Çarşem, 7 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Aştiyê Gulistan Adibellî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP: Êrişên li Helebê zemîna lihevkirinê ji holê radike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li Kurdistanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tûnç daxuyaniya li ser daxwaza ‘Qanûna Înfazê’ ya MHP’ê: Di rojeva me de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tiştên ku li girtîgehan diqewimin pêvajoyê nîşan didin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mesûd Barzanî: Êrîşên Şamê sûcê mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Talebani: Hêzên me ji bo parastina gel amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên dewleta Îranê di 11 rojan de 12 xwepêşander qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîd Erdal, Avesta, Ekîn û Çekdar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê şehîdên Parîsê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêyên Huseyîn Aykol: Em ê penûsa wî rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E’yê ji bo meşa Parîsê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê ji bo jinên li Îran û Rojhilat banga berxwedanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên jin ên Kurd piştgirî dan gelên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 7 jinên xwepêşander revandin, aqûbeta wan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Mehekê herî kêm 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogullari: Dem dema gav avêtinê ye
Rojane

Tulay Hatîmogullari: Dem dema gav avêtinê ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku gava ji bo pêşwazîkirina bendewariyên civakî ya aştiyê nehatiye avêtin û got, “Pêvajo bi awayekî nediyar tê birêveberin. Aştî şênberî û wêrekiyê dixwaze.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Çile 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî û geşedanên di rojevê de nirxand.

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku ew hêvî dikin sala 2026’an ji bo gelan bibe sala aştî, aramî, wekhevî û azadiyê. Tulay Hatîmogullari mamosteyê Çapemeniya Azad nivîskar û rojnameger Huseyîn Aykol jî bi bîr anî û got ku mamoste Huseyîn ne tenê di navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd û Tevgera Şoreşgerên Tirkiyeyê de pirek bû, di heman demê de çinara Çapemeniya Azad bû.

Tulay Hatîmogullari bi minasebeta salvegera 10’emîn a Pakize Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Uyar ku di 4’ê Çileya 2016’an de li qedexeya derketina derve ya Silopiya de hatibûn kuştin bi bîr anî. Tulay Hatîmogullari diyar kir ku sala 2025’an ji bo gelên Rojhilata Navîn saleke tije derbas bûye. Tulay Hatimogullari bi rasthatina sala nû endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku di sala 2025’an de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser erdheja 6’ê Sibatê ya 2023’yan û got ku tevî 3 sal derbas dibin jî birînên mexdûrên erdhejê nehatine kewandin û bang li rêyedaran kir ku ji pirsgirêkên mexdûrên erdhejê çareser bikin. Tulay Hatîmogullari bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya ji bo Selahattîn Demirtaş û girtiyên doza Kobanê û xwest biryarên dadgeha navborî pêk were û girtiyên siyasî bên berdan.

Tulay Hatîmogullari di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo di sala 2025’an de bûye hêvî û got: “Tevgera Azadiyê li ser banga birêz Ocalan îradeyek nîşan da. Hemû dinyayê jî ev yek dît. Birêz Ocalan bi banga xwe ji bo aştiyê derfetên mezin afirand. Weke DEM Partiyê me jî berê xwe daye demokrasiyê û hêviya me jî siberojek bi edalet e. Me jî li ser vê esasê hem muzakere û hem jî têkoşîn bi hev re da meşandin. Li Meclîsê jî komîsyonek ava bû. Komîsyonê bi birêz Ocalan re jî hevdîtinek pêk anî. Bi vê yekê pêvajo jî derbasî merhaleyeke nû bû. Lê desthilat û dewlet li gorî van geşedanan gavên berbiçav neavêt û ji bendewariyên gel re nebû bersiv. Êdî dem dema avêtina gavan e. Ji bo wê jî di sala 2026’an de peywîrên mezin dikevin ser milê me hemûyan. Pirsgirêka mezin ev e; Derfeteke dîrokî ji bo aştiyê hatiye afirandin lê li gorî vê derfetê gavên şênber ên siyasî û hiqûqî pêk nehatine. Pêvajo bi awayekî nediyar tê birêveberin. Aştî şênberî û wêrekiyê dixwaze. Ev pêvajo bi niyetên devkî pêşve naçe lê bi paketeke demokratîk û aştî ku ji Meclîsê derkeve pêk tê.”

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê gava sereke pêkanîna şert û mercên xebata azad a ji bo Rêber Apo ye û wiha axivî: “Niha hemû partiyan raporên xwe pêşkeşî komîsyonê kirin. Niha şûnve divê raporeke hevpar bê amadekirin. Rapora hevpar jî divê xizmeta çareseriyê bike. Berpirsyariya komîsyonê ew e ku pirsgirêka Kurd ji zemîna şer û pevçûnê derxe û ji bo wê zemîneke hiqûqî û siyasî amade bike. Ji ber wê jî divê ji bo endamên PKK’ê qanûnên taybet bên çêkirin. Rejîma qeyiman divê bi dawî bibe. Qanûnên entegrasyona demokratik pêk were. Di qanûna înfazê de guhertinên berfireh bi edalet û wekhev pêk werin. Girtiyên siyasî demildest bên berdan. Em li vir bang li desthilat û muxalefetê dikin ku aştî bi hesabên deng wergirtinê û hilbijartinê pêk nayê û divê aştî nebe qurbanê hilbijartinê. Berpirsyariya desthilatê ew e ku bi gavên şênber û bawer biavêje û pêvajoyê pêşve bibe. Berpirsyariya muxalefetê jî ew e ku ji dûr ve li pêvajoyê temaşe neke û bibe parçeyekî çareseriyê. Çareseryeke demokratik xizmeta yekîtiya gelên Tirkiyeyê dike. Dijderketina pêvajoyê di heman demê de dijminatiya li dijî siberoja welat e. Weke DEM Partî em ê li Meclîsê aştiyê biparêzin û li kolanan jî bi rêxistin bikin. Em di vê çarçoveyê de sala 2026’an jî xebatên xwe bidomînin. Di sala 2026’an de aştî, azadî, aramî û wekhevî dê bi ser bikeve. Em vê soze didin gelên xwe.”

