Sêşem, 3 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Dem dema icraetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ethem Sarisuluk hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Paketa Darazê ya 10’emîn li komîsyonê hate qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkildarî windahiyan hevrûbûneke rasteqîn şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Kûnt Ayan: Qanûna înfazê divê neyê derengxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: 10’emîn Pakêta Darazê bendewariyên gel bi cih nayne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo statuya Kurdî heta Tirba Ehmedê Xanî meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê bijîjkên ku nayên tayînkirin, çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îmam Çelîkdemîr piştî 30 salan serbest hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê şoreşgera enternasyonalîst Tîjda Zagros bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê meşa ‘Statuya Zimanê Dayikê’ hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yaşodûn: Divê dewlet bi rengekî cidî nêzî pêvajoyê bibe û gavê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogûllari: Em amade ne ku civaka demokratîk bi hev re ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa li Amedê: Jin wê li dora Banga Aştî û Civaka Demokratîk bên gel hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi DAKAP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    NADA: Qirkirina li Xeze û Sûdanê divê tavilê bê rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Jin dê vê pergalê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterên Jin ên Kurd biryarên ‘yekîtiya jinan’ û ‘avakirina torên rêxistinê’ girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parlamenta Walesê resepsiyona Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Fîman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya 3’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê Rojên Çandên Kurdî ya 2025’an destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Turkdogan: Em hîna di qonaxa aştiyê ya negatîf de ne
Rojane

Turkdogan: Em hîna di qonaxa aştiyê ya negatîf de ne

Alîkarê Hevserokatiya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan got, “Em niha di qonaxa aştiyê ya negatîf de ne. Dema em derbasî qonaxa aştiyê ya pozîtîf bûn, hingê em dikarin li ser reformên piralî baxivin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 19 dq.
Parvekirin

Alîkarê Hevserokatiya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan diyar kir ku di qonaxa aştiya negatîf de tişta girîng ew e ku pêvajoya bêçekbûnê bi rengekî bi ewle bê derbaskirin û wiha got: “Ez difikirim ku li şûna bendewariyên cur be cur, divê têkoşîn hîn zêdetir were mezinkirin û gav bên avêtin, ev yek wê guncawtir be.”

Alîkarê Hevserokatiyê û Berpirsyarê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan têkildarî Paketa Darazê ya 10’emîn bersiva pirsên ANF’ê da. Ku ev paket ji aliyê AKP’ê ve pêşkêşî Meclîsê hate kirin.

Gavên qanûnî û hiqûqî ku wê desthilatdariyê avêtiba, di nav civakê de bendewarî çêkiribû. Paketa Darazê ya 10’emîn a pêşkêşî meclîsê hatî kirin, ev bendewarî çiqas pêşwazîkirin?

Pêvajoya ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk pêş ket, di çarçoveya agahî û rêveberiya Birêz Ocalan de dimeşe. Taybetmendiyeke wiha ya vê pêvajoyê heye. Ev pêvajo piştî ku PKK’ê kongreya xwe lidar xist û biryara berdana çekan da, gihişt qonaxeke diyar. Tam di vê qonaxê de bi taybetî ji bo baweriya gelê xwe ya ji pêvajoyê re zêde bikin, di heman demê de ji bo bi dawîkirina pêkanînên xirab ên di wijdanê civakê, wijdanê gel de dibe sedemê pirsgirêkên cidî, me hin daxwaz kiribûn.

Ev daxwaz çi bûn?

Evane rewşa girtiyên nexweş û dîsa newekheviyên înfazê yên cur be cur, pirsgirêkên ji ber înfazê ne. Ji bo em baweriya gel a ji pêvajoyê re zêde bikin û neheqiyan derbas bikin, ev mijar me kir rojev. Jixwe ev daxwaz di qonaxeke diyar a pêvajoyê de ne daxwazên bi rengê ‘bistîne-bide’ ne. Ez vê bi taybetî dixwazim bi bîr bixim. Me hemû pirsgirêkên esas danî holê.

Hûn pêşwazîkirina bendewariyan çawa şîrove dikin?

