Duşem, 2 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Aştiyê gihîştin Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîba Keskîn: Nabe ku aştî ji zihniyeta mêr re were hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di hejmara meha Mijdarê ya Komînal de belgeya entegrasyonê ya Rêber Apo hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taş: Divê dawî li taloqkirina berdanê bê anîn, deste bêne rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dedeoglû: Li dijî zextên li ser rojnamevanan divê xeteke hevpar û daîmî ya têkoşînê bê afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çareseriya demokratîk, bi mîsogerkirina nasnameya Kurd a di destûra bingehîn de dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê doz li 2 jinên aktîvîst hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: ‘Divê jin beşdarên yekser ên pêvajoya aştiyê bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di 10 mehan de 29 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Têkoşîna me ya li dijî qirkirina çandê wê ti carî raneweste’
Kurdistan

‘Têkoşîna me ya li dijî qirkirina çandê wê ti carî raneweste’

Li Amedê serdegirtina polîsan a li ser saziyên ziman û çandê û binçavkirina kedkarên ziman hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Ya ku tê meşandin tam faşîzma çandî ye. Kurd bi dehan sal in têkoşîna ziman û çandê didin. Ev têkoşîn wê ti carî raneweste.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Îlon 2024 Dema xwendinê: 2 dq.
Parvekirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, serdegirtina li dijî Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), pirtûkfiroşa bi navê Payîz Pirtûk û Koperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Anka ya ku perwerdehiya pirzimanî û atolyeyên hunerî organîze dike û binçavkirina 23 kesan li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyanî da çapemeniyê.

Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Zimanê me hebûna me ye” hat vekirin û dirûşmeyên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin.

Li ser navê platformê Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Şaxa Hejmar 1 a Amedê û Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Faruk Ercan daxuyanî da. Ercan diyar kir ku sepanên tifaqa AKP-MHP’ê yên li dijî ziman û çanda Kurdî polîtîkaya “qirkirinê” ye. Ercan anî ziman ku ev erdnîgariya pirzimanî û pirçandî ji ber polîtîkayên înkarkirin û asîmîlasyonê yên 100 salan veguheriye “goristana çandê”.

Faruk Ercan bal kişand ser zextên li ser zimanê Kurdî û wiha got: “Kedkar û ciwanên ku bi Kurdî diaxivin li rojavayê Tirkiyeyê tên lînçkirin; hewl tê dayîn ku guhdarkirina muzîka Kurdî û gerandina govendê bi zexta darazê asteng bikin; nivîsên hişyariyê yên ku ji aliyê rêveberiyên xwecihî ve bi zimanê zikmakî yê gel hatine amadekirin, tên jêbirin û tên astengkirin. Ev hewldan wê zêdetir zirarê bide aştiya di navbera gelan. Em dibînin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi qirkirina çand û zimanê Kurdî dixwaze gelê Kurd qir bike. Ya ku tê meşandin tam faşîzma çandî ye. Kurd bi dehan sal in ji bo bi ziman û çandê têdikoşin. Ev têkoşîn wê ti carî raneweste.”

Ercan xwest kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan û astengiyên li pêşiya karê wan bên rakirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
Nûçeya Pişt re Cizîra Botan li dijî qirkirina çandê banga mezinkirina têkoşînê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Azerbaycanê cezayên giran ji bo rêveberên Ermen yên Qerebaxê

Li paytextê Azerbaycanê Bakuyê, dadgeha leşkerî derbarê navên sereke yên rêveberiya berê ya Qerebaxê de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Behdînanê protestoyên hilbijartinê dewam dikin

Ji ber ku namzetên PDK'ê yên Behdînanê bi ser neketin, alîgirên wan ji doh bi…

Ji aliyê Stêrk TV

DBP: Divê darizandina Çîgdem Kiliçgun Uçar were sekinandin

Komîsyona Hiqûqê ya DBP’ê diyar kir ku divê darizandina derheqê Hevseroka Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve diçin: Bila deriyên Îmraliyê vebin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê gorek hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?