Di serdegirtina bi ser Şaredariya Colemêrgê de Hevşaredarê DEM Partiyê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin û şaredarî hate desteserkirin. Şaredariya Colemêrgê ji sala 2016’an ve cara sêyem hat desteserkirin.
Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ji ANF’ê re axivî û bang li mûxalefeta civakî kir ku bertekên xwe nîşan bikin.
Sezaî Temellî anî ziman ku di hilbijartina Curnê Reşê ku roja Yekşemê hat nûkirin de serkeftinek mezin hatiye bidestxistin, lê zihniyeta qeyûmê dev ji kurmê xwe bernedaye.
Temellî wiha berdewam kir: “Zîhniyeta qeyûmê careke din xwe nîşan da. Dev ji kurmê xwe bernade. Encamên hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê ji aliyê hikûmetê ve rast nehatiye fêmkirin. Li Curnê Reşê roja Yekşemê di hilbijartinan de encameke pir serkeftî derket holê. Sedema nûkirina hilbijartinên Curnê Reşê jî ji ber vê zîhniyetê bû. Ji ber ku jixwe hilbijartinên Curnê Reşê bi serkeftî bû, lê deng hatin şewitandin û hilbijartin ji nû ve hat kirin. Me di hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest xist. Lê di pêvajoya hilbijartinê de waliyê Rihayê tevî ku heta niha me Curnê Reşê rêve nebiriye, bi derewên ‘Ger ew bên ser desthilatdariyê wê çavkaniyan veguhezînin Qendîlê” propaganda kir. Di eslê xwe de ev zîhniyeta qirêj rêzê nade îradeya gel. Ji bo ku li desthilatdariyê bimînin dixwazin bi zîhniyeta qeyûm û kûmpasê re bimeşin.
Temellî destnîşan kir ku bêyî biryara hiqûqî qeyûm hatiye tayînkirin û wiha got: “Tişta ku îro li Colemêrgê diqewime jî ev siyaseta kûmpasê ye. Ger hinek rêza wan ji hiqûqê re hebûya pêkanînên bi vî rengî nedikirin. Em bi kesên ku dibêjin pêwîstî bi qanûna bingehîn heye û bi binpêkirina qanûna bingehîn hewl didin li ser desthilatdariyê bimînin re rû bi rû ne.”
‘MÛXALEFETA CIVAKÎ DIVÊ BERTEKA XWE NÎŞAN BIDE’
Sezaî Temellî bang li mûxalefetên civakî kir ku berteka xwe nîşan bidin û wiha berdewam kir: “Ev rewş nenaskirina hiqûq û li dijî îradeya gel derketin e. Ev dijminatiya civakê ye. Em ji pêkanîna tecrîdê dizanin ku dijminên civakê çi anîn serê vî welatî. Bi taybet em ji tecrîda mutleq ku hema hema 40 meh in didome, dizanin. Em ji biryarên Doza Kûmpasê ya Kobanê dizanin ku di 16’ê Gulanê de hat ragihandin. Ev zîhniyet gelek caran xwe eşkere kir. Qebûlkirina vê yekê ne pêkan e. Em bang li hemû mûxalefetên siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê dikin ku di vê mijarê de piştevanî û îradeyeke xurt nîşan bidin. Ji ber ku ev bi tenê tayînkirina qeyûmê li şaredariyeke, dagirkirin û desterserkirina şaredariya DEM Partî re sînordar nîne.”