Di rastiyê de ji bo zêdekirina piştgiriya gel a ji pêvajoyê re jî, bendewariyek e. Gelê me bi taybetî jî gelê Kurd, heya dawî ji Birêz Ocalan bawer dike, lê bêbaweriyek li hemberî desthilatdariyê heye. Kiryarên 10 salên dawiyê yên desthilatdariyê, di warekî pir cidî de bêbawerî çêkiriye. Tam di vê nuqteyê de ev mijar hatin rojevê û deriyekê diyalogê yê cidî hate vekirin. Di nava vî wextî de me li ser hin mijaran danûstandin kir. Hem di wezaretê de hem bi rayedarên AK Partiyê re hem jî di zemînê meclîsê de hevalên me bi partiyên din ên muxalefetê re ev mijar bi hûrgûlî nîqaş kirin. Ez vê yekê bi nirx dibînim, ji ber ku heya niha rewşeke wiha neqewimîbû. Di vê nuqteyê de paketa înfazê, yanî Paketa Darazê ya 10’emîn wê hatiba meclîsê. Destpêkê me di Paketa Darazê ya 10’emîn de daxwaz kir ku xisûsên ku înfazê eleqeder nekin, nebin rojev. Ev hate qebûlkirin û hin mijar neketin rojevê. Daxwaza me ya esas a têkildarî înfazê ew bû ku newekheviya di înfazê de were derbaskirin. Hûn dizanin ji bo kesên ku tevlî çarçoveya Qanuna Têkoşîna li dijî Terorê bûne, wextê berdana bi şert 3/4 e. Ev wextekî têra xwe zêde ye. Carekê me xwest ku ev yek bi ya girtiyên din re wekhev be. Ev hate qebûlkirin.

Ev yek di heman demê de rexneya newekheviyê ya di înfazê de jî, bi xwe re dianî, gelo rast e?

Helbet. Niha pirsgirêkên çêkerî yên Tirkiyeyê hene. Ev pirsgirêkên çêkerî, ji ber ku di navbera kesên serî li tundiyê didin û yên serî lê nadin de cudahiyek nayê çêkirin, Qanuna Têkoşîna li dijî Terorê ji bo her kesê tê pêkanîn. Yanî rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, parêzer ferq nake, mevzuata ku li van kesan tê kirin û ya li kesên çek radikin yan jî çalakiya çekdarî dikin, heman e. Dema wiha dibe helbet em ê gotina ‘girtiyê siyasî’ bi kar bînin. Bi rastî jî evane girtiyên siyasî ne. Mirovên siyasî û girtiyên siyasî. Me got, divê li vir gavek were avêtin, lê belê rewşeke tam berevajî heye. Mesele; di sûcê dizîtiyê de wextê berdana bi şert 1/2 e, lê eger rojnamevanek ji ber nivîsa xwe ya ku desthilatdariyê rexne dike were darizandin û girtin, wextê berdana bi şert 4/3 e. Niha divê ev yek were derbaskirin. Ev nehat kirin û ji bo piştre hate hiştin.

Desteyên Îdare û Çavdêriyê jî pirsgirêkan çênakin?

Niha binêrin, hûn ji 3/4’ê hukmê hatî dayîn, tên girtin. Tam hûn ê bên berdan, desteyeke nû derdikeve pêşberî we. Ev deste we digire nirxandinê. Ev desteyeke îdarî ye û dibêje, ‘We nekarî krîterên nirxandinê derbas bikin. Piştî 3,6 yan jî 9 mehên din ez ê we car din binirxînim.’ Tevî ku wextê we yê berdana bi şert qediyaye jî, wextê we dirêj dike û hema bêje 4/4 temam dike. Ya duyemîn, me got em vê rabikin. Evane merciyên îdarî ne ku wezîfeya darazê bi kar tînin. Lewma ne li gorî zagona bingehîn e. Yan din jî gelo ma pirsa ‘hûn poşmanin?’ ji girtiyê siyasî tê kirin? Jixwe dadgeh di qonaxa darizandinê de vê pirsê dike. Jixwe ji ber ku ew kes ji fikrên xwe yên siyasî poşman nebûye, mehkûmî vê cezayê tê kirin. Bifikirin mirovên ku 30 salan li girtîgehê mane 31, 32, 33 hetta 34 sal in li girtîgehê ne. Ev wiha nabe. Ev sererastkirin jî ji bo piştre hiştin.

Gelo sererastkirina têkildarî berdana girtiyên nexweş?

