Nûnertiya Şirnexê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Botanê (MÊRDÎN TUHAD-DER), bi armanca balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş û astengkirina berdanan, li pêşiya Edliyeya Cizîrê daxuyanî da. Xizmên girtiyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk tevlî daxuyaniyê bûn.
Rêveberê TUHAD-DER’ê Huseyîn Sedat Sulger diyar kir ku berdana Bayram Acar, Zubeyîr Îdem, Saadet Îdîn û Levent Cîn tevî ku mafê berdana bi şert bi dest xistine jî tê astengkirin û girtiyên nexweşên giran Mehmet Elçe, Îsmaîl Tamboga û Onder Poyraz jî di girtîgehê de tên girtin.
Sulger bang li Wezareta Edaletê û saziyên eleqeder kir ku astengiyên li pêşiya berdanan rakirin û gavên şênber ku rê li ber aştiyê veke, were avêtin.
Serokê Baroya Şirnexê Metîn Tatar jî diyar kir ku bi taybet parastina şert û mercên jiyan û tenduristiyê yên girtiyên nexweşê giran yek ji erkên bingehîn ên dewletê ye.
Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal jî anî ser ziman ku girtiyên siyasî sewqî girtîgehên ji malbata xwe dûr tên kirin û berdana girtiyên ku demek dirêj e li girtîgehê tên girtin, bi sedemên cuda tên taloqkirin û girtiyên nexweş pirsgirêk di xwegihandina xizmetên tenduristiyê de jiyan dikin.
Piştî axaftinan, daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

