Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku bi operasyonekê serçeteyekî DAIŞ’ê girtine.
Daxuyanî wiha ye:
’’Hêzên me bi desteka Koalîsyona Naveteweyî li herêmên cuda yên Sûriyeyê operasyonên ewlehiyê yên berfireh li dijî bermahiyên rêxistina DAIŞ a terorîst didomînin.
Di vê mehê de jî hêzên me gelek operasyonên bibandor pêk anîn. Di encama operasyonan de şaneyên terorîst hatin bêbandorkirin û gelek endam û rêveberên rêxistinê hatin girtin.
Di vê çarçoveyê de Tîmên Operasyonên Taybet (TOL) yên girêdayî hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi desteka Hêzên Koalîsyona Navneteweyî duh (Çarşem) operasyoneke ewlehiyê li bajarokê Meskene yê rojhilatê bajarê Helebê li dar xist. Di operasyonê de serkerdeyekî rêxistina ’DAIŞ’ a terorîst hat girtin.
Operasyon piştî şopandineke îstîxbaratî ya zelal a tevgerên terorîstê bi navê Ehmed Xelef El Hisên ê ji bajarokê Meskenayê hat amadekirin. Hêzên me di operasyonê de bi ser cihê ku terorîst xwe lê vedişart girt û wî girt, bêyî ku zerar çêbibin.
Li gorî lêkolînan, terorîstî hat girtin şaneyek bi rêve dibir ku alavên pêwîst ên çêkirina erebeyên bombebarkirî peyda dikir da ku êrişan li dijî sivîlan û hêzên me pêk bînin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk teqez dike ku ji bo parastina aştiya navxweyî û jiyana sivîlan dê mîsyona xwe ya şopandina rêxistina terorîst û şaneyên wê bidomînin. Dê derbên giran bide hemû kesên ku ewlehiya herêmê xira bikin.”