Me daxwaz kir ku girtiyên nexweş bên berdan, sîstematîka têkildarî vê yekê were guhertin. Yanî me daxwaz kir ku Saziya Tiba Edlî pêkanînên xwe yên hişk li ber çavan derbas bike û hîn berfirehtir li meseleyê binêre. Me daxwaz kir ku dozger bi raporên tenduristiyê yên nexweşxaneyên Wezareta Tenduristiyê yan jî nexweşxaneyên zanîngehê, biryar bidin. Evane nehatin qebûlkirin. Tenê maddeya 110’an a ku em jê re dibêjin ûsulê înfaza taybet, heye. Di wir de tê gotin, li gorî xala 16’an a qanûna înfazê, kesekî girtî eger di asta ku nikaribe jiyana xwe bi tena serê xwe dewam bike bi nexweşiyeke giran an jî astengdar be, eger li ser ewlehiya civakê ne metirsî be, hingê bi biryara dadgeriya înfazê, cezayê xwe yê mayî dikare li malê bi ragirtinê derbas bike. Ev gaveke pêşketinê ye. Em vê yekê ‘erênî’ dinirxînin. Li vir jî kesên cezayê hepsê yê muebeda girankirî lê hatine birîn, ji dervey çarçoveyê hatin hiştin.

Gelo ma berdana girtiyên nexweş berê jî bi rapora Saziya Tiba Edlî ne pêkan bû?

Di maddeya 16’an de jixwe ev hatibû sererastkirin, lê belê di prosedura li vir de hukmekî hîn bêhtir hêsankar hat. Dadgehê înfazê êdî dikare biryar bide û cezayê mayî bi ragirtina malê înfaz bike.

Gelo ma rapor ji Saziya Tiba Edlî nayê xwestin?

Wê rapora Tiba Edlî were xwestin, lê di pêkanînê de kes dibe Tiba Edlî. Raporên tenduristiyê yên nexweşxaneyan li ser evrakan jî dikare binirxîne. Di rastiyê de niha di maddeya 16’an de jî ev heye. Em li bendê ne ku hinekê pirsgirêka pêkanînê were sererastkirin. Em li bendê ne ku têkildarî vê yekê gavek were avêtin. Desthilatdarî van deman gelek kesan li Saziya Tiba Edlî wezîfedar dike. Jixwe ew bi xwe jî pirsgirêkek bû.

Dihat rexnekirin ku Saziya Tiba Edlî siyasî bûye. Ji bo girtiyên bi nexweşiya giran rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ hate dayîn, lewma mexdûriyetên cidî derketin holê. Gelo ev mexdûriyet wê ji holê rabin?

Li vir bi guhertineke rêveberiyê re wê were nivîsandin ku ev madde wê çawa were bicihanîn. Jixwe hukmekî heman hebû, lê ji ber ku li vir ûsulê înfaza taybet hate pêkanîn, hûrgûliyên vê yekê wê bi rêvebirinê bên sererastkirin. Li vir em dikarin vê weke gavekê binirxînin, ji ber ku di hin mijaran de bi taybetî dema ûsulê înfaza taybet dibe mijara gotinê cudakariyên cur be cur hebûn. Li vir herî kêm têgeha çarçoveya Qanuna Têkoşîna li dijî Terorê hate derxistin. Hikumxwarên cezayê hepsa muebedê ya girankirî, ji dervey çarçoveyê hatin hiştin. Yanî em dikarin vê yekê weke gaveke biçûk binirxînin, lê hinekê jî wê di pêkanînê de şikil bigire.

Gelo eger înîsiyatîf di dadgerê înfazê de be dikare biryarên siyasî yên mîna hiqûqî bide, mesele ji bo girtiyekî nexweş ê felç bi gotina ‘ji bo civakê xeter e’ dikare berdana wî/ê asteng bike?

Ev dibe, lê belê biryarên dadgeriya înfazê li dadgeha cezayê giran li ser esasê îtîrazê ye. Li wir rêya hiqûqê vekirî ye. Em wisa bifikirin; desthilatdarî yanî kesê qanûn çêdike eger têkildarî berdana girtiyên nexweş hukmekî hîn hêsankartir bîne, kesên pêk tînin jî divê li gorî îradeya kesê qanûn çêdike tevbigerin. Bi vî rengî em ê ji desthilatdariyê re wiha bêjin, ‘Madem we gaveke pozîtîf avêt, wê demê di pêkanînê de divê hûn destûrê nedin xisûsên ku dibin sedemê pirsgirêkên negatîf’. Yanî tabîata eşyayê wiha ye. Eger hûn gaveke erênî diavêjin, wê demê divê hûn vê dewam bikin. Evane hemû şîroveyên erênî ne. Eger qanun bi vî rengî nêz bibe, wê rêveberî yan jî biryara pêkanînê demildest derxîne. Em ê lê binêrin ka di pêkanînê de çawa ye û li gorî wê hîn şênbertir biaxivin.

