Duşem, 6 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di Komebata Aboriyê de peyama ‘aboriya komunal’ hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ew zanyar û derwêşê çiyê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran gefê li malbatên pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dane, dixwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Eken ê PKK’yî piştî 31 salan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    268 rojan di greva birçîbûnê de bû, girtî Turkoglû jiyana xwe ji dest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî binçavkirinan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Midûra Karên Nivîsê ya Azadiya Welat hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê li Sineyê Tara Hewramî bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya Mexmûrê: Rêber Apo xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata Aştî û Diyalogê: Em ê aştiyê ji xwecihî ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li Wanê bi jinên astengdar re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora meha Hezîranê ya MKG’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşe Gokkan: Piştevanî hêza me ya herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xemla deşt û çiyê: Zozan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çalakvanên Nobeta Edaletê bang kirin ku li dijî tecrîdê toreke xurt bê avakirin
Rojane

Çalakvanên Nobeta Edaletê bang kirin ku li dijî tecrîdê toreke xurt bê avakirin

Di Nobetên Edaletê de ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran dewam dikin, bang hate kirin ku li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çalakiya Nobeta Edaletê ku li gelek bajaran bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşegntiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 75’an de berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edelatê tecrîdê bişkînın, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatibû vekirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
Ji xizmên girtiyan Meryem Soylu got ku divê her kes bibe dengê grevên birçîbûnê û ev tişt anî ziman: “Em aştiyê ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelên bindest dixwazin. Ya ku îro li Kurdistanê bi serê me tînin, îsraîlê jî bi serê Filistînê ne anîne. Bi sala ye nekarîn vî gelî bêdeng bikin û îradeya wan bişikînin. Em axwazin tu kes hêsiran bibarîne.” 
 
ÊLIH 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li avahiya DBP’a Êlihê hatiye destpêkirin di roja 17’an de berdewam kir. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî hatin serdana nobetê. Di serdanan de beşdaran bal kişandin ser grevên birçîbûnê û banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
Ji welatiyan Mevlûde Onat di çalakiyê de axivî û xwest ku hemû derdor ji bo rakirina tecrîdê li her deverê belav bûye toreke xurt a têkoşînê ava bikin û ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin jî her kes bihestiyar tevbigere. 
 
Ji welatiyan Şukriye Acar jî got ku zext û zilm li gelê kurd tê kirin û ev tişt anî ziman: “Bi xwedîderketina li ziman, çand, hebûn û nirxên xwe em dikarin li dijî vê têbikoşin. Heke em yekitiya xwe ava bikin dê bihêztir bibin.” 
 
Nobet, bi gotina stranan û dirûşman berdewam kir. 
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER’ê li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 76’an de li avahiya komeleyê berdewam kir. Gelek Dayikên Aştiyê, rêveberên komeleyê û welatî tevlî nobetê bûn. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Çalakî bi stranên dayikan berdewam kir. 
 
EDENE 
 
Nobeta Edaletê ya li AATUHAY-DER’ê li Edeneyê hatiye destpêkirin jî di roja 76’an de berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hate vekirin. Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin û gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
WAN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Bajar hatiye destpêkirin di roja 75’an de dom kir. Rêveberên Şaxa OHD’a Wanê û gelek kes hatin serdana çalakiyê. Hevserokê Şaxa OHD’a Wanê Mûrat Ozçîçek di çalakiyê de axivî û wiha got: “Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ dikeve meha 4’an. Weke OHD’ê çi bikeve ser milê me em ê bikin. Heta ku tecrîd tê şikandin û rêyên hiqûqî tên vekirin dê têkoşîna me bidome.” 
 
Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî”, stran û serdanan berdewam kir. 
 
MÊRDÎN 
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Çalakvanên ji navçeya Dêrikê hatin serdanê, bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li nobetê bûn. Perwerdeya zimanê kurdî ya di nobetê de îro jî berdewam kir. 
 
Di nobetê li gel azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, her wiha azadiya jinê jî hate nîqaşkirin. Têkildarî derketina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û jineolojiyê nirxandin hatin kirin. 
 
Di çalakiyê de her wiha dayikan daxwazên xwe anîn ziman. Dayika Aştiyê Hamdiye Kiran got ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan û piştgiriya bi grevên birçîbûnê re çalakiyê li dar dixin. Kiran, got ku heta digihijin armanca xwe jî dê çalakiya xwe bidomînin. Ji Dayikên Aştiyê Hulya Tekîn jî diyar kir ku ew dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe, gelê kurd yekitiya xwe ava bike û bi hev re rabe ser piyan. 
 
Piştre jî di nobetê de derbasî xwendina çîrokên kurdî bûn. Di vê beşê de “Çîroka Keçka Kuştî” hat xwendin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Nêzîkatiyeke dijminane li hemberî girtiyên nexweş tê raberkirin’
Nûçeya Pişt re KJK’ê banga bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan li her kesî kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Qeyûman hewl dan bajaran bênasname bihêlin’

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Aslan nêzîkatiya qeyûman a li bajarê Kurdan bi rengê; xerakirina reseniyê, bênasnamehiştin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Banga Rêber Apo wê ji aliyê Ahmet Turk û Pervîn Bûldan ve bê xwendin

Banga dîrokî ya Rêber Apo wê bi Tirkî ji aliyê Pervîn Bûldan, bi Kurdî jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê zêdetirî 20 girtîgehên din tevlî greva birçîbûnê bûn

Grevên birçîbûnê yên ji aliyê girtiyan ve li dijî darvekirina li Îranê hatine destpêkirin li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koçberên Serêkaniyê: Heta ku daxwazên me bên pêşwazîkirin, wê çalakiyên me bidomin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di Komebata Aboriyê de peyama ‘aboriya komunal’ hate dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?