Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî bi boneya 25’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de Desteya Rêveber ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û bibîr xist ku tezên fikrî û felsefî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareseriya krîzên li Rojhilata Navîne, êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Di daxuyaniya Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî de wiha hate gotin:
“Di salvegera 25’emîn ya Komploya 15’ê Sibatê de, di şexsê Rêber Apo de pergala desthilatdar ya cîhanê xwest têkoşîna azadiya gelê Kurd û doza wê ya rewa têk bibe, xwestin siyaseta qirkirina Kurdan bidomînin û heta sedsaleke din gelê Kurd li derveyî hiqûq û mafên siyasî û netewî bihêlin. Weke erkeke mirovî, exlaqî em vê komployê şermezar bi tundî şermezar dikin.
Tezên fikrî û felsefî yên Rêber Abdullah Ocalan çareseriya krîzên li Rojhilata Navîne ku di nav de krîzên netewî, olî, aborî û çandî hene. Rêber Apo ev krîz veguherand çareseriya di navbera netew, olan de û jiyana hevbeş a gelan. Ev yek weke hêza çareseriyê pênase kir. êdî dema vê têkoşîna mezin, dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”