Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nirxandina encamên hilbijartinê û diyarkirina xeta têkoşîna polîtîk, civiya. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beriya civînê li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da.
Hatîmogûllari, diyar kir ku dê derfetên hilbijartinê yên ji bo têkoşîna jinan a serdema nû afirandî bi hev re binirxînin û nexşerêyeke nû diyar bikin. Hatîmogûllari got ku encamên derketin holê mirûzê wan xweş kiriye û hêviya wan mezin kiriye. Bi domdarî Hatîmogûllari da zanîn ku îktîdarê di hilbijartinê de hemû derfetên dewletê bi kar anî û ew jî di nava bêderfetiyên mezin de ketine hilbijartinê. Hatîmogûllari leşker û polîsên weke hilbijêr li 32 navendan hatin veguhestin bi bîr xist û got ku AKP’ê tevî hemû hewldanên xwe jî li hemberî xebata çalak a DEM Partiyê nekarî xwe bigihîne meqseda xwe. Hatîmogûllari ji bo 10 şaredariyên nehatin qezenckirin jî ev nirxandin kir: “Di esasê xwe de AKP li wan 10 navendan bi ser neket. Bi hilbijêrên veguhestî ev der xesp kir.”
Di berdewamê de Hatîmogûllari bi bîr xist ku li Şirnexê 8 hezar û 500 leşker hatine veguhestin û ev tişt anî ziman: “Ev polîtîkaya dagirkeriyê û xespkirina vîna gel e. Lê xelkê Şirnexê bersiveke baş da û em spasiya wan dikin.” Hatîmogûllari got ku hêza lokomatîf a xebatên DEM Partiyê jin bûn û bi şev û roj xebitîne.
Di berdewamê de Hatîmogûllari destnîşan kir ku rojek berê di nava 24 saetan de 4 jin hatine qetilkirin û polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinên kurd bi bîr xist. Hatîmogûllari, got ku polîtîkayên şerê taybet bi destê hêzên ewlekariyê tên meşandin û dê tevgera jinên Tirkiyeyê û tevgera azadiyê ya jinên kurd rê nedin van polîtîkayan. Hatîmogûllari, bi domdarî “Turnuvaya Futbolê ya Gulistan Doku” ku Meclîsa Ciwanan daye destpêkirin bi bîr xist û got ku helwestekî li dijî polîtîkayên şerê taybet e û spasiya ciwanan kir.
Bi domdarî Hatîmogûllari wiha got: “Di xebatên hilbijartinê yên li Kurdistanê de em bûn şahid ku plana têkbirinê û rejîma qeyûm têk çûye. Tevî rejîma qeyûm û seferberkirina derfetên dewletê jî me li Kurdistanê serkeftineke dîrokî bi dest xist. Her wiha ev encam nîşaneya wê bû ku divê em têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Di kampanyaya hilbijartinê de êrişê li dijî pergala heverokatiyê û nûnertiya wekhev bi zelalî derketin holê.
Di Doza Kobanê de dê biryar bihata dayîn lê taloqî 16’ê gulanê kirin. Hemû dinya û raya giştî ya Tirkiyeyê dizane ku Doza Kobanê, bandora DAÎŞ’ê ya li Sîncanê ye. DAÎŞ li Kobanê hate têkbirin û ev ji bo hemû cîhanê girîng bû. Berxwedana Kobanê li hemû cîhanê hate pîrozkirin lê îktîdara AKP’ê bi hinceta twîtekê û bi sedan klasorên bi îdiayên vala tije, êriş kir. Hevalên me di danişînên xwe de daraz darizandin û zîhniyeta azadîxwaziya jinê nîşanî wan dan.
Rewşa girtî ya Gultan Kişanak didome. Li gorî qanûnan divê bihata berdan. Me li gel Kişanak kampanyayeke xurt a hilbijartinê meşand. Di şexsê Gultan Kişanak a hêja de em silav û hezkirinên xwe ji hemû girtiyên Doza Kobanê re dişînin.
Du birînên mezin ên Rojhilata Navîn hene. Yek jê pirsgirêka kurd ya din jî ya Filistînê ye. Divê ev pirsgirêk di çarçoveya tayînkirina qedera xwe ya gelan de bê çareserkirin. Heta ev pirsgirêka çareser nebin şer dê bidome. Li dijî polîtîkayên tecrîd, tundî û şer em aştiya birûmet diparêzin. Dê têkoşîna me ya li dijî cînayetên jinan bidome. Em ê bibin dengê lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar. Ji bo berdana Hatîce Yildiz a 75 salî ku li ser sedyeyê biribûn girtîgehê û girtiyên nexweş têbikoşin. Li dijî zext û zilmê, pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev xeta me ya mor e. Em ê li dijî cînayetên jinan rêxistiniya xwe mezintir bikin. Ji bo serkeftina serhildana jinan dê têkoşîna me bidome. Dê têkoşîna me ya ji bo destûreke bingehîn a demokratîk bidome.”