Tirkiye li cihanê bûye navenda bazirganiya tîryakê û vê yekê berdewam dike. Tirkiye bi taybetî di serdema Wezareta Karên Hundirîn a Suleyman Soylû de bû navenda çeteyên navneteweyî, di firotin û belavkirina tîryakê de li cîhanê ji çend navendan yek jê ye.
Bazirganiya tîryakê ku di van salên dawî de hem di warê bikaranîn û hem jî di warê firotinê de zêde bûye. Ev yek di raporên Midûriyeta Polîsan de jî xwe dide der. Piraniya kesên ku piştî operasyonên ku Wezareta Karên Hundirîn weke “serketî” nirxandibûn hatin binçavkirin û girtin an yekser an jî piştî demeke kurt hatin berdan. Bikaranîna tîryakê ya ku li Tirkiye û Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Bi taybetî metamfetamîna ku wekî derman an sentetîk jî tê binavkirin, zêde dibe.
TIRKIYE LI CIHANÊ BÛYE NUQTEYÊN KÎLÎT ÊN TÎRYAKÊ
Di rapora tiryakê ya sala 2024’an a ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê ve hat amadekirin de, rêjeya bazirganiya tiryakê ya li Tirkiyeyê jî derket holê. Di raporê de Tirkiye weke ji çend nuqteyên kîlît ên bazirganiya tiryakê ya cîhanê tê binavkirin, operasyonên ku hatine kirin û qebareya tiryakê ya ku hatiye desteserkirin jî hatiye ravekirin.
Tirkiye xala sereke ya rêya ku bi navê Rêya Balkanan tê zanîn di çûn û hatina tiryakê ya cîhanê de ye û her çend tê gotin ku ewlekariya li ser sînoran zêde bûye jî, derbasbûna li ser Rêya Balkan berdewam dike. Di vê rêyê de Tirkiye weke xala belavbûna tiryaka sentetîk a bi navê metamfetamîn tê nîşandan, ku firotin û bikaranîna wê zêde dibe. Li gel tiryakên klasîk ên bi navê esrar, eroîn û benîştê Afganî ji Kurdistan, Tirkiye û cîhanê belav dibe û Tirkiye weke navenda vê tê destnîşankirin.
TIRKIYE DI HILBERÎNA ESRARÊ DE JÎ YEKEMÎN E
Di raporê de hat diyarkirin ku Tirkiye di cîhanê de yek ji wan navendên hilberîna madeya tîryakê ya bi navê Skunk e ku weke cureyeke nû ya esrarê tê binavkirin. Xeşîş a ku bi awayekî fermî tê çandin, her ku diçe çandiniya wê kêm dibe, hilberîna Kenewîrê jî her ku diçe zêde dibe. Ev yek pir balkêş e. Bi taybetî daxuyaniyên hin nivîskarên nêzî desthilatê yên li ser serbestberdana çandina Kenewîrê hatibû rojevê, hilberîna ku di sala 2019’an de 19 ton bû, di sala 2023’yan de 359 ton hat ragihandin.
Her çend rayedar hewl didin ku di têkoşîna li dijî tîryakê de çîrokek serketî derxînin jî, ji sedî 600 zêdekirina pereyê ku Tirkiyeyê di 6 salên dawî de ji bo operasyonên tîryakê xerc kiriye û rastiya ku tiryak bi hêsanî peyda bûye, çîroka ku dixwazin vebêjin radixe ber çavan.
Li gorî raporên Rêveberiya Giştî ya Asayîşê;
Di sala 2018’an de milyarek û 362 milyon û 728 hezar û 424 TL
Di sala 2019’an de milyarek û 434 milyon û 964 hezar û 924 TL
Di sala 2020’an de milyarek û 840 milyon û 513 hezar û 267 TL
Di sala 2021’an de 2 milyar 340 milyon û 426 hezar û 544 TL
Di sala 2022’yan de 4 milyar 264 milyon û 683 hezar û 725 TL
Di sala 2023’yan de 6 milyar û 928 milyon û 184 hezar û 418 TL hat xerckirin.