Cezayê muebbetê yê giran ji xwe ji ber ku hiqûqeke şexsî ye dihat nîqaşkirin. Îro, ji vê çarçoveyê dûr xistin wekî tiştek ecêbî tê pênasekirin. Hûn vê çawa dinirxînin?

Em dibînin ku desthilatdarî di şexsê Birêz Ocalan de ji vê pêvajoya nû re ne amade ye. Mîna ku hûn dizanin nîqaşên li ser ‘Mafê Hêviyê’ bi agahdarkirina Birêz Ocalan hate taloqkirin. Li welatekî ku cezayê muebbetê ji holê rakiriye, divê cezayê muebbetê yê giran neyê dayîn. Pêkanîna muebbetê heta mirinê bi temamî nayê qebûlkirin. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) jî di vê çarçoveyê de ye. DMME’yê di derbarê girtiyên nexweş de jî biryarên bi vî rengî dane. Ji ber vê yekê ev mijar jî ji bo demeke din hat paşxistin. Cezayên muebbetê, rejîma înfazê ya Tirkiyeyê dîl girtiye. Heke hûn cezayê herî giran bi awayê herî giran saz bikin, hûnê cezayên din jî li gorî wê saz bikin. Ev pirsgirêk ne tenê birêz Ocalan, di şexsê wî de bandorê li bi hezaran kesan jî dike. Bi rastî jî bandorê li tevahiya rejîma înfazê dike. Ger em ê reformek rasteqîn bikin, divê em ji cezayên muebbetê dest pê bikin. Ev mijareke bingehîn e û em ê li ser nîqaşan berdewam bikin. Her ku pêvajo bi pêş ve biçe, bi awayekî xwezayî em ê têxin rojeva xwe û qala wê bikin.

Heta ev pakêta darazê hat rojevê me digot ku desthilatdarî gaveke hiqûqî/yasayî neavêtiye. Gelo em niha dikarin bêjin ku pêngavek hiqûqî/yasayî hatiye avêtin an dixwazin weke ku gavek ‘avêtine’ nîşan bidin?

Bi dîtina min Pakêta Darazê ya 10’emîn berê jî di hişê hikûmetê de bû û divê em wê cuda şîrove nekin. Rêziknameyek Covid-ê hebû, lê dema ku girtiyên siyasî negirtin vê çarçoveyê, ew bi tevahî hate terikandin. Ev yek ji bo demek din hat taloqkirin û neheqiyeke mezin çêbû. Li ser binesaziya qanûnî û ewlehiya pêvajoyê divê zêdetir xebat bên kirin. Komîsyona ku divê li Meclîsê bê avakirin di vê çarçoveyê de dikare were nirxandin. Divê garantiyên qanûnî yên derbarê pêvajoya çekdanînê de jî di vê çarçoveyê de werin nirxandin. Her ku pêvajo bi pêş ve diçe, qanûnek çarçove dê hewce be. Qanûna hejmar 6551 a di sala 2014’an de hat derxistin, dema ku pêvajo di sala 2015’an de xira bû, ew jî bi cih nebû, lê hêj di meriyetê de ye. Ji ber ku sekreteriya vê qanûnê ji holê rabûye, hemû desthilat di destê serokkomar de ye. Divê komîsyona ku li Meclîsê bê avakirin û pêşniyarên din ên qanûnî, rejîma muebbedê, azadiya ramanê, rêxistinbûyîn û beşdariya siyasî jî di çarçoveya reformên demokratîkbûnê de bên nirxandin. Em niha di qonaxa aştiyê ya negatîf de ne, wê demê divê em derbasî pêvajoya aştî û demokratîkbûnê ya pozîtîf bibin. Ji bo pêvajoya bêçekkirinê divê garantiya qanûnî bê dayîn. Çekdanîn û ji nû ve entegrasyona bi hezaran mirovî di nava civakê de divê bê bêsazkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz diyar kir ku di Îlon-Cotmehê de wê aliyê têkildarî pêvajoya çareseriyê bê nîqaşkirin. Ev yek jî weke zindîhiştina bendewariyên di nava civakê de tê şîrovekirin. Hinek din jî weke ‘taktîkeke awarekirinê’ dibînin. Hûn van nirxandinan çawa şîrove dikin?

