Duşem, 16 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li navçeyên Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê: Em ê paradîgmaya Rêber Apo bidin jiyîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê pîrozbahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê têkildarî Komkujiya Helebceyê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên di komkujiyên Helebce û Beyazitê de hatin qetilkirin bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aydinê şahiya Newrozê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran: Me li navendên ewlekarî û polîsan ên Îsraîlê xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK di 38’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de li dijî rejîmên komkujer banga yekîtiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat danîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihê jinan agirê Newrozê pêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê Newroz di bin berfê de hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Semsûrê pîrozbahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Îdirê hate pîrozkirin: Hevalên me yên li girtîgehan wê azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > TEV-ÇAND: Hevalê Cûma wê di nava têkoşîn û hunera me de timî bê bîranîn
Kurdistan

TEV-ÇAND: Hevalê Cûma wê di nava têkoşîn û hunera me de timî bê bîranîn

TEV-ÇAND'ê nameyek ji malbata şanoger Bavê Teyar re şand û got, "Em ê heval Cûma weke pêşengê xwe yê nemir qebûl bikin ku gelê me wî weke Bavê Teyar nas dike û em ê li ser rêya wî bimeşin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) nameyek ji malbata Cûma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar) re şand ku ji bo parastina Bendava Tişrînê di çalakiya nobedê de 19’ê Çileyê di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bû.

Nameya TEV-ÇAND’ê bi vî rengî ye:

“Ji bo malbata hêja ya şehîd Cûma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar);

Em zanin ku hevalê Cûma ji bo malbatê wendahiyek çiqasî mezin e ku cîhê wî nikare bê dagirtin. Ev yek di heman demê de ji bo gelê Kurdîstanê û welatparêziyê jî derbasdar e; hevalê Cûma ji bo malbatê çiqas wendahiyek mezin bû, ji bo gelê Kurdîstanê, welatparêziyê û hunera Kurd jî ewqas wendahiyek mezin e ku cîhê wî nikare bê dagirtin e. Lewra wekî TEV-ÇAND xemgîniya me pir mezin e.

Hevalê Cûma hema wisa şehîd neket; di nav çalakiyê de û piştî nirxandinên xwe yên di derbarê dagirkeriya Tirk de şehîd ket. Lewra em pir bi rehetî dikarin bêjin ku, welatparêzî û çalakiyên wî yên li dijî dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk tengav dikir ew kir armanca êrişa dewleta dagirker a Tirk. Bi taybet hat armancikirin; ew ji bo me pir vekirî û bi wate ye. Dewleta dagirker a Tirk her Kurdekî weke dijminekî divê bê tinekirin dibîne, lê yên weke hevalê Cûma bi taybetî dike armanc. Her welatparêzên Kurd bi vê zanin. Hevalê Cûma jî bi vê zanî bû û karê xwe jî bi vê zanebûnê dikir.

Hevalê Cûma her tim xwedî hestên welêt bû. Ji vî alî ve qet û qet xwe neda paş. Bi karê xwe, bi hunera xwe, bi helwest û nêrîna xwe her tim li rex gelê xwe bû. Bû xwediyê şehîdan, bû bavê gerîlayên hêja û malbata xwe jî bi heman ruhê welatparêziyê ava kir, perwerde kir. Tenê bi malbata xwe jî sînordar nema; bi hunera xwe ket mala her Kurdekî û di perwerdekirina wan a welatparêziyê de weke mamosteyekî kar kir. Gelek zarok, ciwan, jin û mêr bi huner û helwestên hevalê Cûma yên welatparêzî, xwe perwerdekirin û helwestên xwe li rex gel dan diyarkirin. Hevalê Cûma ji bo gelê Kurd hêzeke mezin bû.

Hevalê Cûma bi hunera xwe di şanoya Kurd de jî mamosteyekî mezin bû ku cihê wî nikare bêdagirtin. Bi huner û çalakiyên xwe weke dibistanekê bû. Bi hunera xwe di dilê her Kurdekî de cihek ji xwe re ava kiribû; Kurdekî welatparêz ê ku heval Cûma nas nekiriye, li hunera wî temaşe nekiribe û pê bandor nebû be nîn e, bi taybetî jî şanogerekî ku dertê ser dikê ku rêbazê hevalê Cûma bi kar neanîbe nîne.

Hevalê Cûma bi hunera xwe em û civak tenê nedikenand, ji kenandinê zêdetir xîtabî derûniya me dikir û em li ser pirsgirêkan didan fikiradin, rêyên çareseriyê nîşanî me dida. Bi zimanekî hêsan, lê bi ruhê welatparêziyê hunera xwe pêşkêş dikir. Em pir bi rehetî dikarin bêjin ku, hevalê Cûma bi hunera xwe rêya şanoya Kurd nîşanî me da, paşeroja wê diyar kir. Vegera ji vê yekê nabe û wê nebe. Ji ber van sedeman dewleta dagirker a Tirk hevalê Cûma-Bavê Teyar kir hedef û şehîd xist.

Hevalê Cûma li pey xwe jiyaneke paqij, rêyeke ronî hişt. Weke Tevgera Çand û Hunera Demokratîk, em bi serpêhatiya hevalê Cûma serbilind in. Em ê heval Cûma, ku gelê me ew weke Bavê Teyar baştir nas dike, weke rê nîşandayiyekî nemir bibînin û di rêya wî de bimeşin. Em ê wî her tim di jiyan û hunera xwe de bi bîr bînin. Hêvî, xwestek û bendewariya wî, wê li ser mile me be, da ku qet danekeve xwarê û heya bigihêje armanca xwe jî wê daneveke xwarê. Teqez em ê hêvî û xeyala hevrêyê xwe yê têkoşîn û hunerê hevalê Cûma-Bavê Teyar bi serketî bigîhînin dawî, bi encam bikin; desthilatdariya dewleta dagirker li Kurdistanê bi dawî bikin û ala Şanoya Kurd li ser banê dine daliqînin. Di têkoşîn û hunera xwe de em ê wî her tim bi bîr bînin.

Em careke din êşa malbata xwe ya hêja parve dikin û ji malbatê re sersaxiyê dixwazin. Bila serê malbatê sax be, bila serê gelê Kurd sax be.

Ji çiyayên azad bi silav û rêzên şoreşgerî…”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Zanîngeha Kobanê panelek li ser banga Rêber Apo hat dayîn
Nûçeya Pişt re Guler: Mafê jiyanê yê mehkûman ji wan tê standin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ozturk: Divê sosyalîst li gel Kurdan cih bigirin

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê Hakan Ozturk diyar kir ku hewl didin bi polîtîkayên…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: ‘Sîxurtiya bi bandor’ faşîzm e

Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê serdana DEM Partiyê kir. Di serdanê de Hevseroka Giştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Silêmanî bi sed hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

Bi sed hezaran welatiyên li Silêmaniyê daketin kolanan, ji bo piştgiriya bi berxwedana gelê Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KNK di 38’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de li dijî rejîmên komkujer banga yekîtiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Bi lez alîkariyê bidin koçberên li kampên Hesekê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Ranyayê ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat danîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Fransayê nîqaşa ‘Gurê Boz’: Namzetê lîsteya rastgirên tundraw bû sedema nîqaşê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?