Jinên Amazon, bi salan tenê wekî beşek ji vegotineke mîtolojîk hatin qebûlkirin. Di mîtolojiya Yewnana Antîk de; ew fîgurên ku pergala mêrserwer xira dikirin, bêdestûr diketin qada şer, metirsok û “li dijî xwezayê” bûn. Lê belê her ku perdeya mîtê hat rakirin, hat dîtin ku Amazon ne tenê berhemên xeyalî ne; di nav qatên toz girtî yên dîrokê de wekî rastiyekê bilind dibin.
Di kolandina gorên çanda Îskît (Saka) de, di gorên jinan de dîtina tîr, kevan, şûr û amûrên hespan ev rastî derxist holê. Heya hîn bêtir, di hin îskeletan de rasthatina şopên tîr û şûran îspat kir ku ev jin ne tenê sembolên şerker in, wekî kirde suje bi awayekî fîîlî di nav şer de cih girtine. Îskîtan; ji Asyaya Navîn heta başûrê Kafkasyayê, ji bakurê Deryaya Reş heta axa Erdexan-Goleyê, di navbera sedsalên 8-3’an ên B.Z. de di erdnîgariyeke fireh de jiyan kirine.
Mîtolojiya Yewnanî, Amazon wekî “xirakerên pergalê” nîşan dan. Ji ber ku li gorî zihniyeta Yewnanî şer aîdî mêr bû; jina ku çek digirt, gefek bû li ser hiyerarşiya civakî. Ji ber vê yekê Amazon wekî bêrehm, xedar û tirsnak hatin pênasekirin. Vegotinên ku digotin ji bo tîrên xwe rehetir bavêjin pêsîreke xwe jê kirine jî, beşek ji vê xerîbkirinê bû. Di rastiyê de ev vegotin, wergera tirsê ya zimanê mîtolojîk bû ku li hemberî şervaniya jinê dihat hîskirin.
Li Rojhilata Navîn jî zihniyeteke wiha serdest bû. Hat xwestin ku şiyanên şerker ên jinê bi awayekî sîstematîk bên tepisandin. Avahiya sekuler a jinên Amazon û tilîliyên wan ên di dema şer de, ne tenê bangeke şer bû; nîşandana hêzeke kolektîf bû ku di serê dijmin de hejeke psîkolojîk ava dikir. Amazonan, bi şerkeriya xwe ax û gelên xwe parastin.
Ev xeta dîrokî, îro li Rojavayê Kurdistanê dîsa xuya ye. Jinên ku mohra xwe li Şoreşa Rojava xistin, ne tenê di qada şer de; di avakirina civaka demokratîk de jî roleke çalak girtin ser milên xwe. Saziyên jinan hatin avakirin, xebatên hişmendiyê hatin meşandin û jin, wekî kirdeya civakî ji nû ve hat pênasekirin. Ev destkeftî, bi taybetî ji bo zihniyeta cîhadîst bûn tirsa herî mezin. Ji ber ku li gorî vê têgihiştinê, bi destê jinê hatin kuştin dihat wateya “neçûna bihuştê”. Jin, wekî Amazonan, hêzeke ku pergalê xira dikir bû.
Hêrsa li hemberî jinê ku di pêkhateyên wekî DAÎŞ û HTŞ’ê de tê dîtin, ne tenê nefreteke rojane ye; berdewamiya hêrseke dîrokî ye. Ev hêrs, li hemberî parastina jinê ya ji bo xwe, ax û civaka xwe ye. Hêrsa li hemberî cenazeyekê, ne tenê daxwaza têkbirina neyar e; tirsa ji bihêzbûna jinê û kifşkirina hêza wê ya cewherî ye. Derxistina kezî û wekî xenîmetekê nîşandan, her çend wekî nîşandana qehremaniyekê bê nîşandan jî, di rastiyê de îfşakirina vê tirsê ye.
Her ku destkeftiyên jinan ên li Rojava xuya bûn, serhildana ku li Îranê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bilind bû, bû xelekeke din a vê berdewamiya dîrokî. Li hemberî êrîşên li ser Rojava, kezî bû sembolek; sînor derbas kirin û gihîşt parzemînan. Di vê pêvajoyê de dema ku piştevaniya netewî ya Kurd bi hêz bû, kezî di bîra hevpar a jinên cîhanê de wekî sembola berxwedanê cihê xwe girt.