Li gorî min divê ev pêvajo bi gavên rûbirû bimeşe, ji ber vê yekê divê mirov pêşdarazî neke. Em ê bi bîr bînin ku divê gavên pêwîst ên qanûnî û siyasî bên avêtin û diyalog û danûstandin berdewam bikin. Di heman demê de em ê li ser berfirehkirina şert û mercên xebatê yên birêz Ocalan û avêtina gavên pêwîst ji bo birêvebirina pêvajoyê nîqaşan bikin. Ji bo ku birêz Ocalan di derbarê pêvajoyê de hîn rasttir bê agahdarkirin û bi şêwiran re pirsgirêk bên çareserkirin, ji bo pêvajoyê wê hê bêhtir sûdmend be. Bi rastî jî berê birêz Öcalan bi xwe daxwaza avakirina Komîsyona Meclîsê kiribû û heyeta me jî gelek caran ev yek anîbû ziman. Niha jî girîng e birêz Bahçelî di vê mijarê de însiyatîfê bigire dest û Serokatiya Meclîsê jî bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan bike. Hêvîdarim ev komîsyon beriya ku meclîs bikeve betlaneyê bi qanûnê bê avakirin û li ser mijarên weke çavdêrî û civakîkirina aştiyê dest bi xebatê bike.

Li pêşberî we salnameyeke we ya şênber heye? Pakêta bingehîn taloqî meha Îlonê hat kirin, lê gelo li pêşberî we planeke li ser bicihanîna karê ji bo gavên bên avêtin bê kirin heye?

Bi qasî dizanim salnameyek şênber nîne, lê qonaxa pêvajoya bêçekbûnê wê were berçav girtin. Dema qonaxa bêçekbûnê pêk were, divê em tiştên pêşketîtir nîqaş bikin.

Yek ji sedema fikarên di nava civakê de jî ev e. Gavên yekalî bi domdarî tên avêtin û tê gotin ku ’em ê di dema pêş de tiştên hîn pêşketî û girîngtir nîqaş bikin’ Ji bo derbaskirina van guman û fikaran divê çi bê kirin?

Ez di wê baweriyê de me ku divê baweriya bi xwe û bi birêz Öcalan berdewam be. Weke ku di Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê de jî hatiye diyarkirin, pêwîste gelê me xwe birêxistin bike û bi rêbazên nû yên rêxistinbûnê têkoşîna siyasî bimeşîne. Jixwe ev kes xwedî siberojeke siyasî ne. Li şûna ku xwe bispêre hêviyan, divê têkoşîn were berfireh kirin û bi vî rengî gavan biavêje. Birêz Ocalan ev pêvajo bi tena serê xwe da destpêkirin, însiyatîfeke mezin girt û niha jî berdewam dike. Ez bawerim bi vê perspektîfê em ê gav bi gav her tiştî bi dest bixin. Zehmetî dê hebin, lê weke mînak di vê pakêta darazê de xalên 220/6 û 314/3 yên qanûna cezayê ku bi salan e pirsgirêkan derdixîne nehat sererastkirin. Lê belê sûcên ‘alîkariya rêxistinê’ ya ku bi salan bû sedema mexdûriyeta bi hezaran kes bi awayekî neheq û bêedaletî dîl bên girtin, êdî ber bi dawiyê ve diçe. Ev destketiyek biçûk e lê girîng e. Hêviyên gel zêde ne, lê em hîn di qonaxa aştiyê ya negatîf ya pêvajoyê de ne. Dema ku em vê qonaxê temam bikin, em ê bikaribin li ser mijarên pir berfirehtir biaxivin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Paketa Darazê ya 10’emîn li komîsyonê hate qebûlkirin
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogûllari: Dem dema icraetê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Berxwedana me ya li dijî desteserkirina îradeyê wê dewam bike’

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku berxwedana wan a li dijî desteserkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Alaya Xweser a Şehîd Zîlan Newroz pîroz kir

Alaya Şehîd Zîlan bi meşaleyên agir û meşa azadiyê Newroza Rêber Apo pîroz kirin. Bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Hisên Hecî: Iraq deriyekî bigire wê Êzidî 10 deriyan vekin

Hisên Hecî got: "Hin hêz û alî ku bersûcên fermana li ser Êzidiyan e, naxwazin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Dem dema icraetê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ethem Sarisuluk hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Paketa Darazê ya 10’emîn li komîsyonê hate qebûlkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Têkildarî windahiyan hevrûbûneke rasteqîn şert e’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?