Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê meşa xwe ya wê di 19’ê Nîsanê de li navçeyê Gemlîk a Bûrsayê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Apo lidar bixe, li avahiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Beyoglûyê daxuyanî da. Li vir pankarta “Niha dema azadiya Rêber Apo ye, niha dema jinan e” hate vekirin. Aktivîstên TJAyê, nûnerên DEM Partî û DBP, saziyên jinan û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê aktivîsta TJAyê Ayşe Aksoy ve hate xwendin.
Ayşe Aksoy anî ziman ku îro li dijî modernîteya kapîtalîst bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” têkoşîna jinan li her deverê belav bûye û wiha got: “Rojhilata Navîn şer berdewam dike, gel bênasname tên hiştin. Li dijî van em jin rêya çareseriyê pradîgmaya modernîteya demokratîk dibînin. Ev jî encax bi civakbûyînê dê pêk were. Pratîkbûyîna pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ encax bi azadbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan mimkûn e. Em jin bawer in ku bi pêkahatina azadiya Rêbertî dê rêya aştî û demokrasiyê jî veke. Ji kargehên Marmarayê û heta axa Mezopotamyayê tevahî civak ji aştiyê re tî bûye. Rêya aştiyê li Îmraliyê ye di azadiya birêz Abdullah Ocalan de derbas dibe. Azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo me ne daxwaz e, mecbûriyeta înşakirina jiyanek demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan e.”
Ayşe Aksoy destnîşan kir ku weke TJA’yê meşa azadiyê ya ku 4’ê Nîsanê hate destpêkirin silav dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiyê jinan û azadiya Rêber Apo ye’ di 19’ê Nîsanê de li navçeya Gemlîk e ya Bûrsayê bin. Dema jinan dema hatina cem Rêbertî ye. Çareserkirina pirsgirêka Kurd bi parçekirina diwarên Îmraliyê dê pêk were. Em jinên ku li herêma Marmarayê dijîn, heval, sosyalîst, femînist, Dayikên Aştiyê û tevgerên jinan ji bo dengderxistina aştiyê vedixwînin têkoşînê. Ji bo xwedî li vîna xwe derkevin û azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan qîr bikin em ê di 19’ê Nîsanê saet 13:00’an de li Gemlîkê werin cem hev. Wê azadî û jin bi ser bikevin. Jin Jiyan Azadî.”
Piştî xwendina metnê daxuyanî bi dawî bû.