BIKARANÎNA METAMFETAMÎN Û TÎRYEK ZÊDE BIDIN
Di raporê de operasyonên ku li Tirkiyeyê tên kirin û hejmara tîryakê ya ku hatiye desteserkirin jî nîşan dide. Hat diyarkirin ku tenê di sala 2023’yan de li Tirkiyeyê 251 hezar û 851 operasyon hatin kirin û di van operasyonan da 313 hezar û 416 kes hatin girtin. Lê belê daneyên li ser çend kesên hatine desteserkirin û çend kes serbest hatine berdan, ne di nav de ne.
Li gorî vê yekê, operasyonên di bin navê têkoşîna li dijî tîryakê de li Tirkiyeyê di nava 3 salên dawî de hatine kirin û agahiyên wan wiha ne;
Eroîn
Di sala 2021’an de 14 hezar û 924 kg
Di sala 2022’yan de 17 hezar û 503 kg
Di sala 2023’yan de 11 hezar û 114 kg
Esrar
Di sala 2021’an de 64 hezar û 125 kg
Di sala 2022’yan de 71 hezar û 967 kg
Di sala 2023’yan de 99 hezar û 294 kg
Kenewîra kok
Di sala 2021’an de 75 milyon û 702 hezar û 155 yekîne
Di sala 2022’yan de 109 milyon û 572 hezar û 459 yekîne
Di sala 2023’yan de 157 milyon û 343 hezar û 758 yekîne
Kokaîn
Di sala 2021ê de 2 hezar û 841 kg
Di sala 2022an de 2 hezar û 299 kg
Di sala 2023an de 2 hezar û 502 kg
Di operasyonên ku li dijî tîryakên sentetîk ên wekî metamfetamîn û bonzayê ktîryakên sentetîk û dermanên ku xwedî taybetiyên tîryakê ne yên şi dermanxaneyan tê firotin de deket holê ku firotina zêde bêye. Bi taybetî zêdebûna firotina derqanûnî ya hin dermanên li dermanxaneyan di hejmara di operasyonan de hatine desteserkirin jîradixe ber çavan. Li gorî vê yekê, hat diyarkirin ku di sê salên dawî de 49 milyon û 934 hezar û 617 madeyên hişbirê hatine desteserkirin.
metamfetamîn
Di sala 2021’an de 5 hezar û 528 kg
Di sala 2022’yan de 16 hezar û 210 kg
Di sala 2023’yan de 21 hezar û 912
Tîryaka sentetîk
Di sala 2021’an de 2 hezar û 251 kg
Di sala 2022’yan de 1,056 kg
Di sala 2023’yan de 1,994 kg
Derman û sentetîkên dermanxaneyan
Di sala 2021’an de 8 milyon û 456 hezar û 901
Di sala 2022’yan de 12 milyon û 607 hezar û 432
Di sala 2023’yan de 28 milyon û 870 hezar û 284
DI DEMA SOYLÛ DE DESTESERKIRINA PERE, MAL Û MILKAN KÊM E
Di raporê de hat diyarkirin ku di operasyonên Tirkiyeyê de pere, wesayît û milkên çeteyên tîryakê jî hatine desteserkirin, lê aqûbeta wan nehatiye nivîsandin. Di hejmarên eşkerekirî yên van mal û milkên ku tê gotin bi pereyên tîryakê hatine kirîn û ji aliyê dewletê ve hatine desteserkirin jî diyar dibe ku di operasyon û girtinan de bêhevsengî heye. Di operasyonên tîryakê de bi taybetî di du salên dawî yên dema Wezîrê Karên Hundirîn ê berê Suleyman Soylû de derket holê ku têkiliya wî bi çeteyan re heye, balkêşe ku pere, wesayît û milkên ku di operasyonên tiryakê de hatin desteserkirin kêm in. Di 4 salên dawî de 8 milyar û 493 milyon TL, 904 wesayît û 893 mal û milk hatin desteserkirin. Hejmara wan sal bi sal wiha ne:
Di sala 2020’an de 2 milyar TL, 454 wesayit û 700 mal û milk
Di sala 2021’an de 45 milyon TL, 288 wesayit û 5 mal û milk
Di sala 2022’yan de 345 milyon TL, 41 wesayit, 67 mal û milk
Di sala 2023’an de 6 milyar û 103 milyon TL, 121 wesayît û 248 mal û milk hatin desteserkirin.