Rêxistina DEM Partiyê ya Qersê bi şîara “Dema xwerêxistinkirinê” 1’emîn Kongreya Derasayî li dar xist.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di kongreyê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên qeyûman û wiha got: “Cihê qeyûman ne di hiqûqa Tirkiyeyê ne jî di ya navneteweyî de nîne. Niha AKP pergala qeyûman a çêkirî di bin perdeya qanûnê de disepîne.”
Tulay Hatimogûllari diyar kir ku “Qeyûm li vî welatî pirsgirêka her kesî ye” û wiha dewam kir: “Em ê bi hemû hêzên xwe yên demokratîk li dijî derbeya qeyûman bi gelê xwe re li ber xwe bidin. Aşîtî li alîyekê şer li alîyekê şahî pêk nayê.”
DIVÊ STATUYA GELÊ KURD BÊ QEBÛLKIRIN
Tulay Hatimogûllari geşedanên li Sûriyeyê pêk tên nirxandin û got: “Ya ku em li Sûriyeyê dixwazin avakirina Sûriyeyeke demokratîk e ku hemû gel û baweriyên cuda yên li Sûriyeyê di rêveberiyê de cih bigirin, bi awayekî azad baweriyên xwe bijîn û bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin. Di pêvajoya avakirina Sûriyeya demokratîk de divê giringiya têkoşîna li Rojava tê dayîn bê dîtin. Rojavayê berxwedaneke gelek mezin nîşan da.
Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk û yên çeteyên girêdayî wê da û got: “Divê statuya gelê Kurd were dîtin. Mixabin Tirkiye bi rêya SMO ê û çeteyên din êrîşî Rojava dike.”
Tûlay Hatimogûllari her wiha bal kişand ser hevdîtina şandeya DEM Partiyê ya Rêber Apo re û wiha got: “Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke siyasî û civakî ye û bandoreke xirab li ser jiyana hevpar a gelan dike. Nabe ku çareseriya pirsgirêka Kurd tenê wek berpirsiyariya Birêz Abdullah Ocalan bê dîtin. Birêz Ocalan bi têkoşîna xwe û di nameya xwe de jî nîşan da ku berpirsyarî ne tenê li ser milê desthilatdariyê ye, di heman demê de mixalefet jî ji vê yekê berpirsiyar e. Tirkiyeyê gelek êş û azar kişandin. Gelê Kurd êşeke mezin dît û ciwanên xwe winda kir, Tirkan ciwanên xwe winda kir. Daxwaza me ya herî mezin ev e; Bila ev xwîn bisekine û em bi hev re jiyana hevpar ava bikin.”
DIVÊ MAFÊ AZADÎ Û EWLEHIYÊ BÊ DABÎNKIRIN
Hatîmogûllari herî dawî wiha axivî: ” Li pêşiya çareseriyê tu astengî nîne. Tenê divê dewlet di mijara çareseriyê de bi Îmraliyê re bikeve diyalogê û xeta heyî pêş bixe. heger vê bike, hemû gelên Tirkiyeyê û hemû aliyên siyasî ji vê pêvajoyê re amade ne. Ev derfeteke mezin e. Ji bo me derfeteke dîrokî ye. Rast e, hevdîtin hene, lê ev hevdîtin nayê wê wateyê ku tecrîd bi temamî hatiye rakirin û pêvajo bi awayekî baş pêş dikeve. Her wiha divê bê kirin mafê tenduristî, ewlehî û azadiyê yê Birêz Abdullah Ocalan bê misogerkirin û ji bo pêkhatina aşîtiyê hewşeke mezintir bê dayîn.”