Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari beşdarî çalakiyê bû.
Hevberdevkên Swîsreyê yên SYKP’ê Ezgî Solmaz û Alî Cemlakandelen, jı UNIA’yê Serokê Rêxistiniya Koçberan Hîlmî Gashî axivîn.
Di çalakiyê de ku nûnerên gelek rêxistinên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyî tevlî bûn, hunermend Rûken Yilmaz û Mogûllari derketin ser dikê.
Tulay Hatîmogûllari axivî û bûyerên li Rojava nirxand.
Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser serdana hefteya derbasbûyî li Rojava kir û destnîşan kir ku modela xwerêveberiyê ya li herêmê paradîgmayeke azadîparêziya jinê, demokratîk û aştiyane pêşkêş dike.
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku Rojava li dijî tarîtiyê ronahî ye û êrişên HTŞ, DAÎŞ’ê li dijî vê modelê ye.
Hatîmogûllari diyar kir ku Kurd û gelên herêmê bi biryar in ku qadên xwe yên jiyanê biparêzin û bi taybetî bal kişand ser rola jinan a di nava berxwedanê de.
Tulay Hatîmogûllari ragihand ku agirbesta heyî tenê bi mezinkirina piştevaniyê dikare mayinde bibe û bang kir ku vegera xelkê Efrînê pêk were û dorpêça li ser Kobanê bê rakirin.
Tulay Hatîmogûllari got, “Divê bê zanîn ku ev têkoşîna xwedîderketina li Rojava hêza herî girîng e ku peyman da mohrkirin. Ji bo agirbest mayinde bibe em neçar in ku piştevaniyê mezin bikin.”

