Sêşem, 10 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika girtî Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Bendewariya her kesî qanûneke înfazê ya wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Stenbolê ji bo Newroza ‘Azadî û Yekîtiyê’ bang

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza 2026’an wê bi dirûşma ‘azadî û yekîtî’ were pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Mexmûrê di roja 964’an de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayê Benî Herîr hat bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyon: Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî gur dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Strana Newrozê hate nasandin: Newroza Serfiraziyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komuna Jinan a Jina Emînî şahiya 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tambov û Saratovê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zozan Çewlig: Bi ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna xwe bi ser bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Montevideoyê peyama piştevaniya enternasyonalîst hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Dem dema icraetê ye
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Dem dema icraetê ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di kongreya li Rihayê de axivî û diyar kir ku hikûmetê têkildarî pêvajoyê gavên pêwist neavêtine û got, “Dem dema icraetê ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê, 1’emîn Kongreya Awarte li eywaneke dawetê ya li navçeya navendî Halîliyeyê li dar dixe. Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari, birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan, wekîlên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan, Ferît Şenyaşar, Mîthat Sancar û Dîlan Kunt Ayan û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, hevşaredar, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tevlî bûn.

Li eywana kongreyê wêneyê Abdullah Ocalan ê di dema xwendina “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de, wêneyên ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, wêneyê Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, û pankartên “Aştî bi rojê hiltê”, “Xweşiktirîn diyariya ji bo dayikan aştî ye”, “Em di jiyaneke sosyalîst de biisrar in” û “Di rêya çareserya ber bi aştiyeke birûmet ve de em hêza teorîk û pratîk silav dikin” hatin daliqandin.  Kongre, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre ciwanan bi yek dengî sirûda “Çerxa Şoreşê” gotin.

Di kongreyê de ji ewil Hevserokên Bajar Sema Aîşeoglû û Bekir Karakeçîlî beşdar silav kirin û spasî kirin. Piştre jî Wekîlê Rihayê Omer Ocalan axivî û got: “Rêya aştiyê li pêşiya me ye. Çav û guhê her kesî li Rêber Ocalan e. Hinek pêşniyarên Rêber Ocalan ji bo Rihayê hebûn. Tişta ji me dixwaze, mezinkirina siyaseta demokratîk e. Riha dikare pêşengtiya vê bike. Em ê bi hev re bixebitin.”

Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar jî bal kişand ser girîngiya pêvajoya nû û got: “Ev rê ne rêyeke hêsan e, bi astengiyan tije ye. Jê re ked divê. Birêz Ocalan bangekî wisa kir ku li tevahiya cîhanê deng veda. Banga berdana çekan kir. Mînaka vê li cîhanê nîne. Aştiyeke li vê derê dê bikare rêya aştiyeke mayinde li Rojhilata Navîn veke.”

Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî beşdarên kongreyê bi 3 zimanan silav kir û got ku Rihay bajarê berxwedana li dijî zilmê ye. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku ew li bajarê Rêber Apo ne, kesên di şoreşê û têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got ku ew ê têkoşîna wan bi ser bixin.

Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku hevkêşeyên Rojhilata Navîn bi qasî şer û pevçûnan, hêviyê jî di xwe de dihewînin û got: “Tovê civaka demokratîk jî di xwe de dihewînin. Em di serdemeke ku pergala kapîtalîst krîzeke kûr dijî de ne. Bedela wê ya herî mezin jî gel, karker û kedkar didin. Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin. Piştî li Sûriyeyê HTŞ bûyî îktîdar, hevkêşeya li Rojhilata Navîn jinûve ava bû. Ev şer û pevçûn biqasî şer û pevçûnan, di heman demê de aştî, çareserî û tovê civaka demokratîk a birêz Ocalan qala wê dike jî dihewîne.”

Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û biryarên kongreya PKK’ê û got ku divê ev bang baş were fêmkirin. Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Berpirsyartiya me ye ku em vê bangê baş fêm bikin û bidin fêmkirin. Ev bang, banga rizgariya bindestan e. Ev bang, ji bo cîbicîkirina mafên nasname, zimanê dayikê yê gelê Kurd e ku tevî bedelên giran jî dev ji têkoşînê berneda. Ev bang, banga hemwelatiya wekhev e. Ev bang, banga avakirina civaka demokratîk û rêya sosyalîzmê ye. Ev, banga avadaniyeke enternasyonale ku sînoran derbas dike. Ji Amerîkaya Latîn heta Erebistana Siûdî li her derê xwedî li vê bangê dekrketin û bersivên erênî hatin dayin. Ev bang, banga serkeftina têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan e. Banga avakirina pêşerojeke azad û demokratîk a ciwana ye. Ev bang ji bo her kesî ye.