Her keziyeke porê, çîroka yekitî û piştgiriya jinê bi xwe re hildigire. Por, ne tenê perçeyek ji bedenê ye; bîr e, nasname ye, berxwedan e. Çawa ku tilîliyên jinên Amazonan ji nav mîtan gihîştine îro, îro jî jin bi dengekî tenê dengê xwe bilind dikin. Dîrok careke din dubare dibe: Jin xwe diparêze. Tilîlî êdî ne tenê di erdnîgariyekê de, di guhên jinên cîhanê de olan didin; tên dîtin, tên şopandin û tên qebûlkirin.
Netewebûna jinê ya ku wekî rojekê hiltê, tarîtiyê diçirîne; ne tenê cihê ku lê ye, hemû cîhanê germ dike û ronî dike.
Şerê ku bi ferzkirinên Tirkiyeyê li Helebê destpê kir, ji bo Kurdan ne tenê pevçûnek bû; êrîşeke topyekûn bû ku dixwest Kurdan ji nexşeya siyasî rake û veguherîne qirkirineke fîzîkî. Li hemberî vê, gelê Kurd li çar parçeyan, li her devera ku Kurdek lê hebû, ket nav berxwedanê. Bi vî awayî ruhê netewî derket holê. Xwedîderketina gelên demokrat, mûxalîf û berxwedêr nîşan da ku ev têkoşîn ne bi tenê ye.
Hêrsa DAÎŞ’ê ya li hemberî jinên ku di têkoşînê de roleke çalak bûn, hîn kûrtir bû. Ev hêrs, daxwaza tolgirtinê ya zihniyeteke têkçûyî bû. Êşkenceyên ku li ser bedenên jinên berxwedêr hatin kirin, ne tenê pratîkeke şer bû; îfadeya kîneke dîrokî bû. Li Rojava ku bi şoreşa jinê tê naskirin, armanc ew bû ku şoreşa ku di şexsê jinê de bûye sembola azadiyê, ji holê rakin.
Li Rojava jinan parastina xwe ya cewherî birêxistin kirin; di qadên siyasî, civakî û leşkerî de xwe ava kirin. Tu zihniyeteke serdest û paşverû nekarî vê yekê qebûl bike. DAÎŞ’ê jî di têkçûna xwe de vîna jina azad ku roleke diyarker lîstibû, wekî hedefa sereke ya tolgirtinê destnîşan kir.
Dîmena wî çeteyê ku bi edaya serkeftinê tifa porê jineke jêkirî xistibû berîka xwe, di rastiyê de îfşakirina tirsa wî bixwe bû. Ev dîmena ku di medyaya civakî de cih girt, ne wêneya hêzê, wêneya têkçûnê bû.
Jinên Amazon ne çîrokek in. Ax derewan nake; gorên hatine kolandin rastiyê vedibêjin. Bedenên jinan ên ku bi çekên xwe ve hatine veşartin, hevwateya dîrokî ya wan vegotinên ku wekî mît dihatin hesibandin, derdixe holê. Tam wekî jêkirina porê jinên ku îro parastina xwe ya cewherî dikin. Ev çalakiya jêkirinê, rêyeke din a gotina “di parastina cewherî de cihê te tune ye” ye. Xwesteka fetisandina tilîliyan e.
Li Rojhilata Navîn jêkirina por, carinan îfadeya şîn û serhildanê ye li dijî kuştina xayînane ya xizmekî; carinan jî protestoyek e li dijî neheqiyê. Lê belê di heman demê de, wekî rêbazeke piçûkxistin, cezakirin û recmkirina jinê jî hatiye bikaranîn. Îro jêkirina porê jinan, îfadeya eşkere ya wê zihniyeta ku mafê parastina cewherî ji jinê re zêde dibîne ye: Peyama “bila bibe mînak (îbret), bila êdî tu jin çekê negire destê xwe” ye.
Lê belê her jina ku têgihîştî dibe; bêyî ku nasname, ol û sînoran nas bike, li dijî vê tundiyê berteka xwe nîşan dide. Qehremanî, bi derbeke meqesê jêkirina kezî nîn e; qehremanî, ew berxwedana ku di dil de tel bi tel tê hûnandin e. Êrîşa li ser keziyên por, îfadeya têkçûna li hemberî hêza jinê ye.
Netewebûna jinê ya ku wekî rojekê hiltê, ne tenê erdnîgariyekê, hemû cîhanê germ dike. Tilîliya Amazonan, îro bi zimanên din olan dide.

