Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serokê Komeleya Çanda Laz Beşlî: Laz û Kurd mexdûrê aqlê heman dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    RAJIN: Em ê têkoşîna çapemeniya azad li ser şopa Gûrbetellî dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewicê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bir ser navendek

    Ji aliyê Stêrk TV

    10 meh ceza li hunermend Cesîm Başboga hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber wezaretê banga berdana girtiyên jin kirin: Divê derbarê ÎGK’ê de lêpirsîn bê vekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TAJÊ komxebat li dar xist: Ji bo azadiya dîlgirtiyên Êzidî divê têkoşîn bê xurtkirin
Jin

TAJÊ komxebat li dar xist: Ji bo azadiya dîlgirtiyên Êzidî divê têkoşîn bê xurtkirin

TAJÊ, di komxebatekê li Şengalê li dar xist de banga xurtkirina têkoşîna ji bo azadkirina jinên Êzidî yên ku di Fermana 74’an de dîl hatin girtin kir. Berdevka TAJÊ’ê Rihan Hesen got, "Azadiya me bi azadiya dîlgirtiyên me ve girêdayî ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Îlon 2026 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma ‘Ji bo edalet û azadiyê, tu jî bibe dîlgirtiyên fermanê’ li salona ‘bi hev re jiyan’ a di navbera Xanesor û Sinûnê de bi beşdariya dîlgirtiyên jin ên hatine rizgarkirin, endam û rêveberên TAJÊ û endamên saziyên jin ên Şengalê kokomxebali dar xist. Di komxebatê de xwedîderketin û bilindkirina tekoşînê ya ji bo rizgarkirina dîlgirtiyên fermanê derket pêş.

Komxebat bi yek deqeyek rêzgirtina bû giyanê şehîdên azadiyê destpê kir. Piştre axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka TAJÊ Riham Hesen ve hat kirin.

‘AZADIYA ME BI AZADIYA DÎLGIRTIYÊN ME VE GIRÊDAYÎ YE’

Riham Hesen di şexsê Cîlan, dayê Gulê de hemû şehîdên fermanê bibîr anî û got: “Hatina we ya vê derê ji bo me gelekî girînge. Weke tê zanîn ev dosyaya dîlgirtiyan ruxmê 12 sal ser re derbas bûye nehatiye çareserkirin. Ev kûl 12 sale di dilê me de ye. Dijmin dixwest di şexsê jinê de Êzîdî tûne bike. Lê belê di şexsê jinê de berxwedan pêş ket, ferman vala hate derxistin. Dîlgirtiyên di destê DAÎŞ’ê de ji bo me mijareke stratejîke. Em dixwazin dîlgirtiyên xwe rizgar bikin, nedin jibîr kirin. Çawa ku me weke tevgera jin ji bo hemû jinên Êzidî heta niha kar û xebat daye meşandin emê ji vir û şûn de jî berdewam bin. Ji ber em nasnameya hemû jinên Êzidî ne.

Riham Hesen anî ziman ku ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan divê her kes destê bixe bin bar û wan dîlgirtiyan vegerînin nav civaka Êzidî û got: “Azadiya me bi azadiya êsîrên me ve girêdayî ye.”

‘KES ÊDÎ NIKARE LI SER ÎRADEYA ME BIBE XWEDÎ BIRYAR’

Yek ji fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Viyan Hebabî di axaftina xwe de bal kişand ser rola şehîdan a bidestxistina destkeftiyên civaka Êzidî û got: “Ger îro em li ser gelek mijar û pirsgirêkên xwe nîqaş dikin ev bi saya şehîdên me ye. Dijmin pir bi zanebûn di fermanê de êrişî jinan kirin. Di dîrokê de jî di şeran de jinên Êzidî her tim bûne qurbaniyên yekem. Ji ber ku jin û dayikên me bingeha civaka me ye. Di şexsê jin de dijmin xwest civaka me ji holê rake.

