Sêşem, 10 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mersînê agirê destpêkê yê Newrozê hate dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi droneyan êriş li ser kampên partiyên Rojhilat hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî li Swêdê wefat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê pîrozbahiyên Newrozê 11’ê Adarê li Kadîfekaleyê destpê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cédric Wermuth: Divê em Rojava û modela wê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bombe li baregehên Heşdî Şabî yên li Kerkûkê hate barandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê-Îran di demeke nêz de vebin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat tê çi wateyê?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê destpêkê yê Newrozê wê li sûr ên dîrokî bê dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Mexmûrê di roja 964’an de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhildanan ber bi Jineolojiyê ve: Veguherîna ber bi pêşengên jiyana azad ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tûncer Bakirhan: Birêz Ocalan got, ‘Nebin parçeyê şerê herêmî’
Rojane

Tûncer Bakirhan: Birêz Ocalan got, ‘Nebin parçeyê şerê herêmî’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di axaftina xwe de ya li koma partiya xwe got, "Birêz Ocalan ji me re got, 'Nebin parçeyekî şerê herêmê. Lê belê li dijî neheqî û bêhiqûqiyê divê Kurd bibin yek û têkoşîneke hevpar bimeşînin'."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Adar 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li civîna koma partiya xwe ya li meclîsê axivî.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Bakirhan li ser bûyerên di rojevê de axivî. Bakirhan têkildarî şerê li Îranê didome destnîşan kir ku Rojhilata Navîn ketiye nav krîzên kûrtir û wiha got: “Li Îranê rejîmê tu carî hêza xwe naspêre gelan. Rejîmê çavkaniyên Îranê hemû ji tank û topan re veqetand. Li dijî nasname û baweriya gelan jî tu azadî mîsoger nekir. Kurd û pêkhateyên cuda û muxalîf bi darve kir. Lê bi mudaxileya derve azadî û demokrasî nayê wî welatî. Gelên li wî welatî dikarin azadî û demokrasiyê bînin. Her ku şer gur dibe gelên bindest, jin û zarok jiyana xwe ji dest didin. Divê şer û pêvçûn bi dawî bibin û desthilat û rejîmên zextê li gelan dikin jî biguherin. Em bi vî awayî çawa nêzî şerê li Îranê dibin diyar dikin. Lê bi israr hinek hene li ser navê Kurdan gotinan dikin. Kurdan wek hêzek ku dikarin siberoja xwe diyar bikin nabînin, aqil didin Kurdan.”

Tûncer Bakirhan bal kişand ser kesên gotinan û neheqî li Kurdan dikin û wiha axivî: “Bila dev jî van gotinan berdin. Kurd dê li ku çi bikin bixwe dizanin. Bila kes aqil nede Kurdan. Hefteyeke ku hemû kesan qala Kurdan kir. Beriya vê jî ji ber Rojava hemû kesan dîsa qala Kurdan dikir. Çima her tim cîhan qala Kurdan dike. Bila dewletên herêmê li ser vê yekê bifikirin. Heke Kurd li dewletên lê dijîn ne welatiyên wekhev û azad bin helbet wê qala Kurdan bê kirin. Yên Kurdan weke kesên dikarin bên ‘bikaranîn’ pênase dikin, bila baş bizanibin ên bi înkar û tunehesibandinê li ser Kurdan ferz dikin bila ser vê bifikirin. Bêjin çima dinya qala Kurdan dikin. Ziman, çand û mafên Kurdan nas bikin bila dema li cihekî guleyek teqiya dinya qala Kurdan neke. Avakirina biratiyeke rasteqîn jî di vir de derbas dibe.”

Bakirhan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku serok û pêşengên Kurdan li dewletên lê dijîn li çareseriyê digerin û wiha domand: “Birêz Ocalan li ser Îranê gelek caran hişyarî da. Birêz Ocalan ‘Nebin parçeyekî şerê herêmê. Lê belê li dijî neheqî û bêhiqûqiyê divê Kurd bibin yek û têkoşîneke hevpar bimeşînin’. Birêz Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî jî heman tişt gotin. Birêz Bafil Talabanî jî heman tişt got. Hemû jî dibêjin Kurd nabin mertalên kesî û ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin. Me jî di serî de got; Em piştgiriya êrişên hêzên hegemon nakin lê divê ew rejîm jî biguhere. Me got em li rex têkoşîna jinên Îranê ne. Yên dibêjin em tevgerên Kurd dişopînin bila di serî de serok û pêşengên Kurd ên xwedî rûmet binêrin û wan bişopînin.”

