Malbatên ku ewlad, xwişk, bira û kekên xwe di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de şehîd dane û ji ber zextên dewletê bi salan nekarîn bi bîr bînin, bi rêya taziyeyên li Kurdistan û Tirkiyeyê têne danîn bi bîr tînin. Li taziyeya li Maltepe Gulsûyû ya Stenbolê, wêneyên sê xwişk û birayên ji malbata Ûygûr bal dikişand. Yaşar, Yadîgar û Abdulkadîr Ûygûr di dem û cihên cuda de şehîd bûn. Alî Ûygûr ji ANF’ê re qala çîroka wan kir.
Alî Ûygûr anî ziman ku yê destpêkê tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû kekê wî Yaşar bû. Ûygûr diyar kir ku ew ji gundê Barmanê yê navçeya Stewr a Mêrdînê ne û got, “Wkee malbat, me bi kekê min re tevger nas kir. Kekê min piştî ku lîse qedand xwe ji Endezyariya Makîneyê re amade dikir. Ji ber pirsgirêkên madî ji bo karkirinê çûbû Stenbolê. Li wê derê di kontrola nasnameyê de dema ku polîsan dît ji Mêrdînê ye heqaretên nijadperestî û êşkence lê kirin. Kekê min jî nekarî xwe li vê êrişa nijadperest rabigire û di sala 1991’ê de tevlî nava tevgerê bû. Wê demê hîn 19 salî bû. Ji herêma Serhedê derbasî herêma Xakurkê bû. Di nava gerîla de ji ber serketî bû bû fermandarê tîm. Di sala 1997’an de li Xakurkê di dema vekişînekê de li herêma ku ew lê bûn operasyonek hate kirin. Wê rojê heta ku hêza gerîla xwe vekişîne li gel 24 hevalên xwe Girê Lêlîkanê ku stratejîk bû kontrol dikir. Herî dawî ferman ji wan re jî hate dayin ku xwe vekişînin. Di dema vekişînê de ji bo rizgarkirina 24 hevalan kekê min herî dawî gir terikand û di nava dorpêça pêşmergeyên PDK’ê û leşkerên Tirk de bi tena serê xwe ma. Kekê min li wir heta fîşeka dawî şer kir, ji bo teslîm nebe bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû.”
‘XWIŞKA MIN YADÎGAR YA JI BER ÊŞKENCEYÊ YAN JÎ JI BER XWÎNA ZÊDE YA JÊ ÇÛ ŞEHÎD BÛ’
Ûygûr ragihand ku piştî kekê wî Yaşar, xwişka wî ya mezin Yadîgar bû hedefa dewletê û got, “Di sala 1994’an de dema ku hevalê Şoreş hat mala me ya li Mêrdînê hate şopandin. Tîmên taybet û polîsên sivîl avêtin ser malê. Ez wê demê 6 salî bûm. Di dema serdegirtinê de Şoreş li ber xwe da û şehîd bû. Xwişka min a mezin jî birîndar bû. Tîmên taybet ew tazî kirin, bi betaniyê pêçandin û xistin panzerê. Xwişka min dema xistin panzerê zindî bû; ji ber ku destê wê diliviya. Lê belê piştre agahiya mirina wê hat. Ya bi êşkenceyê hate kuştin, ya jî ji ber xwîn jê çû. Bawerim sivîlên ku bi tîmên taybet hatin malê endamên JÎTEM’ê bûn. Ji ber ku heman tîmî li navçeya Qoser a Mêrdînê avêtin ser malan û talan kirin.
‘BERIYA KU WECÎBEYÊN OLÎ BÊ BICIHANÎN LI GEL HEVALÊ XWE ŞOREŞ LI HEMAN GORÊ VEŞARTIN’
Destpêkê me nekarî xwe bigihînin gora xwişka min a mezin; piştre jî em hîn bûn ku li goristana ku Parlamenterê Partiay Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar lê hatiye veşartin, li gel hevalê Şoreş bêyî ku wecîbeyên olî bi cih bê anîn li heman gorê hate veşartin. Bi kepçeyê xakê dikolin û herduyan dixin heman gorê. Hîn jî bi hev re li heman gorê veşartî ne.”
‘KEKÊ MIN KADÎR Ê 14 SALÎ 2 MEHAN DI ÊŞKENCEYÊ DE MA, DAYIKA MIN DI BINÊ ÇAVAN DE ZAROKA XWE ANÎ DINYAYÊ’
Ûygûr diyar kir ku dema xwişka wê ya mezin bi birîndarî li panzerê hate siwarkirin kekê wî Abdulkadîr ê hingî 14 salî bû û dayika wî ya ducanî bi êşkenceyê hatin binçavkirin û ragihand ku xwişka wê di binê êşkenceyê de ji dayik bû. Ûygûr diyar kir ku dayika wî piştre hate berdan, lê belê êşkenceyên giran li kekê wî Kadîr Ûygûr kirin û got, “Nêzî 2 mehan di destê wan de ma. Li Mêrdînê biryargeheke kontrgerîlayan hebû, li wir êşkenceyên giran lê kiribûn. Piştî ku ji binê çavan derket nikarîbû li ser piyan bisekine. Mehekê li erdê ma. Piştre jî sala 1999’an biryar da ku tevlî tevgerê bibe. Di ser Dersimê re beşdarî rêxistinê bû.
‘DI DEMA VEKIŞÎNÊ DE ŞER NEKIRIN, BI OPERASYONÊ ŞEHÎD BÛN’
Di salên 2000’î de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara vekişînê da. Kekê min Abdulkadîr jî li gel hevalên xwe ji Dersimê ber bi Motkî ya Bedlîsê, ji wir jî ber bi Başûrê Kurdistanê vedikişiya. Li gorî agahiyên ku min piştre bi dest xist, kekê min Kadîr ne alîgirê çûyîna Başûrê Kurdistanê bû. Dixwest li Dersimê bimîne. Lê belê nebû. Kekê min di dema vekişînê de şehîd bû. Di dema vekişînê de ferman ji wan re hatibû dayin ku şer nekin, ji ber wê jî şer nekir û di operasyonê de şehîd bûn.”
‘EM JI BIRÊZ OCALAN BAWER DIKIN, ÇI BIBÊJE EW E’
Ûygûr destnîşan kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ew li gorî perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevdigerin û got, “Em êşa xwe di dilê xwe de vedişêrin. Û Birêz Ocalan ji me malbatên şehîdan çi bixwaze em ji wê re amade ne. Em ji şer re jî ji aştiyê re jî amade ne. Tenê bila rê nîşanî me bide. Ji ber vê jî weke malbatên şehîdan yekane daxwaza me ew e ku Birêz Abdullah Ocalan karibe bi rengekî azad bijî. Em bi şehîdên xwe serbilind in û ji Birêz Ocalan bawer dikin. Birêz Ocalan çi bibêje ji bo me ew e.”
Di dawiya axaftina xwe de Ûygûr got, “Em amade ne ku xwe li êşên xwe rabigirin û xwê li birîna xwe bikin. Lê belê divê êdî her kes ji bo aştiyê hewl bide.”

