Rojnamevan Tûgçe Tatarî ku piştî 13 salan di pêvajoyeke din a aştiyê de çû Qendîlê û hevdîtin bi Hevseroka Giştî ya KCK’ê Besê Hozat re kir, çavdêriyên xwe yên li Qendîlê û nêrînên xwe yên der barê pêvajoyê ji me re vegot.
Tûgçe Tatarî anî ziman ku wê karîbû serdana 2 komînan bike; komîneke çapemeniyê, ya din jî komîna çandê û got, “Bi karekî endezyariyê li wê derê qadên mezin ên jiyanê hatine afirandin ku paceyên xwe nîne. Qadên civînê, qadên xwarinê, mutbex, beşên ku her kes lê dimînin, ode… Ji wî alî ve bêguman guhertina mezin ev bû. Beriya niha dema çûm em li derve mabûn, li hundirê konekî razabûm. Vê carê li hundir yek ji odeyan dan me, em li wir man. Ji bo min ev cudahiyeke mezin bû.
Belê, bêguman qadên mezin ên jiyanê hatin afirandin, lê belê ziyana hestewarî ya pêvajoya şer a deh salên dawî di her sohbetê de xwe nîşan dida. Ji ber ku ez çend rojan mam, min firsend dît ku bi gelek gerîlayan re biaxivim. Çîroka xemgîn a her kesî hebû. Bi giranî li ser vegerê pirsên bi vî rengî dipirsîn, ‘Eger veger çêbibe wê çawa be?’, ‘Gelo Tirkiye ji hatina me re amade ye?’, ‘Hûn çawa dibînin?’ Ya rast em hemû çawa li pêvajoyê dinihêrin; ‘Wê tiştek bibe yan na?’, ‘Wê pêşketinek bibe yan na?’, ‘Ev pêvajo wê ber bi ku ve biçe?’, li wir jî bendemayineke bi vî rengî hebû.”
Têkildarî çavdêriya xwe ya li ser rewşa gerîla Tûgçe Tatarî got, “Nikarim bibêjim ku bêhêvîbûn hebû. Ya rast ew e ku mirov bibêje, neavêtina gaveke şênber ji Tirkiyeyê dibû sedema pirs û fikaran. Bêguman rojevê dişopînin. Televîzyon, rojname… Bi rengekî dişopînin. Daxuyaniyên ji Tirkiyeyê têne kirin bi baldarî dişopînin, dema ku bi navê dewletê daxuyanî tê kirin, bi baldarî dişopînin. Weke ku pêvajo niha di nava xwe de bi pêş ve naçe jî. Lewma ji nêrîna wan wêdetir ew dixwazin ji vê derê agahiyê werbigirin.”
Tûgçe Tatarî anî ziman ku beriya 13 salan dema ku çû Qendîlê difikirî ku aştî tiştekî welê ye ku divê bê kirin û got, “Lê belê niha gihîştim wê baweriyê ku nuqteyeke jêneveger e, ji bo mirovên li wê derê jî ji bo me yên li Tirkiyeyê jî ji meseleyeke ewlekariyê wêdetir meseleyeke mirovî ye û ji bo çareseriya vê jî divê bi rengekî topyekûn bixebitin.”
Li ser rexneyên neyînî yên ji ber çûyîna Qendîlê Tûgçe Tatarî ev şîrove kir:
“Li Tirkiyeyê li gel rizandina gele mijaran ji aliyê îdeolojîk ve, ji aliyê nêrîna li azadiya fikrî, rojnamevanî û jinê jî li her qadê rizandinek çêbû.
Li gel pêşketinên serdema heyî hebûna jinê ya li nava jiyana kar û meyla rojnamevaniyê li gorî ruhê demê bi pêş neket. Li nava civakekê, li welatekî eger rizandin an jî hilweşînek hebe li her qadê çêdibe.
Ya rast ti ji wan rexneyan ne xema min e. Eger xema min bûya ne tenê li ser mijara çûyîna Qendîlê, her wiha di mijara bilêvkirina gotina li ser aştiyê û piştgiriya ji bo aştiyê diviyabû ez bi dudilî nêzîk bibûma. Ji ber ku hema bibêje piştî her nivîsa min heqaretên bi heman rengî li min têne kirin. Ez jinedîtî ve têm.
Sedema jinedîtîhatinê jî ev e: Em di demeke welê de ne ku welat li gelek qadan, mirovahî jî di gelek mijaran de mafê xwe winda kiriye. Bi dîtina min ev aştî ji şenseke ji bo welêt e, ne tenê destketiyeke Kurdan e. Bi dîtina min; bi rengekî topyekûn, em bi hev re; yanî ji neteweperest heta bi çepgir, muxalîf, alîgirê rejîmê her kes divê xwedî li vê pêvajoyê derkeve û ev yek êdî tiştekî jiyanî ye.
Eger ev aştî bi serketî biqede wê qadeke bêhndanê li vî welatî biafire û ji bo bendeariya vê demokrasiyê ku her kes bilêv dike wê korîdorek vebe. Ji ber vê yekê gelek tiştan dibim ber çavên xwe û bi dengekî bilind aştiyê diparêzim.”
Rojnamevan Tûgçe Tatarî diyar kir ku di vê pêvajoya aştiyê de wê ji aliyê îdeolojîk ve xwe li cihê parastina destketiyên Kurdan bi cih kiriye û got, “Ne ji bo ev pêvajoya aştiyê tenê tiştekî ji Kurdan re bîne, weke min got, ji ber ku difikirim ku ji bo civaka Tirkiyeyê meseleyeke jiyanî ye, ez tevlî vê koma bangawaziyê bûm. Divê em hemû bikevin binê bar. Divê em tiştekî bikin ku dewama wê bê, hîn bêhtir girseyî bibe.”
Tûgçe Tatarî ragihand ku eger bi hev re avê bigihîne ser aşê aştiyê û bikin ku aştî pêk were, wê her kes qezenç bike û got, “Derdora ku jê re Çep a Tirk tê gotin, xwe ji vê pêvajoya aştiyê vedigire. Derdora CHP, Yenî Partî xwe jê vedigire. Lê belê destketiya ji vir bê bidestxistin wê veguhere destketiyeke hevpar.
Niha li Tirkiyeyê kêm qad maye ku ji bo wan têkoşîn bê meşandin. Lê belê eger ji bo vê pêvajoya aştiyê têkoşîn bê meşandin, hingî wê korîdorek bêhnvedanê jinûve vebe.”
Tûgçe Tatarî ev bang li gelên Tirkiyeyê kir: “Nijad, reng, zimanê we qet ne girîng e. Ya girîng ew e ku di mercê pêkhatina vê aştiyê de mijar çiqasî bi hev ve girêdayî ne. Divê bê dîtin ku zîhniyeta doh Kurd diêşan û zîhniyeta niha Îmamoglû û tîma wî diêşîne, ya jî zîhniyeta ku doh dest danî ser şaredariyên Kurdan îro heman pirsgirêkan diafirîne, heman zîhniyet e.
Ji ber vê jî divê têkoşîna aştiyê weke têkoşîneke demokrasiyê bibînin. Ne weke rûniştina bi rejîmekê re û bazariyê bibînin, divê weke firsendeke bidestxistina destketiyekê bibînin. Ji bo vê jî bang li her kesî dikim ku bi hev re têkoşînê bimeşînin.
Ciwan, yan jî extiyar, ne girîng e bê kî be. Ji bo me hemûyan, ji bo zarokên me yan jî ji bo nifşên siberojê divê em bi xurtî xwedî li vê pêvajoyê derkevin, dengê xwe bilind bikin.”

