Ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) li gel hevrêyên xwe Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin. Gerîlayên azadiyê bi wesîleya salvegera 13’emîn a komkujiyê hest û nêrînên xwe parve kirin.
Gerîla Baran Dersim: Di şexsê hevrê şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. 9’ê Çileyê ji bo me roneke bi lenet bû, hêzên navneteweyî di serî de dewleta Tirk êriş birin ser hevrêya me Sara û du hevrêyên wê. Armanca wan a ji êrişê ew bû ku derbeke mezin li têkoşîna me bixe. Zanîbûn ku hersê hevrêyên me yên şehîd bûn ji bo têkoşîna me, gelê me û me girîng bûn. Di şexsê wan de xwestin derbê li Rêberê me û tevgera me bixin, lê belê negihîştin armanca xwe. Ji ber ku Rêberê me, gelê me û tevgera me li hemberî vê darbeyê hîn bêhtir xwedî li têkoşînê derketin û tol ji berpirsyaran hildan. Hevala Sara ji Dersimê bû, hevrêyeke me bû ku li ser rêya heq jineke pêşeng a têkoşîna azadiyê bû.
Bi çanda Elewî mezin bûbû. Taybetmendiyên xwe yên serhildêr, wêrek û têkoşer li pêş bû. Hevala jin a destpêkê bû ku tevlî nava koma Apoyî bû. Bi sekn û axaftina xwe bandoreke mezin li mirovan dikir û berê mirovan dida têkoşînê. Li Dersimê mezin bû, di demên xwe yên ciwantiyê de çû Ewropayê û gelek derfetên xwe hebû, lê belê hemû derfet danî aliyekî, tevlî nava koma Apoyî bû û rêya xwe bi vî rengî diyar kir. Di salên 1970’î de eleqeya jinekê ji bo koma Kurd û tevlîbûna wê wêrekiyeke mezin dixwest. Hevala Sara ev wêrekî hîn di destpêkê de nîşan dabû. Beriya PKK’ê koma Apoyî hebû û di nava mercên herî zehmet de beşdarî komê bû. Li gelek qadên zehmet kar kir, li Xarpêt, Çewlîk, Dersimê karên rêxistinî meşand. Ev dever ew herêm bûn ku herî zêde asîmîlasyon lê hebû. Yek ji hevalên jin bû ku komîteyên destpêkê ava kir.
Di karên jin û ciwanan de bi roleke girîng rabû, gelek tevlîbûn pêk anî. Di salên 1980’î de ket zindanê, di berxwedana zindanê de bandoreke xwe ya mezin hebû û li gel êşkenceyên dijmin jî ji sekna jin a azad tawîz neda. Li hemberî Esat Oktay ku tirs xistibû dilê her kesî bi wêrekî li ber xwe da, li ber rabû. Li zindana Amedê tevlî berxwedana mezin a azadiyê bû. Di konferansa destpêkê ya PKK’ê de yek ji du jinan bû ku lê amade bû. Di nava tevgera azadiyê û tevgear jinê de xwedî kedeke mezin bû. Berxwedêr bû, bi sekna xwe ya pêşeng gelek tişt tevlî nava tevgera me kir, piştî ku ji zindanê derket çû gel Rêbertî. Bi salan li çiyê gerîlatî kir. Hevala Sara sînor nas nedikir. Li Ewropayê jî ji bo tevgera azadiyê û tevgera jinê karên girîng meşand. Ji bo têkoşîna azadiyê li çar aliyên cîhanê bide bihîstin, astengî nas nekir. Bi sekn û enerjiya xwe bandor li her kesî. Bi rengekî derwêşane jiya.
SEMBOLA TÊKOŞÎNA ME YA AZADIYÊ BÛ
Gerîla Dijwar Kûrtay: Bi taybetî di şexsê hevala Sara, Rojbîn û Ronahî şehîdên şoreşê hemûyan bi hezkirin û minet bi bîr tînin. Min ji kesên ku qala berxwedana zindanê dikir, hevla Sara bihîst. Ji têkoşîna wê gelekî bi bandor bûm, bûm heyranê wê. Dema ku min ew destpêkê dît, gelekî kelecanî bûm, şok bûm. Ji bo me qehremaneke mezin bû. Em çûbûn nuqteyekê, min nizanîbû ku li wir e. Wê demê gelekî ciwan bûm. Dema ku em dît bi rengekî germ em pêşwazî kir. Li rewşa me pirsî, gelekî bi hevalan re eleqedar dibû, bi samîmiyet û xwezayîbûna xwe kelecana me bi dawî kir. Pirsî bê em ji ku hatine, çi karî dikin. Me hinekî sohbet kir. Piştre jî ji me re civînek lidar xist. Bîranîneke min a bi vî rengî bi hevala Sara re çêbû.
Hevala Sara sembola têkoşîna me ya azadiyê bû. Şehadeta wê ji bo me gelekî giran bû. Ji bo wezîfeyê em çûn wî cihê ku min ew destpêkê dît, wê rojê gelekî berf bariya bû. Di televîzyonê de jî min şehadeta hevala Sara bihîst û şok bûm. Yeka weke hevala Sara ji bo me nemir e. Di danasîna tevgera me û têkoşîna jinê ya li cîhanê de hevala Sara xwedî kedeke gelekî mezin bû. Dibe ku dijmin bibêje ku ji aliyê fîzîkî ve em ji nava me biriye, lê belê bi berxwedana xwe hîn di nava têkoşîna me de ye û em timî li ser rêya heqîqeta xeta wê bimeşin. Ji bo gelê Kurd bi taybetî jî ji bo gelê Dersimê xwedî cihekî girîng e. Hin mirov hene ku bi karên xwe têne naskirin, gerdûnî dibin. Hevala Sara jî yek ji wan bû. Li zindanê nûnera Seyît Riza bû, li hemberî dijmin rojekê jî gav paşve neavêt, tuh li rûyê celadê xwe kiribû. Berxwedana wê tolhildana bi hezaran mirovî bû ku li Dersimê hatin qetilkirin. Her nefesa wê nîşaneya dîrokê bû.

