În, 5 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê, hemû hewldanên xwe raber dikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komîsyonê de daxwazên ‘qeyûm’, ‘TMK’ û ‘hemwelatiya wekhev’ hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê girtekên Îmraliyê werin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon derbasî qonaxa amadekirina raporê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mûşê sersaxiya şehîd Sînan Can bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Makûyê di êrîşa dewleta Tirk de kolberek din hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Merwan Bedel li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanekî li Lacanê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KJK’ê banga bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan li her kesî kir
Rojane

KJK’ê banga bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan li her kesî kir

Koordînasyona KJK'ê di peyama xwe ya ji bo çalakiya li bajarê Koln ê Elmanyayê hat lidarxistin de bang kir ku heta azadiya  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were bi ruhê seferberiyê têkoşînê bidomînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Peyama Koordînasyona KJK’ê ku di mîtînga mezin a li bajarê Koln ê Elmanyayê hate xwendin de, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hate kirin û wiha hate gotin: “Jiyana azad a bi Rêberê Azad re ji her demê zêdetir nêzîk e!” 

Peyama Koordînasyona KJK’ê wiha ye:
“Em çalakiya we û beşdarbûna we bi armanca pîroz , silav dikin û carek din dibêjin kes nikare roja me tarî bike, Ronahî Ji girava imraliyê li cîhanê belav dibe!

Li ser Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê kû li dijî Rêber Apo hat pêk anîn 25 sal derbas bû. Di salvegera komployê ku 25 sal li pey xwe hişt, em hêzên komploger şermezar dikin û careke din diyar dikin ku di salvegera 26. a komployê de em ê têkoşîn û berxwedana xwe ya azadiyê bilindtir bikin. 

Em serîda hemû şehîdên xwe yên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêber Apo bûn dîwarekî ji agir, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Em çalakvanên greva birçîbûnê yên li zindanan, dayikên xwe yên di nobeda edaletê de ne û meşvanên azadiyê hemûyan silav dikin, berxwedana jinan, gelê me û dostên me pîroz dikin ku li dijî komployê ji Kurdistanê destpê kirin û li tevahiya cîhanê belav bû û 25 sal in berdewam dike.

Em dewletên ku tevlî komploya navneteweyî bûne careke din şermezar dikin û em diyar dikin ku wê li pêşberî gelan, li pêşberî dîrokê timî bêne darizandin û bi vî sûcê qirêj bêne bîranîn.

Hêza esasî ya ku komploya navneteweyî kir, sîstema modernîteya kapîtalîst a global bû. Armanca wan ew bû ku di şexsê Rêber Apo de tevgera azadiyê ya Kurd biqedînin, di serî de Kurdistan karibin destwerdanê li tevahiya Rojhilata Navîn bikin.

Ji bo cîhanê bi dest bixin, Rojhilata Navîn parve bikin di nava xwe de şerekî mezin ê berjewendiyan dimeşandin û gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn kirin qurbanê berjewendiyên xwe yên qirêj.

Li hemberî vê komploya qirêj ku roja qirkirinê ya Kurdan û jinan e, Rêber Apo çareseriya Modernîteya Demokratîk destnîşan kir ku ji bo gel û jinên Kurd bû rêya serkeftina têkoşîna hebûn û azadiyê. Serok Apo Destnîşan kir ku rêya esasî ya civakeke demokratîk jî xwe dispêre şoreşa azadiya jinê û şoreşa ekolojîk.

Bi afirandina hêzeke bi vî rengî ya çareseriyê, rastiya hêza modernîteya kapîtalîst ên ku komploya navneteweyî kirin ,nîşan da ku dijminê azadî, demokrasî, jin û gelan e û van hêzên ku xwestin wî û di şexsê wî de civaka demokratîk darizînin, wî bi xwe ew darizand û mehkûm kir.

Di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de ku ji bo wê digotin ‘Em ê hûcre bi hûcre bikujin, tune bikin’, Rêber Apo guhertina paradîgmayê pêk anî û bi gotina ‘Zayîna 3’yemîn’ pêk anî. Li cihê ku dihate gotin ku fikirîn lê nabe, Rêber Apo fikrên nû yên bûn hêviya cîhanê afirand û dengê jiyana azad a ku hêzên hegemon dixwestin bibirin, gihand tevahiya cîhanê. Ji ber vê yekê jî careke din divê bê destnîşankirin ku komploya navneteweyî bi berxwedana Rêber Apo û rêbaza wî ya têkoşînê li Îmraliyê hate pûçkirin.