Tirkiye di qonaxeke dîrokî de ye. Em tenê bi rêya aştî û civaka demokratîk dikarin pêşiya van hêz û ferasetên gefê li civakê dixwin bigirin. Em bang dikin ku hemû egerên vê bangê bên cîbicîkirin. Rêxistinên me gund bi gund, tax bi tax, mal bi mal geriyan û pêvajoya aştiyê vegotin. Em li her derê xebitîn lê mixabin îktîdarê hêj gavek neavêtiye. Pir hêdî û bêcisaret tevdigere. Divê were zanîn ku bi gotinê sifir nabe zêr. Civakeke biewle, bi cîbicîkirina aştiya navxweyî, wekhevîazadî, aştî û xwişk-biratiyê dibe. Ji bo civaka ewle hewceye hebûna Kurdan jî bi qasî ya Kurdan were dîtin û xwedî heman mafên nasnameyê bin. Bi wê pêkane ku ji her baweriyan gel bikarin bi awayekî azad dua û îbadetê de xwe bikin… Wê demê mirov dikare qala aştiyê, xwişk-biratiyê bike. 

Kesên dixwazin aştiyê bikin, bila tavilê dev ji polîtîkaya qeyûman berdin. Bila hemû qeyûman paşve bikişînin û hevşaredar li peywira xwe vegerin. Ev dê bibe geşedaneke girîng. Divê operasyonên di her sersibehê de tên kirin bi dawî bibin. Operasyonên HDK’ê, Lihevkirina Bajar, ÎBB û herî dawî binçavkirin û girtina şaredarên Seyhan û Ceyhanê yên Edeneyê. Em van qebûl nakin û şermezar dikin.” Tulay Hatîmogûllari spasiya rêveberiya heyî kir û ji bo rêveberiya nû jî serkeftin xwest.

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku li her çar aliyên Tirkiyeyê gel li benda paketa darazê bû û wiha pê de çû: “Mixabin tu daxwazên DEM Partiyê di pêşniyarqanûnê de cih negitin. Me dixwest qanûna Covîdê were berfirehkirin lê pêk nehat. Lewma em dibêjin tu kes dê aştiyê di tepsiya zêr de pêşkeş neke. Aştî tenê bi têkoşîna me ya rêxistinkirî pêkan e.”

Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser meşa duh li Amedê bi pêşengtiya TJA’yê hat lidarxistin û got ku jinan ji bo aştiyê peyama xwe ya xurt dane.”

Piştre jî peyama girtiyên li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Rihayê şandibûn ji hêla dîwanê ve hate xwendin. Girtiyan, di nameya xwe de beşdar silav kirin, rêveberiya nû pîroz kirin, bal kişandin ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo. Girtiyan, destnîşan kirin ku ew dilsozên her gava Rêber Apo ne û gotin ku peywira esasî jî xwedîderketina li geşedanên di çarçoveya paradîgmaya “Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê” diqewimin e û civakîkirina wê ye. Girtiyan, diyar kirin ku divê rêveber û xebatkarên DEM Partiyî û kesên welatparêz bêhtir bi rola pêşengtiyê rabin, hedefên xwe pêk bînin û piştgiriyê bidin têkoşîna Rêber Apo.

Piştre jî raporên darayî û fealiyetan hatin xwendin. Herî dawî jî Ayşe Surucu û Nîhat Demîrbîleklî weke hevserokên DEM Partiyê yên bajar ên nû hatin hilbijartin.  

Kongre, bi gerandina govendê ya li ber stranên Hozan Servan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Turkdogan: Em hîna di qonaxa aştiyê ya negatîf de ne
Nûçeya Pişt re Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Helebê ji bo sê şehîdan merasîma girseyî

Ji bo endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Çîçek Efrîn, Nûrî Hemokan û gerîlayê HPG’ê Mazlûm Şêrawa…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên dewleta Tirk li Babê zarokek qetil kirin

Li gundewarê rojhilatê Helebê zarokek bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hat qetilkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 2’Ê ÎLONA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayika girtî Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Temellî: Bendewariya her kesî qanûneke înfazê ya wekhev e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Stenbolê ji bo Newroza ‘Azadî û Yekîtiyê’ bang

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DYE’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?