Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandind.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan Alî Kenangolû got, nîqaşên dawî yên li ser Elewiyan tê meşandin ji hewldana dûrxistina tevgera Kurd ji hêzên çep, sosyalîst û demokratîk cuda nîne.
YRD’ê ragihand ku kevneşopiya çapemeniya azad bi berdêlên giran gihîştiye vê astê û got, “Çapemeniya Azad wê bibe hêza avaker û pêşeng a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.”
Rojnamevan û nivîskar Serdar Korûcû anî ziman ku rûbirûbûneke rasteqîn bi Pogroma 6-7’ê Îlonê re çênebûye û bêcezahiştin jî êrişên bi heman rengî xwedî dike. Korûcû got, aştî daxwaza Rûm, Ermen, Yahûdî û Suryanan e.
Endamê Desteya Koordînasyona Îdareya Xwecihî ya DEM Partiyê Mûstafa Avci diyar kir ku di vê pêvajoyê de divê şaredarî û saziyên din yekser bi berpirsyariyê rabin û got, “Ew dem qediya ye ku weke şexsê sêyemîn li ser kursiyan biaxive.”