Viyan Hebabî anî ziman ku wê êşa ku jin û dayikên êzidî ku bi destê DAÎŞ’ê kişandine wê neyê jibîrkirin û got: “Lê belê cara yekem e ku piştî fermanê jin rabûye ser xwe. Bi xwe biryara xwe didin. Bi xêra tekoşîn û berdelên me daye em gihîştin wê astê. Kes êdî nikare li ser îradeya me bibe xwedî biryar. Em ne ew jinên beriya fermanê ne. Me xwe ji tunebûnê rizgar kir. Dijmin hebûna xwe di tunebûna me de didît. Lê em ê vê tunebûnê qebûl nekin. Hebûna me ya vê derê jî îspata vê ye. ji bo hemleya hatiye destpêkirin jî; hemû jin ji rizgarkirina êsîran berpirsiyar in. Ji ber ev mijareke exlaqî û wîcdanî ye.”

Di dewamiya axaftina xwe de Viyan Hebabî li ser rola dîlgirtiyên ku hatine rizgarkirin û ev yek anî ziman: “Îro herî zêde divê dîlgirtiyên me daxwaza mafên xwe bikin, divê bibin dengên êzidiyan. Em ji Iraqê dixwazin li dosyaya dîlgirtiyan xwedî derkeve. Em jî îro li ser axa Iraqê dijîn.”

‘ARMANCA ME AVAKIRINA SIBEROJEKE EWLE Û PÊKANÎNA EDALETÊ YE’

Di berdewamiya komxebatê de Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Riham Hico peyama Sîwana Meclîsa Jinên (SMJÊ) xwend. Di peyamê de ev xal derketin pêş: “Hûn tenê ji êş û azarên dijwar rizgar nebûne. Hûn bûne parêzvanên bîranînê, dengê rastiyê û berxwedanê. Li ser axa pîroz niha hûn vê tekoşîna bi nirx dimeşînin. Em baş dizanin ev berxwedan û tekoşîna we pêşengtiyê ji tevahî jinên Êzidî re dike. Ji bo gelê me li ser axa pîroz a Şengalê bigihîje mafên xwe, xwedî ewlehîya xwe bi xwe be, xwebixwe birêve bibe, xwedî statûya siyasî be we gelek berdêlên mezin dan.”

Dîsa di peyamê de girîngiya nasîna jenosîdê hate ser ziman û ev nirxandin hatin kirin: “Piştî 12 salan naskirina jenosîdê divê ne tenê di gotinan de bimîne. Ji bo rizgarkirina kesên winda, darizandina sucdaran, parastina mafên rizgarbûyan û avakirina siberojeke ewle û xweser a civaka Êzidî. Armanca me yeke, ronîkirina rastiyê, pêkanîna edaletê, piştgiriya bê şert û merc a civaka Êzidî. Pêwîste em wek saziyên jinên Êzidî di hemû qadên xebatê de xebat bimeşînin, li ser maseyên siyasî dibe rewşa dîlgirtiya derxin pêş.”

‘DERÛNIYA CIVAKÊN KU FERMAN JIYANE JI CİVAKÊN DIN CUDATIR E’

Endama Akademiya Jineolojî ya Şengalê Cîhan Celo semînera li ser navê ‘Bandora Derûnî Ya Li Ser Hebûn û Nasnama Civakî’ da. Cîhan Celo got: “Ew ne tenê qurbaniyên fermanê ne, gelekî xwedî dîrok, kok û felsefeya jiyanê ya bi hezaran salan in û got: Me li hember 74 fermanan li ber xwe da ye û emê li ber vê yekê jî bisekinin. Qirkirin ne tenê kuştina kesane, ya rast hewldana kuştina ramana hebûna komelekê bi temamî ye. Ji ber vê yekê bandora wê ya derûnî bi temamî ji şerên asayî yan karesatên xwezayî cuda ye.”

Cîhan Celo diyar kir ku êsîr nasnameya fermana li ser serê me hatine û wiha domand: “Jina ji destê dijmin derketiye û hatiye nav civaka me ji bo me mirova herî pîroze. Divê mirov rastiya xwe bizane. Derûniya mirovan li gor şert û mercan teşe digre. Mirovê ku ji fermanê xilas bûye, nabe derûniya wê bi civakek din re were beramber kirin. Derûniya wan kesên ku ji fermanê xilas bûne cuda ne. Her yek ji me êşeke me ya cuda heye.”

Piştî axaftin û peyaman sînevîzyona di derbarê ferman û berxwedana jinên Êzidî de hate nîşandan.

