Di salên dawî de, li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinê hem ji aliyê hejmarî û hem jî ji aliyê çawanî ve zêdebûneke cidî nîşan dide. Li gorî daneyên “Lêkolîna Tundiya li Dijî Jinan a Tirkiyeyê-2024” ku bi hevkariya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û TÜÎK’ê hatiye kirin, ji sedî 28,2’ê jinan di her serdemeke jiyana xwe de rastî tundiya psîkolojîk, ji sedî 18,3’ê rastî tundiya aborî û ji sedî 12,8’ê jî rastî tundiya fîzîkî tên.
Di nava 12 mehên dawî de jî ji sedî 11,6’ê jinan rastî tundiya psîkolojîk, ji sedî 3,7’ê rastî tundiya dîjîtal, ji sedî 3,2’ê rastî tundiya aborî û ji sedî 2,6’ê jî rastî tundiya fîzîkî hatine; rêjeya tundiya cinsî jî ji sedî 0,9 hate tespîtkirin.
Her wiha li gorî raporên xeta îxbarê ya tundiya li dijî jinê, di sala 2024’an de 3 hezar û 908 bang hatine wergirtin û ji sedî 92,5’ê bûyerên îxbarbûyî ji aliyê jinan ve hatine kirin.
‘CUREYÊN TUNDİYÊ TAKEKESÎ NÎN IN, CIVAKÎ NE’
Psîkolog Ruken Esen destnîşan kir ku tundî ne mijareke takekesî, lê mijareke civakî ye û çareseriya wê di serî de bi perwerdekirina kiryar û guhertina polîtîkaya darazê ya li hemberî kiryar derbas dibe û got, “Tundî, bi hişyarkirina zilam kêm dibe. Cureyên tundiyê yên ku em şahidiyê wan dikin ne takekesî, civakî ne.”
Ruken Esen ku di Navenda Şêwirmendiya Jinan a Şaredariya Kayapinarê de dixebite, bal kişand ser vê yekê ku di vê serdema ku ew bi awayekî çalak dixebitin de, ji 120 serlêdanên ku li wan hatine kirin, 100 serlêdanên tundiyê ne û bi taybetî tundiya psîkolojîk û aborî roj bi roj zêde dibin.
Ruken Esen ku sedemên zêdebûna tundiyê û tiştên ku ji bo pêşîlêgirtina vê zêdebûnê divê bên kirin vegot, behsa kampanyaya bi navê ‘Gotinên Em Xilas Nebûn, Em ê Bi Hevre Tundiyê Bisekinînin’ ku sala borî dest pê kiribû jî kir.
Ruken Esen got, “Ev kampanya ji bo me destpêkek bû. Dû re em daketin qadan, me atolye saz kirin, serdanên malan kir û bi dehan serlêdan wergirtin. Zêdetirî nîvê serlêdanan tundiya psîkolojîk pêk tîne; tundiya aborî jî di asta herî bilind de ye. Ev her du cureyên tundiyê, tundiyên ne-xuyayî lê yên ku herî zêde tên domandin in.”
Ruken Esen anî ziman ku bi hevkariya ku bi Baroyê re kirine, hem piştevaniya hiqûqî hem jî ya psîkolojîk pêşkêş dikin û wiha axivî: “Tabloya ku em li qadan dibînin, vê yekê nîşanî me dide: Jin êdî dikarin bi awayekî zelaltir tiştên ku dijîn weke tundî pênase bikin. Lê pênasekirin bi serê xwe ne bes e; dema ku mekanîzma nexebite, tundî wekî pêvajoyeke çerxî didome.”
‘DIVÊ EM NASNAMEYA ZILAMTIYÊ BIGUHERÎNIN’
Ruken Esen destnîşan kir ku bi taybetî di nav jinên ciwan de tundiya dîjîtal bi awayekî berbiçav zêde bûye û got, “Tundiya dîjîtal ne qanaleke nû ye; ew rûyeke din a tundiya ku em pê dizanin e. Me hem ji jinan hem jî ji mêran re li ser vê mijarê perwerde da. Jin herî zêde bi vê pirsê tên cem me: ‘Eger ev tundî be, divê ez çi bikim?’ Zilam jî dibêjin ‘Min ferq nekiribû ku ez tundiyê dikim.’ Ev jî nîşan dide ku pirsgirêk civakî ye.”
