Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Bila dewlet gavê biavêje
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Bila dewlet gavê biavêje

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Kurtasiya fikrê gelê Kurd e ku berdêlên giran daye. Hevoka kurt bi vî rengî ye; em aştiyê dixwazin, bila dewleta gavê biavêje."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari beşdarî Kongreya Asayî ya 2’emîn a Rêxistina Êlihê ya DEM Partiyê bû. Di kongreyê de ku bi hezaran kes amade bûn, wêneyên ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn, Sakîne Cansiz û Mûstafa Mesût Tekîk, rojnamevana li Silêmaniyeyê hate qetilkirin Gulistan Tara, endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder û pankartên bi nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî”, “Em ji bo aştî û civaka demokratîk xwe bi rêxisin dikin”, “Soz ji te re wê aştî bê vî welatî” hatin daliqandin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Hevseroka Bajarê Êlihê ya DEM Partiyê Songul Korkmaz axivî û diyar kir ku ji bo bîranîna Mûstafa Mesût Tekîk wê têkoşînê bi ser bixînin.

Hevşaredara ku wezîfeya wê hate desteserkirin û qeyûm li şûna wê hate danîn Gulistan Sonuk jî got, “Armanca me ew e ku em li gorî ruhê pêvajoyê têkoşînê bimeşînin û têkoşîna gelê Kurd bi aştiyeke bi rûmet bi ser bixînin.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştre axivî û got, “Birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Rêxistina wî bersiv da vê bangê û kongreya xwe pêk anî. Em di demeke welê de ne ku ji bo avakirina aştiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê gavên girîng têne avêtin. Em li Tirkiyeyê di wê astê de ne ku karin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Eger hilbijartineke demokratîk bê kirin, hejmara şaredariyê me wê bi du qatî zêde bibe. Ji aliyê naverokê ve em partiya herî girîng a siyasî ya Tirkiyeyê ne, ji aliyê temsîliyetê ve jî sêyemîn partiya herî mezin û muxalefetê ne. Em bi piştgiriya gelê Kurd û hemû bindestan hatin vê derê. Em li ber wê demê ne ku destketiyên me heta niha bi dest xistine bigihînin asta hiqûqî. Bêguman em dikarin vê bi ser bixînin. Ji ber ne tenê gelê Kurd her wiha pêwîstiya Tirk, Ereb, Laz, Çerkes 86 milyon mirovên li vî welatî bi vê yekê heye. Cenazeyê Dayika Taybet 7 rojan li naverastê ma. Ji bo êşkence lê bê kirin 7 rojan cenaze li naverastê hate hiştin. Kurê wê Mehmet Înan vê dibêje; ‘Em ji dil piştgiriyê didin banga Birêz Ocalan, bila dewlet gavê biavêje’. Yên ku berdêl nedane mafê wan nîne ku bibêjin ’em aştiyê naxwazin’. Dayika hêja ya keça me Cemîle ku cenazeyê wê bi rojan di sarincê de hate hiştin Emîne Çagirga dibêje, ‘Du zarokên min li ber çavên min hatin qetilkirin. Li gel vê yekê dibêjim aştî. Ez ji vê pêvajoyê bi hêvî me, divê dewlet teqez gavê biavêje’. Ev yek kurtasiya fikrê gelê Kurd e ku berdêlên giran daye. Bi yek hevoka kurt bi vî rengî ye; em aştiyê dixwazin, bila dewlet gavê biavêje. Dayikên li vê salonê ev daxwaza gelê Kurd careke din anîn ziman. Bila dewlet gavê biavêje.

Armanca me ya herî mezin civakîkirina aştiyê ye. Gelê me dibêje ‘Birêz Ocalan bang kir û rêxistin jî li gorî bangê tevgeriya, kongreya xwe pêk anî. Biryarên xwe eşkere kir. Baş e, dewlet li benda çi ye?’ Belê bendewariya gel ji rayedaran mezin e, ev pirs li Êlih, Mêrdîn, Qers, Stenbol, Edîrne, li çar aliyên Tirkiyeyê tê kirin. Di vê pêvajoyê de meseleya esasî ew e ku Tirkiye bibe welatekî çawa. Wê li vî welatî wê hemû reng di welatîbûna hevpar de bigihêjin hev, an jî wê bi çoyê dadgerî û navendîperestiya ewlekariyê rejîm hewl bide civakê bi rê ve bibe? Her kes neçar e ji vê ezmûnê derbas bibe. Weke DEM Partî em dibêjin, divê Tirkiye tercîha xwe li aliyê demokrasî û aştiyê bike. Ji ber vê yekê demokrasî û aştî dirûşma me ya bingehîn e.”

Hatîmogûllari di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê şert û mercên kar û jiyana azad ên Rêber Apo bêne afirandin û got, “Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de got, ‘Silavê min li her kesî bikin ên ji bo aştiyê têdikoşin û hemû gelên me’. Ez silavê wî radigihînim. Ji vê derê jî em bibêjin, hezar silav ji Îmraliyê re.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÊLIH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên Îranê kolberekî qetilkirin
Nûçeya Pişt re Li Dersimê pevçûn: Serokê Cemxaneyê û biraziyê wî mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Çewlîgê meşa bi şevê pêk hat: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin

Li Çewlîgê jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê de meşa şevê li dar xistin û biryardariya…

Ji aliyê Stêrk TV

Zilar Stêrk: Divê bingeha diyaloga bi Rêber Apo re ava bibe

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk got, "Divê bingeha diyaloga bi Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Agirê Jiyan piştî 7 salan konserê dide

Agirê Jiyan piştî salên dirêj vegeriya. Kom roja Şemiyê (06.09.2025) li Düsseldorfê konserekê lidar dixe.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?