Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” çû navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê. Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê navçeyê daxuyanî da û bal kişand ser qetilkirina Narînê û xwest bûyerê ji her alî ve bê zelalkirin.
Hevserok Tulay Hatîmogûllari wiha domand: “Cenazeyê wê piştî 19 rojan şevê din hate dîtin. Ew bedena biçûk çawa ji holê hate rakirin, li wî gundî çi diqewime, çi lîstik hene, kî di nava vî karî de heye… gelek pirs hene. Zarokek a 8 salî niha di bin axê de ye. Ev zarok çima ji holê hat rakirin, çima hate qetilkirin? Kî li pişt vî karî ye, kê ev cînayet teşwîq kir, kê dizanî lê bêdeng ma? Ji duh ve bajarên Kurdistanê li ser pêyan e. Rewşekî wisa heye ku kujerên Narînê û hêzên li pişt wan tên parastin. Di serî de hiqûqnas û rojnameger, gelek kes pirsan dike. Mecbûr in ku van pirsan bibersivînin. Cînayetên zarokan polîtîk in. Narîna biçûk û hêja, me efû bike ku me nekarî rê li ber mirina te bigirin. Me efû bike ku me nekarî te bibînin. Bila stêrk rêhevalên te bin.”
‘EM VÊ POLÎTÎKAYÊ QEBÛL NAKIN’
Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de li gelek cihan geriyane û bi gelek aliyan re hatine gel hev.
Hatîmogûllari,da zanîn ku li gorî îstatîstîkan bajarê herî xizan Colemêrg e û wiha pê de çû: “Xelk debara xwe bi sewalkariyê dike lê nikare biçe gundên xwe. Em vê polîtîkayê qebûl nakin. Mafê her kesî heye ku li ser xaka xwe têr bibe, hilberîne û bijî. Mixabin li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet hene. Mêrg û zozan qedexe ne û sewalkarî tune dibe. Sedema vê jî şerê tê domandin e. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, em ê heta dawiyê têbikoşin.”
Hatîmogûllari, got ku ji ber cotstandartiyên li dijî xelkê herêmê, gel mexdûr dibe û ev tişt anî ziman: “Li Colemêrgê 3 deriyên sînor hene. Lê li tu deverekê cîhanê bajarekê deriyên wê yên sînor hene ewqas xizan û birçî nîne. Lê li vir ji ber polîtîkayên taybet ên li dijî kurdan, wateyeke van deriyên sînor namîne. Deriyê Sînor ê Rûbarokê jî bi temamî nekêr e. Kengî bixwazin digirin, kengî bixwazin vedikin. Gelo we qet deriyê sînor ê ji wesayîtan re girtî dîti ye? Cihêkariyeke etnîkî ya mezin heye. Heke li vir gelekî din hebûya, niha zû de rê hatibûna çêkirin û derî bihata çalakkirin.
Sînor, ji baronên tiryakê re vekirî ne lê ji bo du kartonên cigareyan ên welatiyên debara xwe dikin girtî ne. Ji vê re jî dibêjin qanûn. Lê ev kes qanûnan nas nakin. Polatan berdidin lê girtiyên siyasî bernadin. Deriyên sînor jî mîna vê ye, ji bo tiryak û qaçaxçiyên mezin serbeste lê ji bo gelê bi bavulên biçûk bazirganiyê dike qedexe ye. Em vê qebûl nakin. Divê deriyên sînor bên çalakkirin. Xelkê Colemêrgê tê cezakirin.”
POLÎTÎKAYÊN ŞER Û DAGIRKIRINÊ
Hatîmogûllari banga aştiyê li dewletê kir û xwest pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Hatîmogûllari, anî ziman ku bi qetilkirina sivîlên başûrê Kurdistanê, bi girankirina tecrîda li Îmraliyê û bi operasyonên derveyî sînor tu encam nayên bidestxistin. Siyaseta desthilatê ya derve bi temamî bûye muhaberat ÎHA û SÎHA. Em vê siyasetê red dikin. Divê siyaseta derve aştiyane be.
YEKÎTIYA NETEWEYÎ
Yekitiya neteweyî ya gelê kurd ji bo piştevanî û têkoşîna rêxistinkirî ya gelên herêmê gelek girîng e. Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin. Heke aştî tune be, edalet tune be wê demê tu tiştek nîne. Lewma em ewqas zêde qala yekitiyê dikin. Em dixwazin strana aştiyê bi dengekî bilindtir bibêjin. Ji bo vê jî divê em ji bo aştiyê xwe bêhtir birêxistin bikin û polîtîkayeke aştiyane li dijî derve bimeşînin. Lewma em li ser sînor, li Rûbarokê banga aştiyê li hemû gelan dikin.”
Hatîmogûllari piştî daxuyaniyê bi xelkê li deriyê sînor re civiya.