Endamê Fermandariya YRK’ê Şiyar Şevger li ser wateya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û damezrandina PJAK’ê nêrînên xwe anî ziman.
Nirxandina Şiyar Şevger bi vî rengî ye:
“Rêber Apo dikeve 77 saliya xwe de. Derketina Rêber Apo ji Rojhilata Navîn ji bo giştî cîhanê bû cihê hêviyeke nû. Bi taybet weke gelê Kurd û Kurdistanê rojbûna Rêber Apo bû ji nû ve jidayikbûn, xwe naskirin û axa xwe ji nû ve naskirin.
Ji dayikbûna Rêber Apo ji bo gelê Kurd bû serdemeke nû ku em jî pêre ji nû ve ji dayik bûn. Weke gelê Kurd beriya Rêber Apo, di Kurdistanê de li ser welatê me gelek êrîşên dagirkeran dihatin meşandin û bi her awayî qirkirin, kuştin û tunekirinên mezin pêk dihatin. Bi Rêber Apo re careke din em gihiştin rastiya gel û dîroka xwe. Hemû berxwedanî û berdêlên gelê Kurd yên di dîrokê de Rêber Apo bi hebûneke nû, bi komkirina civakeke nû, bi xwe bawer û îrade li ser esasê rê û rêbazên nû bi gelê Kurd da qebûlkirin ku wek gel tu jî hebûneke û riyeke nû jêre da nîşandan. Îro jî di Rojhilata Navîn û Cîhanê de li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo her gel, netew û rêxistinên ku hene xwe bi rêxistin dikin û bi wê felsefê re dizanin ku dikarin pêşketinên mezin ava bikin.
Rojbûna Rêber Apo ji bo gelê Kurd ji nû ve vejînek e. Li ser vê esasê di serî de em rojbûna Rêber Apo li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Dîsa di heman rojê de di sala 2004’an de li Rojhilatê Kurdistanê Partiya Jiyana Azad A Kurdistanê (PJAK) hatiye avakirin. Avakirina PJAK bi her awayî îlhama xwe ji fikir û paradîgmaya Rêber Apo digre, xwe li ser wî esasî bi rêxistin dike û di rojbûna Rêber Apo de derdikeve. PJAK 22 sal in hatiye avakirin, li Rojhiatê Kurdistanê û Îranê xwe li ser esasê fikrê Rêber Apo bi rêxistin kiriye. Beriya PJAK’ê jî li Rojhilatê Kurdistanê wek gelê Kurd pir berdêl û qehremanî hatine raberkirin. Lê bi fikreke nû, li ser esasê stratejiyeke nû parastina civaka Kurd PJAK xwe di her warê Rojhilatê Kurdistanê de bi rêxistin dike.
Di encama têkoşîna 22 salan de li Rojhilatê Kurdistanê gelek şehadet û berdêl me dane. Heval Zagros, Akîf, Simko, çar hevalên di zindana Evînê de ku hatin darvekirin, heval Bahoz Sine ku di zindana Sine de hat darvekirin, heval Hêmin ku di zindana Ûrmiye de hat darvekirin, welatparêzên me yê di zindana Xoyê de hatin darvekirin û bi dehan şehadetên din ên ku me dane, heval Leşker Cûdî, Egîd, Sarya û 12 hevalên me yên li Dalaho bi pêşengtiya heval Birusk, gelek berdêlên mezin bûn û wan bi bîr tînim.
Îran dema ku hevalên me birin ber sêdarê jî dîsa gav bi me neda paş avêtin. Li ber darvekirinê jî dîsa hevalên me ev yek anîn ser ziman, eger mirinek hebe wê bi şeref be yan jî qet em jiyaneke wisa qebûl nakin. Heval Şîrîn got, eger jiyanek hebe ezê jiyan bikim û ji bilî wê ez tu jiyanên din qebûl nakim. Li ser van bingehan têkoşîna jina Azad li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi silogana Jin Jiyan Azadî destpêkir û li ser wê xwe bi rêxistin kirin. Civak îlhama xwe ji fikrê Rêber Apo digire, ji ber wê em di wê baweriyê de ne wê tu carî civaka me gav paşde neavêje û wê li pey şehîdên xwe bimeşe. Li ser wî esasî rastî û têkoşîna Rêber Apo wê derkeve pêş.
Hemû gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina PJAK’ê de wek civakeke nû avakirineke sîstemeke nû xwe bi rêxistin kirin û ji bo pêşeroja xwe pêwîste xwe ava bikin. Ev avakirin xwedî derketina li şehîdan e. Ji şehadeta despêkê ya avakirina PJAK heta roja me ya îro gelek bedêl û şehadet hatine dayin, bi her awayî xwedî li wan derketin her tim ji bo me şert e.
Li ser wan bingehan pêwîste gelê me di rastiyê de xwe bibîne û ger hêviyek hebe ew jî rastiya fikirê Rêber Apo û şehîdên me ji bo tekoşînê berdêl dane ye. Pêwîste li ser wî esasî gelê me xwe bi hêz bike. Gelê me yê li hemû bajarên Kurdistanê ji Îlam, Kirmaşan, Loristan, Kamyaran, Sine, Merîwan, Seqiz, Bokan, Ûrmiye, Serdeşt, Pîranşar, Şino û heta diçe Mako, di serdema sedsala azadiyê de ne. 2026 teqez sala azadiya gelê Kurd e. Ji bo azadiya gelê Kurd tenê tişta pêwîst yekîtî û yekgirtina gelê Kurd e. Hemû Rêxistinên Kurd pêwîste hev bigrin û li ser wê bingehê yekîtiya xwe ava bikin, bi wê re em bikaribin gelê xwe biparêzin. Gelê me jî pêwîste li ser wî esasî nêz bibin û xwe rêxistin bikin. Sala 2026’an ji bo gelê Kurd saleke ku wê gel çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Em bi fikir û plan li ser esasê xeta sêyemîn a Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin û ji bo her demê çi pêwîst be li gor gel û civaka xwe têkoşîn didin meşandin. Li ser vî esasî di dawiyê de careke din Rojbûna Rêber Apo li hemû mirovahiyê pîroz dikin.”

