Duşem, 16 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Ji bo qonaxa duyemîn divê derfet bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 6’an a koma nivîsandinê bi dawî bû: ‘Xebat dewam dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberê bajarê Rihayê yê DEM Partiyê Aslan hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sînorkirina nafaqeyê xizaniya jinan kûr dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di çalakiya Mexmûrê de Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokeşîrên Şengalê: Her cûre leşkerîkirin û ferzkirina şer a li ser Şengalê red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranye li ser Roja Zimanê Dayikê semîner hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran kongreya xwe lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora TJA’yê: Êrîşên li ser Rojava mîmariya tundiyeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Tevgerên Kurdistanî divê Kurdistanê ji dagirkeran biparêzin’
Rojava

‘Tevgerên Kurdistanî divê Kurdistanê ji dagirkeran biparêzin’

Nûnera Partiya Nûjenî û Demokrasî ya Sûriyê Heyfa Mehmûd, piştgiriya PDK’ê ya ji dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê rexne kir û bang li hemû tevger, partî û pêkhateyên Kurdistanî kir ku parastina Kurdistanê bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di 22’yê Tîrmehê de 35 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan. Yek ji van partiyên siyasî jî Partiya Nûjenî û Demokrasî ya Sûriyê bû. Nûnera Partiya Nûjenî û Demokrasî ya Sûriyê Heyfa Mehmûd der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî.

 

35 PARTIYÊN SIYASÎ Û SAZÎ BERTEK NÎŞAN DAN

Heyfa Mehmûd bal kişand ser daxuyaniya 22’yê Tîrmehê û wih axivî: “Her kes dîroka avabûna dewleta Tirk dizane. Hebûna xwe li ser tunekirina gelan avakiriye. Dewleta Osmanî 400 salan axa Kurdistanê dagir kir. Ew sînorên ku di dema rûxandina Împaratoriya Osmanî û Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji aliyê Peymana Netewî ve hatine xêzkirin ji nedîtî ve tê û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê dike. Dema em li sedsala 21’an dinêrin êrîşên dewleta Tirk her ku diçe berfireh dibe û zêde dibe. Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê bi erêkirin û bêdengiya hikûmeta Iraqê pêk tên. Dewleta Tirk bi piştgiriya çeteyên DAÎŞ’ê êrîşên xwe yên dagirkerî û îlhaqkirinê berfirehtir kir. Em ê li hemberî van êrîşan bê bertek nemînin.”

‘PIŞGIRIYA PDK’Ê YA JI BO DEWLETA TIRK NE YA YEKEM E’

Heyfa Mehmûd bertek nîşanî sewqiyata leşkerî û çeteyên dewleta Tirk a ji bo Başûrê Kurdistanê da û wiha domand: “Axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê ve tê dagirkirin. Ji aliyê gelek dezgehên çapemeniyê ve hat belgekirin ku çete şandine Başûrê Kurdistanê. Lê mixabin PDK û hikûmeta Iraqê bi awayekî eşkere piştgirî dan dewleta Tirk û ev jî bûn sedem ku êrîşên dewleta Tirk berfireh bibin û berdewam bikin. Bê guman dewleta Tirk zextê li Iraq û Başûrê Kurdistanê dike. Heke berjewendiyên hevpar tinebûyan, wê ev rewş derneketiba holê.  Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîş kirin hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê gelê Başûr û Şengalê bi tenê hiştin û reviyan. Gerîla ji Mûsilê heta Şengalê bi gel re bû. Dîsa YPG-YPJ’ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta Şengalê li kêleka gelê xwe bû. YPG-YPJ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûna fîzîkî ya DAÎŞ’ê bi dawî kir. Diviyabû PDK jî li aliyê şerê li dijî dewleta Tirk û DAÎŞ’ê bûya, lê li gorî berjewendiyên xwe tevgeriya. Piştgiriya PDK’ê ya ji bo dewleta Tirk ne yekem e. Ev piştgirî ji berê de her tim berdewam dike. Niha bi piştgiriya êrîşên dewleta Tirk dixwazin hêza gerîla bişkînin.”

POLÎTÎKAYA JI BO DÎSA DAÎŞ’Ê ZINDÎ BIKIN DIMEŞÎNIN

Di berdewamiya axaftina xwe de Heyfa Mehmûd bêdengiya hikûmeta Iraqê û PDK’ê ya piştî şandina çeteyên DAÎŞ’ê ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, wiha nirxand: “DAÎŞ a ku di sala 2019’an de li Baxozê bi awayekî fizîkî hate têkbirin û rûxandin, niha li Başûrê Kurdistanê bi cih bûye. Ev jî nîşan dide ku têkiliya hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi çeteyên DAÎŞ’ê re heye. Mebesta min ew e ku ev têkilî pêdiviya lojîstîkê ya leşkerî ye. Lê belê navenda wan li wir hatiye avakirin û fermanên wan li wir didin, vê pêwendiyê derdixe holê. Piştî bidawîbûna fîzîkî ya DAÎŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xedîderketina dewletên derdorê li DAÎŞ’ê hişt ku DAÎŞ ji nû ve zindî bibe. QSD-YPG-YPJ’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bûbûn bela serê cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe da û têk bir. Mixabin ev dewlet alîkariya zindîkirina DAÎŞ’ê dikin.”

Nûnera Partiya Nûjenî û Demokrasî ya Sûriyê Heyfa Mehmûd anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi tifaqên navbera dewletan pêk tên û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk dijminê gelan e. Lê hêza wê nîne ku bi tenê van êrîşan pêk bîne. PDK xwe weke partiyeke Kurdistanî dide nasîn. Divê PDK li hemberî van êrîşan helwest bigirta. PDK’ê bi awayekî fermî û eşkere rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê vekir. Berevajî vê, diviyabû ku ew karibûya helwesteke tund û tûj nîşan bida. Ji ber ku xwe weke tevgereke Kurdistanî nîşan dide, li şûna vekirina deriyê Başûrê Kurdistanê, diviyabû bi erk û berpirsyariya parastina hemû parçeyên Kurdistanê û gelê Kurd nêzî dewleta Tirk bibûya. Dewleta Tirk a dijminê gelan e û dixwaze gelê Kurd tine bike.”

Heyfa Mehmûd destnîşan kir ku divê dawî li siyaseta dagirkerî û îlhaqkirinê ya li ser çar parçeyên Kurdistanê bê anîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yên ku xwe weke tevger, partî û pêkhateyên Kurdistanî dibînin; divê Kurdistan û gelê Kurd biparêzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Rimêlanê 51 şehîd hatin bîranîn
Nûçeya Pişt re Daxuyaniya 14 baroyan: Daraz divê nebe şirîkên linçkirinên medya dijîtal
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şirnex, Wan û Enqereyê derbeya qeyûm hat protestokirin

Li Şirnex, Wan û Enqereyê derbeya qeyûm a desthilatê bi daxuyaniyan hat protestokirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Binçavkirina parêzerên ÇHD’ê hate şermezarkirin

Li Mersînê gelek rêxistinên hiqûqî nerazîbûn nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD'yî dan, ku piştî êrîşa çekdarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Yûsûf Kûvara hevjîn û zarokên xwe qetil kir

Li Kîlîsê Yûsûf Kûvara hevjîna xwe Merve Kûvara û sê zarokên xwe yên di temenê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Siwêdayê teqîn: 2 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

11 malbatên DAÎŞˊî ji nû ve vegerîn kampa Roj

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya NY’ê çû serdana Kobanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Karwanekî din ê alîkariyê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?