Ruken Esen anî ziman ku perwerdeyên zayenda civakî ku hatine dayîn, di zilaman de jî guhertinê çêdikin û bi gotinên xwe yên “Tişta ku em jê re dibêjin zilamtî, nasnameyeke ku li ser hêz, serdestî û kontrolê hatiye damezrandin e. Heta ku em vê nasnameyê neguherînin, em nikarin li benda guhertina tundiyê bin,” bal kişand ser avakirina zilamtiyê.
‘YA KU TUNDİYÊ DIAFIRÎNE TAKEKES NÎN E, MEKANÎZMAYÊN CIVAKÎ NE’
Ruken Esen qetilkirinên jinan ên zêde yên li Amedê nirxand û anî ziman ku ev ne tenê taybetmendiya bajêr e û got, “Li seranserê Tirkiyeyê em bi jin-kujiyekê re rû bi rû ne. Medya bi danîna etîketên patolojîk li ser kiryaran, meseleyê takekesî dike, lê em vê yekê dizanin: Tişta ku tundiyê diafirîne takekesî nîn e, lê ew mekanîzmaya civakî ye ku wî takekesî çêdike.
Her zilam bi potansiyela tundiyê nayê dinê; em vê potansiyelê bi rolên civakî, bi wateyên ku me barê zilamtiyê kirine û bi nasnameyeke ku bi hêzê re hatiye yekkirin, diafirînin. Pir girîng e ku em di dema zayîna zilam de çi nişan didin.”
‘DI VÊ PÊVAJOYÊ DE EM GEHÎŞTIN SÊ HEZAR JINAN’
Ruken Esen anî ziman ku Navenda Piştevaniya Jinan bêyî ku cûdahiya gund û bajaran bike, xebatên xwe didomîne û got, “Em gihîştin nêzî sê hezar jinan. Me li parkan civîn, atolyeyan saz kir û çûn malan.
Xala ku jin herî zêde zoriyê dikşînin ev e: ‘Eger ez gilî bikim dê çi bibe? Pêvajo dê min bi çi re rû bi rû bihêle?’ Ev nezelalî wan paşde dikişîne. Bi taybetî cezayê li hemberî tundiya aborî û psîkolojîk pir lawaz e. Jin bi mafdarî dibêjin, ‘Jixwe tiştek çênabe.’
Xebata me tam di vê xalê de dest pê dike. Em tînin bîra wan ku mafên wan hene û ne bi tenê ne.”
‘HEYA KU SÎSTEMEKE NÛ NEYÊ DAMEZIRANDIN, EV ÇERX NAYÊ ŞIKANDIN’
Ruken Esen anî ziman ku tundî ji yek çavkaniyê nayê û got, “Tundî ji valahiyên hiqûqê, ji zimanê medyayê, ji kêmasiyên perwerdehiyê û ji gotinên psîkolojiyê yên patolojik jêderka xwe digire. Ji ber vê yekê têkoşîneke yekgirtî pêwîst e.
Astengiyên di pêvajoyên hiqûqî de bêbaweriyê di jinan de çêdikin. Dema ku jin tê rojevê, zagon nayên şixulandin. Zimanê ‘ji carekê tiştek nabe’ rastiyê dinixumîne. Lê heta ku pergaleke ku gotina jinê esas bigire û tu cureyê tundiyê tolere nake, neyê damezrandin, ev çerx nayê şikandin.”
‘DIVÊ EM CIVAKÊ BIGUHERÎNIN’
Ruken Esen wisa dawî li axaftina xwe anî: “Rêya bidawîkirina vê jin-kujiyê ne tenê ji xurtkirina jinan re derbas dibe; ew ji nû ve fikirîna li ser tiştê ku zilamtî ye, çawa tê damezrandin û çi xwedî dike, derbas dibe. Divê em civakê biguherînin. Em bi vê bawer dikin û têkoşîna xwe di vê çarçoveyê de didomînin.”