Tûncer Bakirhan êrişên rejîma Îranê yên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Di şer de ye lê tevî vê yekê jî hê jî êrişî Kurdan dike. Beriya êrişî Kurdan bike bila maf û hebûna Kurdan nas bike. Maf û azadiya Kurdan qebûl bike û werin em Rojhilata Navîn demokratîk bikin. Mafê hemû gel û netewan mîsoger bikin û em ronesannsa Rojhilata Navîn ava bikin. Çareserî diyar e. Werin em yekîtiya demokratik a Rojhilata Navîn saz bikin. Di vir de divê dewletên herêmê bi rola xwe rabin. Çima Tirkiye bi vê yekê re pêşengiyê neke? Ev pêvajo firsendeke. Maf û hebûna Kurdan mîsoger bikin û em bi hev re di nava yekîtiyê de bijîn. Gelên Îranê bi salane di bin zextên rejîma molla de dijîn.”

Bakirhan destnîşan kir ku Kurd bi hêza xwe ya cewherî sed sal in têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew hêzên hegemon li ku bûn dema Kurd dihatin dervekirin. Têkoşîna Kurdan nû dest pê nekir. Ji Simkoyê Şikakî heta Qasimlo û Ferzad Kemengeran Kurd li Rojhilat têdikoşin. Kurd xwe naspêrin kesên tênakoşin. Kurd bi hêza xwe ya cewherî sed sal in têdikoşin. Kurd beriya rejîmê jî li wan çiyayan bûn. Ev rejîm jî dê biçe lê dîsa li wan çiyayan Kurd dê hebin. Kurd bi hezaran sal in li ser erdnîgariya xwe dijîn, dixwazin bi ziman, maf û azadiya xwe bijîn. Îran herêmeke ji aliyê netew û baweriyan ve dewlemende. Rejîmeke zextkar nikare mayinde bibe.”

Tûncer Bakirhan diyar kir ku divê Tirkiye li dijî xetereyên şer ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk zûtir gavan biavêje û wiha axivî: “Em dixwazin Tirkiyeyê ji vî şerî biparêzin. Ev welatê me ye jî. Divê pirsgirêka Kurd nebe hinceta şerekî li vir. Ji bo wê divê em çareseriyê zûtir pêk bînin û gavan biavêjin. Divê hemû kes ji wateya pêvajoya aştiyê ya birêz Ocalan daye destpêkirin baş fêm bike. Niha em li ser pira siratê ne. Tu luksa me tune ye ku gavan hêdî bên avêtin. Dema me nema. Divê zûtir gav bên avêtin. Xetere pir mezin in. Lê desthilat hê jî hesabên biçûk dike. Di vê pêvajoyê de ya herî girîng hiqûq û demokrasî ye. Ji aliyekî ve dibêjin bila Ehmed biçin ser peywirê ji aliyê din ve jî dema hiştina qeyiman dirêj dikin. Êdî dawî li vê bînin û bila hevşeredar vegerin ser karê xwe. Divê akademîsyenên aştî dixwazin jî vegerin karê xwe. Ev pêvajo wan jî hilde nav xwe. Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa pêk bînin ku Demîrtaş û Yuksekdag bikaribin tev li Newrozê bibin. Em biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û demokrasiyê pêk neynin em dê çawa yekîtiya navxwe mîsoger bikin?”

Tûncer Bakirhan anî ziman ku êrişên li ser Îranê ji aliyê aboriyê ve jî bandor li Tirkiyeyê dike û li ser aboriyê jî got ku ji ber krîza aborî welatî nikarin debara xwe bikin û divê îkramiya cejnê ya taqawîdan qasî muçeya asgarî bibe.

Tûncer Bakirhan ji bo Newrozê jî bang li jin, ciwan û hemû gelên li Tirkiyeyê û Kurdistanê kir û got: “Werin em bi hev re dengê aştiyê bilind bikin û di vê serdema dîrokî de divê tevlibûneke xurt a dîrokî bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Kobanê: Em kesên ji derveyî şoreşa xwe napejirîn in
Nûçeya Pişt re Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî li Swêdê wefat kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê girtiyên nexweş Oztel û Avci bên berdan’

Di çalakiya Stenbol û Enqereyê de daxwaza tehliyeya girtiyên nexweş Adnan Oztel û Mehmet Tahîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê aqûbeta Ateş pirsîn

Dayikên Şemiyê di hefteya 1005’an a çalakiya xwe de, aqûbeta Abdulvahap Ateş pirsîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

Bilindbûna desthilatdariyên rastgir, şerên bêdawî û krîzên giran ên aboriyê, di sala 2025'an de jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê-Îran di demeke nêz de vebin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mersînê agirê destpêkê yê Newrozê hate dadan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bi droneyan êriş li ser kampên partiyên Rojhilat hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî li Swêdê wefat kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?