Li hemberî komploya navneteweyî ku hate xwestin roja mirovahiyê bê tarîkirin, Rêber Apo kete nava têkoşîneke mezin, asta Rêbertiya Neteweyî gihand Rêbertiya global. Bû Rêberê bindestan, jinan, mirovahiyê û gelan. Rastiya Rêber Apo li hemberî hêzên komploger jin kir hêz û rêya rizgariyê.

Jin û gelan li dijî komploya 15’ê Sibat’ê her tim di nav têkoşînê de ne, azadiya Rêber APO dikin henceta jiyana xwe û wek vîna xwe diparêzin. Bi veguhertina hişmendî û pratîka çalakiya şoreşgerane beşdarî pêngava azadiya dîrokî ya Rêber APO dibin. Paradîgmaya Rêber APO û felsefeya JIN JIYAN AZADÎ belav dibe. Azadiya gelê Kurd bi çarenûsa gelên Rojhilata Navîn re dibe yek. Paşeroja demokratîk a gelên Rojhilata Navîn jî bi çareseriya Kurdistana demokratîk-xweser re pêkan dibe. Têkoşîna azadiya jinê, wek pergalek cîhanê ya nû di bingeha paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinê de, derfetên çareseriya konfederalîzma demokratîk diafrîne. Daxwaza pergalek nû ya civakî ya jin û gelan, têkoşînên civakî derdixe holê. Hêzên hegemon yê navnetewî ku van pêşketinan dibînin û netew-dewletên heremê yên statûkoperest û mêtingeh di stratejiya komploger de israr dikin. dijî vê sîstema ku jin bênasname kiriye, bêqîmet kiriye, kiriye mîna metayeke ku bê kirîn û firotin, ji nirxên wê dûr xistiye, li nava dîwarên malê asê kiriye, yan jî li nava sînorên dewletan asê kiriye! 
Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê dîwarên vê jiyana dîlgirtî ya ku weke qederê li jinan dihate ferzkirin, parçe kir û îroj felsefeya Jin Jiyan Azadî bû pêşengiya serhildana Jinan û civakan!

Li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst a ku ji bo pêşketin û berdewamiya xwe jinê weke milkê xwe ya herî girîng dibînin, paradigmaya azadiyê ya Rêber Apo bûye deriyê jiyana azad a ku jin pêl bi pêl ber bi wê ve diherikin. Pergala ku bi karekterên serdestiya mêr û jinên kole xwedî dibe, li hemberî paradigmaya me ya jiyana azad têk diçe. Ji ber vê jî di sedsala 21’an ku em weke sedsala jinê pênase dikin, em baştir dibînin ku komploya navnetewî di rastiyê de komployeke li dijî hemû jinên ku li jiyana azad digerin e. Ji bo vê jî divê jin bi hişmendiya ku komplo û tecrîda li dijî wan e, li dijî komployê û tecrîdê têkoşînê bilind bikin. Di ferqa ku azadiya Rêber Apo azadiya wan e, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, divê bi ruhê seferberiyê beşdarê tekoşînê bibin û rêxistina xwe xurt bikin.

Bi vê wesîleyê, em bang li tevahi gelê xwe, bi taybetî jin û ciwan, raya giştî ya demokratîk û dostên xwe dikin ku ji bo şikandina dîwarên esaretê ya Îmraliyê ku tê wateya qirkirina jin, xweza û mirovahiyê, li dijî komploya navneteweyî ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rihê seferberiyê tekoşîna xwe asta herî bilind de pêk bînin! Bi Serokê azad re jiyana azad ji her demê nêztir e!”
 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOLN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çalakvanên Nobeta Edaletê bang kirin ku li dijî tecrîdê toreke xurt bê avakirin
Nûçeya Pişt re Li Îzmîrê 6 rojnamevan hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG: Di Skorsky’a li Zapê hatî xistin de, yek jê serbaz bi giştî 12 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê derbe li helîkoptera bi tîpa Skorsky a ayîdê Artêşa Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Enternasyonalîstan ji bo meşa 16’ê Mijdarê bang kirin

Ji komuna enternasyonalîstan, însîyatif û saziyan banga tevlêbûna meşa 16’ê Mijdarê ku dê li Kolnê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Saratovê Newroz hate pîrozkirin

Li kafeya Bûratîno ya li bajarê Yarşovê ya Herêma Saratovê ya Rûsyayê, Newroz bi coş…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê, hemû hewldanên xwe raber dikim

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di komîsyonê de daxwazên ‘qeyûm’, ‘TMK’ û ‘hemwelatiya wekhev’ hatin kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?