Bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Amedê ji bo piştgiriya bi girtiyan û xizmên wan re kampanya destpê dike.
Kampanya wê bi dirûşma ‘Şandina pereyan ji bo girtiyan sûc nîne’ pêk were û pere ji girtiyan re bê şandin.
TUAY-DER’ê ji bo girtiyan banga piştevaniyê kir.
Li gorî plansaziyê, sibe wê bi xizmên girtiyan re saet di 11:00 de li ber PTT a li Ofîs a navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayin û piştre pere ji girtiyan re bê şandin.