Duşem, 19 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît a ji DEM Partiyê: Divê mexdûriyeta gel were çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê, xwest ku şaredarî ji bo zimanê Kurdî serî li wezaretê bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Şerîf Eşnab ê ku li Îranê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TJA’yê encamên kampanyaya 6 mehan eşkere kir
Jin

TJA’yê encamên kampanyaya 6 mehan eşkere kir

TJA’yê encamên kampanyaya ku 15’ê Îlona 2023’yan li Rihayê dayî destpêkirin, eşkere kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê îlona 2023’yan de li Rihayê kampanyaya “Bi Jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” dabû destpêkirin û rapora encamê ya kampanyayê li eywaneke dawetan a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Li eywanê pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” hate daliqandin. Aktîvîstên TJA’yê, endamên Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên Pratiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek jin bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê jinan govend gerandin.

Piştre jî rapor ji hêla aktîvîsta TJA’yê Eylem Saruca ve hate xwendin.

Rapor wiha ye:

“Têkoşîna jinên kurd a 40 salan di dîroka têkoşîna jinên cîhanê de di cihekî girîng de ye. Di têkoşîna jinên kurd de meşandina kampanyayan girîng e. Me di 15’ê îlonê de bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadiyê, ber bi azadiyê ve’ kampayayek da destpêkirin. Em di 100 saliya Lozanê de ne ku Kurdistanê parçe kiriye. Li aliyê din tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin modeleke êşkenceya dijmirovahî û giran e, çaryeka sedsalê derbas kiriye. Lê di heman demê de em şahid in ku heman sedsal bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku nasname, şeklê têkoşîn û rengê jina kurd diyar dike, derbas bû. Baweriya me ya ji bo misogerkirina azadî û rizgariya civakî di beşeke wiha ya sedsala 21’ê de bû sedema herî mezin a destpêkirina kampanya me.

Serhildan û şoreşa civakî ya ku li Rojhilat li ser esasê felsefeya Jin jiyan azadî dest pê kir û ji wir li tevahiya cîhanê belav bû, biryar û motîvasyona têkoşînê da jinên cîhanê. Ji ber vê yekê, bê şik dirûşmeya me ya kampanyayê ji karakterê jinê yê serdemê îlham girtiye, li ser esasê biryardariya dîrokî ya ku wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê.

Di çarçoveya kampanyayê de di nava 6 mehan de bernameyên ku hatin lidarxistin;  

* Di cotmeha 2023’yan de li Kurdistan û Tirkiyeyê li 24 navendên  cuda bi sernavê ‘Têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet û tecrîdê’ hem xweser û hem jî bi giştî perwerde hatin dayîn. Di perwerdeyan de zayend, birdoziya rizgariya jinê hatin nîqaşkirin. Bandora Rejîma Tecrîdê ya li Îmraliyê hatin nîqaşkirin.

* Di mijdara 2023’yan de mal bi mal, kolan bi kolan serdana gel û kargehan hatin kirin û bi sernavê ‘Tecrîd û polîtîkayên şerê taybet’ xebatên perwerdê hatin meşandin.  

* Di 22’yê mijdara 2023’an de li Êlihê bi di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinê de bi ser navê ‘Tecrîd û bişaftin’ panelek hat lidarxistin.

* Xebatên 25’ê Mijdarê ya sala 2023’yan di çarçoveya kampanyayê de hat birêxistinkirin. Starta xebatan di 17’ê Mijdarê de li Qoser û Îzmîrê bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadî ber bi  25’ê Mijdarê ve’ hat dayîn. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê meş, panel, semîner, hevdîtina jinan û civîn hatin lidarxistin.  

* 18’ê Mijdara 2023’yan de bi pêşengiya TJA’yê Meşa Gemlîkê hat birêxistinkirin. Jinên ku tevlî meşê bûn peyama têkbirîna tecrîdê û mezinkirina têkoşîna azadiyê dan.

* Aktîvîstên TJA’yê di 7, 8, 9’ê Mijdara 2023’yan de tevlî danişîna doza Kobanê bûn û banga piştevaniyê li jinên Tirkiyeyê hat kirin.  

* Di 30’ê Çîleya 2024’an de li dijî tecrîdê bi tevlîbûna dayikên ku tevlî çalakiya Nobeda Edaletê bûne û endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Enqerê li baxçeya Meclîsê daxuyani hat dayîn. Derbarê mijarê de raporên ku hatin amadekirin pêşkeşî Wezareta Dadê hat kirin.

