lehengî têkoşiyan û heta kêliya dawî şer kirin. Ji roja destpêkê ya berxwedanê heta niha şervanên YPJ’ê berdêlên gelekî giran dan.

ŞEHÎDÊN YPJ’Ê BÛN SEMBOLA TÊKOŞÎNA JINÊ

Di vê berxwedana bi heybet de Newal, Amara, Aljîn, Viyan, Zîn, Têkoşîn, Cûdî, Berfîn, Sara, Barîn, Amargî û gelek şervanên din ên fedaî ji bo têkoşîna azadiyê bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Bi heman rengî şervanên fedaî yên weke Avesta û Ekîn li dijî dagirkeran çalakiyên fedaî kirin û ji Berxwedana Serdemê bersiv dan dijmin. Li gelek qadên têkoşînê berxwedaneke mezin hate nîşandan. Hîn ji roja destpêkê ve hevrê şehîd bûn, gelek ji wan jî heta nefesa xwe ya dawî şer kirin. Bi sedan şervan birîndar bûn, gazî bûn lê belê li gel vê yekê jî dest ji parastina xaka xwe bernedan.

150 şehîdên YPJ’ê di oxira azadiyê de bi xwîna xwe ev berxwedan pêk anîn. Ew bûn sembola têkoşîna jinê ku jiyaneke bê welat û bê azadî qebûl nake. Ew bûn şervanên bi rûmet ên gelekî welê ku hîn jî bi hêviya vegera li welatê xwe têdikoşe.

Têkoşîna ku ji 18’ê Adara 2018’an û vir ve ji bo azadiya Efrînê tê kirin, bi berxwedana gelê me dewam dike. Wê rojê dibe ku Efrîn bi temamî ketibe bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, lê belê ji wê rojê heta îro Berxwedana Serdemê di qonaxa duyemîn de dewam dike û her roj hîn xurt dibe. Şervanên YPJ, YPG û QSD’ê bi berxwedana xwe û têkoşîna bi biryar a gel nîşan dide ku rojên azad nêzîk e. Berxwedana ku îro bi taybetî li Bendava Tişrînê, Dêr Hafirê û Qereqozaxê tê meşandin, bi bawerî û hêviya gelê me ya ji azadiyê dewam dike. Bi têgihiştina xwedîderketina li mîrateya şehîdan em têkoşînê mezin dikin û gaveke din xwe nêzî azadiyê dikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Guherîna li Sûriyeyê tenê navê Esed û Colanî ye
Nûçeya Pişt re Koçberên Efrînê bi hêviya vegera li warê xwe ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bane Newroz hat pîrozkirin

Li gundê Sûtû yê Bane tevî barana zêde jî şênî li nava gund kom bûn…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Brezîlyayê hilbijartin: Lula yan jî Flávio Bolsonaro yê rastgir?

Li Brezîlyayê nêzî 160 milyono hilbijêr îro ji bo tûra destpêkê ya hilbijartinên serokkomariyê dengê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

Li Amedê di meşa 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de işaret bi girîngiya Pêvajoya Aştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

29 gerîlayên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gazî: ‘Em ê armancên şehîdên xwe pêk bînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê wê sibe 30 şehîd bên bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Rojava xwendekar îro jî di nava çalakiyê de bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?