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser geşedanên li cîhanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em geşedanên li cîhanê dinêrin careke din dibînin ku aştiya navxweyî çiqas girîng e. Amerîka hiqûqa navneteweyî nas nekir û ket Venezuelayê. Ev yek jî nîşan dide ku di siberojê de emperyalîzm dê bihîje çi aste. Girtina Maduro nîşan dide ku tu dewlet û siyasetmedarek ne di ewlehiyê de ye. Çareserî pêkanîna mafê azadiyê ya gelên Venezuelayê ye. Çareserî ne destwerdana hêzên derve ye û ne jî rejîmeke dîktator e. Çareserî vîna azad a gel e. Ji bo pêşî girtina şerê emperyalîstan pêdivî bi rêxistinkirina Tevgereke Aştî ya Enternasyonalîst heye. Li dijî destwerdanan derve divê Tirkiye û Îran jî dev ji zextên xwe berdin. Bi gelan re aştiyê pêk bînin û demokrasî û azadiyeke rast pêk bînin. Ev yek ji bo hemû dewletên Rojhilata Navîn derbasdar e. Em li rex jin û ciwanên gelên Îranê ne. Li rex gelê Kurd ên Îranê ne. Bi vê minasebetê careke din Jîna Emîn bi bîr tînim.”

Tulay Hatîmogullari derbarê êrişên hikumeta demkî ya Şamê li dijî Elewiyan jî ev yek anîn ziman: “Yên ku ji Elewiyan re fermanan derdixînin û bêdeng dimînin sûceke mezin dikin. Em vê komkujiya li dijî Elewiyan qebûl nakin. Tevî van kiryarên hikumeta Şamê jî gefan li Rêberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin ku tev li hikumeta demkî ya Şamê bibin. Ji Rêveberiya Xweser re dibêjin teslîm bibin. Ev yek ne xwişk-biratî ye û ne jî hişmendiyeke wekheviyê ye. Peyama sersalê ya birêz Ocalan pir girîng bû. Piştî peyamê bi çend saetan Wezîrê Parastinê gef li Rojava xwar. Em careke din dibêjin dev jî vî zimanê gefxwarinê berdin. Ev pêvajo bi van gefxwarinan bi pêş ve naçe.”

Tulay Hatîmogûllari bersiva gefa Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya li dijî QSD’ê jî da û got: “Em ji MHP’ê re jî dibêjin; zimanê gefxwarinê aştiya herêmî bi xwe re nayîne. Bi dawîbûna pirsgirêkên Sûriyeyê bi demokrasiyê pêkan e. Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê hevdîtinek pêk anîn. Hêviya me jî ew e ku ji van hevdîtinan çareseriyek derbikeve. Weke ku birêz Ocalan jî got divê Tirkiye jî bi roleke erênî di vê pêvajoyê de rabe. Ya ku li Sûiyeyê ji bo Tirkiyeyê xetereye ne Rêveberiya Xweser e lê DAÎŞ û çeteyên din bi xwe ne. Yên ku ji Kurdan re dibêjin teslîm bibin di serî de li dijî DAÎŞ’ê divê helwest nîşan bidin. Gefxwarina li dijî Kurdan cesaretê dide DAÎŞ’ê. Ya ku dawî li DAÎŞ’ê bîne jî pêkanîna hiqûqa xwişk-biratiyê ya li Tirkiye û Sûriyeyê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Du şehîd li Hesekê hatin veşartin
Nûçeya Pişt re Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îsraîlê kaosa rastgirên tundraw: Êrîşî baregehên leşkerî kirin

Li Îsraîlê piştî binçavkirina leşkeran ku egera wê miameleya xirab a li dijî girtiyê Filistînî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo malbatên şehîdan serdanên sersaxiyê

Li Wanê girseya gel serdana malbatên gerîlayên HPG'ê Agît Ertaş, Sezer Işik û Ferhat Oztan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo gerîlayê HPG’ê Zerdeşt konê sersaxiyê

Ji bo gerîlayê HPG’ê Bahoz Zerdeşt li mala malbatê ya li Wanê konê sersaxiyê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayika Aştiyê Gulistan Adibellî jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DBP: Êrişên li Helebê zemîna lihevkirinê ji holê radike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KNK: Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li Kurdistanê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Tûnç daxuyaniya li ser daxwaza ‘Qanûna Înfazê’ ya MHP’ê: Di rojeva me de nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?