* Di 13-14’ê Çilê de li Amedê bi sernavê ‘Zîncîra bêdengiyê: Hilweşandina dîwarên li dora girtiyên siyasî yên jin’ bi tevlîbûna jinên fîlîpînî, fîlîstînî, kolombiyayî, îspanî, Katalonî, îranî û başûrî konferansek hat lidarxistin. Konferansa ku du rojan dom kir de atolye hatin organîzekirin û li ser pêşvebirina stratejiya hevpar nîqaş hatin kirin.

* Di 14’ê Çîleyê de tevlî ‘Tecrûbeyên têkoşîna femînist ên enternasyonal’ a Piştevaniya Mor bûn û bi sernavê ‘Têkoşîna Tevgera Jinên Kurd ya îro û ha duh’ tecrûbeyên xwe parvekirin.  

* Di 27’ê Çileyê de li Îzmîr û Mêrsînê bi sernavê ‘Pergala hiqûqa demokratîk û Rêjîma Tecrîdê ya li Îmraliyê’ panelên azadiyê hatin lidaxistin.

* Di 1-15’ê Sibatê de di çarçoveya kamyanyaya ‘Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ Meşa Mezin a Azadiyê hat lidarxistin. TJA jî pêşengtiya meşê kir. Meşa ku ji Wan û Qersê dest pê kir bi berxwedaneke mezin berdewam kir.  

* Di 15’ê Sibatê de di 25’emîn salvegera komployê de di çarçoveya ‘Jin jiyan azadî’ de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd domandina berxwedanê carek din anîn ziman. Di vê çarçoveyê de panel, hevdîtina jinan û xebatên atolyeyan dan meşandin. Her wiha nameyên ku ji hêla jin, dayik û zarokan ve hatî nivîsandin me ber bi Îmraliyê ve bi rê kir.

* Di 17’ê Sibatê de ji bo hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê ‘Belgenameya helwestê ya TJA’yê’ ji raya giştî re hat parvekirin.

* Di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, ji bo ku hemû zimanên axaftinê bi taybetî jî zimanê kurdî di destûra bingehîn de bê misogerkirin, meş, şahî, konserên muzîkê hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de di 21’ê Sibata 2024’an de panela bi navê ‘Jin û Ziman’ hat lidarxistin.

* Di 25’ê Sibata 2024’an de li Amedê panela bi navê “Di Pêvajoya Aştiyê de Rastiya Jinan û Pirsgirêka Tecrîdê” hate lidarxistin. Di panelê de jinên ji Tirkiyeyê hatin gel hev û rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de û bandora tecrîdê ya li ser jinan hatin nirxandin.

* Di pêvajoya kampanyayê de ji bo balê bikişînin ser krîzên civakî yên ku em weke jin û hemû civak di nav de hatine fetisandin, bi taybet tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ser medyaya dîjîtal a navneteweyî xebatên hashtag hatin kirin.

* Di çarçoveya kampanyayê de çalakiyên ‘8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê’ ya sala 2024’an hat organîzekirin. Di 24’ê Sibatê de li Êlih û Îzmîrê bi hemwext strarta 8’ê Adarê hate lidarxistin û di nava hefteyê de li bi dehan bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî faşîzm û desthilatdariya mêr mîtîng, meş û xwepêşandan hatin lidarxistin. “Ji bo 8’ê Adarê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” panel, civînên jinan, konserên muzîk û dengbêjiyê hatin lidarxistin.” Civînên jinan li kolan, mal û kargehan hatin lidarxistin. Bi vê armancê hate xwestin ku têkoşîna li dijî qirkirina jinê li cîhanê berfireh bikin û me diryar kir ku hemû jinên hatine qetilkirin sedema me ya berxwedanê ne. Armanc ew bû ku bi platformên jinan, tevnên hevgirtina jinan û tevnên li dijî şîdetê bi jinên Tirk re têkoşînê berfireh bikin. Di hefteya 8’ê Adarê de broşur hatin amadekirin, di çarçoveya dilsoziya bi girtiyên siyasî yên li girtîgehan re ji girtîgehan re kart hatin şandin û çalakiyên xizmên girtiyan ên li Nobeda Edaletê hatin ziyaretkirin.