Di berdewamiya komxebatê de berdevka dîplomasiya TAJÊ Riham Hico, endama Akademiya Jineolojî ya Şengal Cîhan Celo û Rojnamevan Bêrîvan Çiya li ser siyaseta dîlgirtî, bandora fermanê li ser pîsokolojiya Êzidiyan û dîlên rizgarbûyî rûniştinek lidar xistin.

‘LI GEL CIVAKA ÊZIDÎ ÇAWA WELAT Û AX PÎROZ BE JIN JÎ PÎROZ E’

Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Riham Hico jî wiha got: “Civaka Êzidî civakeke bihêze. Hêzên derve her tim xwestine me ji van axan dûr bixin. Ji ber heta em li ser vê axê bin ewê nekaribin desthilatdariya xwe li vir bimeşînin. Ji bo wê jî ji bo tunekirina me her tişt kirine. Lê bi ser neketine. Ji ber wê jî em dikarin îro li vir kom bibin. Hedefên komkujiyan heye; em bi zanebûn hatin kuştin. Weke bawerî me kirin hedef, dîsa di civaka me de jin û çanda me kirin hedef. Dema jinên me girtin beriya her tiştî cilên me jê kirin û cilê xwe lê kirin. Xwestin çanda me biguherin. Nehiştin em bi zimanê xwe biaxifin. Kurmanciya ku zimanê me yê dayîkê ye qedexe kirin. Xwestin me wek xwe lê bikin. Her Zarok li gor xwe perwerde kirin, jin firotin, kal û pîr kirin mijara bazarê. Çima jin bûn hedef? Baweriya êzidiyan naşibe yên din. Ji ber jin di civaka me de pêşeng e. Li gel civaka Êzidî çawa welat û ax pîroz be jin jî pîroz e. Jixwe dijmin hesabê du tiştan nekir ku têk çû: yek, nedizanî ku jinên Êzidî bi baweriya xwe ewqas girêdayîne, wê li ber xwe bidin. Du, wan hesabê gerîlayên PKK’ê û şervanên Rojava nekirin.”

‘DERVEYÎ ME KES ME NAPARÊZE’

Riham Hico jî ragihand ku hebûna wan bi gotinên kesên din nayê diyarkirin; bi iradeya xwe û bi berxwedana xwe em hebûna xwe misoger dikin û got: “Ji ber vê yekê, divê em bi hev re nîqaş bikin, bi taybetî jî jinên Êzidî. Divê em ji vê dîrokê encamên siyasî û civakî derxin û ji bo pêşerojê biryarên xwe bi îradeya xwe bidin. Ev berpirsiyariya wijdanî, exlaqî û mirovahî ye.

Riham eşkere kir ku gelek jinên ji destê DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin, hîn jî di bin bandora êş û travmayên ku jiyankirîne de ne û destnîşan kir ku çareserkirina vê meseleya divê tenê bi perspektîfa mirovî neyê dîtin; divê aliyê civakî, siyasî û pêşerojî jî were dîtin”

Rihan Hico wiha doman: “Ruxmê deskeftiyên Şengalê wan her tim xwest xweseriya Şengalê tune bikin. Niha êsîrên me li dijî me bikar tînin. Bi hezaran êsîr rizgar kirin û birin derveyî welat. Gelo nedikarîn wan êsîran li Şengalê bi cih bikin, tedawî û perwerde bikin? Lê em dizanin ku ev jî parçeyek plana dagirkerane. Dixwazin bi rêya êsîran Şengal vala bikin. Jixwe heta niha her êsîrek bi xwe re bi dehan kes birin derveyî Şengalê. Ger em xwe neparêzin, wê kes me neparêze.”

Wê encamnameya komxebatê piştre were eşkerekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re ROJEVA 6’Ê ÎLONA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jin ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan

Jinên ku bi dirûşmeya "Çi bi serê Rojîn Kabaiş hat?" çalakî li dar xistin, gotin:…

Ji aliyê Stêrk TV

Çarçoveya Hemahengî: Dewleta Tirk 50 baragehên nû ava kir, di hefteyekê 100 binpêkirin

Yek ji rayedarên Çarçoveya Hemahengî Cebar Omer ragihand ku dewleta Tirk a dagirker herî kêm…

Ji aliyê Stêrk TV

KONGRA-GEL: Armanca me azadiya Rêber Apo ye

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê di salvegera 26'an de bi tundî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?