* Weke jinên TJA’yî bi baweriya ku xebatên 8’ê Adarê derxistiye holê; Newroza 2024’an a ku bi daxwazên gelê Kurd ên azadî û demokrasiyê pêk hat, bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Newrozê ve” hat pêşwazîkirin. Jinan di sala 2024’an de careke din ne tenê di atmosfereke cejnê de, bi ruhê azadiyê yê ku berxwedanê derxistiye holê Newroz pêşwazî kirin. Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ mohra xwe li Newroza ku di 10’ê Adarê de li Amedê û di 11’ê Adarê de li Stenbolê starta wê hat dayîn, xist. Di vê çarçoveyê de li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyên Newrozê hatin kirin, gel li dora agirê Newrozê hatin komkirin, çalakiyên bi meşaleyan, civînên gel, civînên jinan, mîhrîcan, merasîm, meş, civînên tax û malan, komxebat û xebatên belavkirina broşuran hatin lidarxistin. Bi îradeya ku me ji van xebatan girt, me weke jin tevlîbûna herî bilind û xurt a Newrozê pêk anî. Mîtîngên Newrozê yên ku li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê, bi taybetî li Amed û Stenbolê hatin lidarxistin, bûn sembola serkeftina gelê Kurd a di Newrozê de bi taybetî jî ya Kurdan a li dijî faşîzmê.

* Di çarçoveya xebatên Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê de li gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê  atolyeyên jinan, konferans, atolyeyên taxan, serdanên malan, civînên jinan, civînên gel û broşur hatin belavkirin. Ji aliyê Tevgera Siyasî ya Kurd ve bi pêşengiya jinan vekirina buroyên jinan ên hilbijartinê, meş, mîhrîcan û mîtîng hatin lidarxistin û careke din hate diyarkirin ku xebatên hilbijartinê jî yek ji amûrên girîng ên civakîkirina têkoşînê ne. Bi baweriya hevserokatiyê, pergala jinê û modela demokrasiyê ya bi hêz li hemû Kurdistan û gelek deverên Tirkiyeyê, bi taybet li bajarên Wan, Êlih û Amedê ku îradeya xwe di 31’ê Adarê de di sindoqan de nîşan dab; Bersiva herî mezin li dijî faşîzm, zayendperestî, olperestî, dijminatiya jin û Kurdan hat dayîn. Weke jin û gelê Kurd, li dijî polîtîkayên şerê taybet, rejîma qeyûman, talan, desteserkirin û darbeyên edlî serketina daxwaza ‘Em ê bi felsefeya Jin jiyan Azadî xwe û bajarê xwe bi rêve bibin’ hat îlankirin.

* Di çarçoveya kampanyaya me ya ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Newroz û Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên herêmî, 75’emîn rojbûna Rêbeê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 4’ê Nîsanê di nav xwe de hewand bi  coşeke mezin hemû çalakî hatin kirin. 

Armanc ku em têkoşîna xwe geş bikin

Têkoşîna jinan di her şert û mercî de wê bidome. Her tecrûbeya me ya têkoşînê ya di vê rêya demdirêj û bi heyecan de xelekên zincîrê ne ku yek li pey hev tê ne.  Her tecrubeya têkoşînê, parçeyek ji tevahiya têkoşîna me ne. Bi vê baweriyê em careke din diyar dikin ku armanca me ya bingehîn ew e ku bi hemû kampanyayên ku me weke Tevgera Jinên Kurd dane meşandin, bi taybetî jî bi kampanyaya bi navê ‘Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi azadiyê ve’ em ê lez bidin têkoşîna azadiya jinê. Encamên rêxistinbûyîn, hevgirtin û têkoşîna hevpar a bi kampanya me re wê di dîroka me ya têkoşînê de cihê xwe yê bi bandor û diyarker bigirin. Weke TJA’yê ku li ser esasê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê xebatên xwe di gelek qadên cuda de, bi taybetî jî di qadên siyasî, civakî, çandî û aborî de dimeşîne, em diyar dikin ku em kampanyayên xwe weke bernameyên têkoşînê yên ku dest pê dikin dixwînin. Di vê çarçoveyê de em careke din destnîşan dikin ku hemû nirxên ku di çarçoveya kampanya me de derketine holê wê hêzê bidin têkoşîna me û xurt bikin.”

Piştî daxuyaniya ku gelek caran bi dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” û tilîliyan hate qutkirin, jinan sînevîzyona têkildarî çalakiyên kampanyayê temaşe kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îran: Hemû êriş gihîştin armanca xwe, Îsraîl: Ji sedî 99 hatin têkbirin
Nûçeya Pişt re Gelê Kantona Firatê sersaxî da malbata Şehîd Mizgîn Dilbirîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojnameya Ozgur Polîtîka ji navnîşana ozgurpolitika.news di weşanê de ye

Malpera înternetê ya Yenî Ozgur Polîtîka ji aliyê şîrketa ji DYE’yê NameBright ve hate astengkirin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Kobanê: Du tax li hemberî du dewletan bi ser ketin

Xelkê kantona Firatê diyar kir ku berxwedana şehîd Ziyad û hevrêyên wî li hemberî du…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo peymana Helebê pêvajoya avakirina komîteyan destpê kir

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di çarçoveya Peymana 1’ê Nîsanê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?