Bê guman sala 2023’yan dikare weke sala yekbûna zivirîna Federasyona Rûsyayê ya “ber bi rojhilat” ve, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn û Başûr, ber bi cîhana Îslamê ve were hesibandin. Li hember cezayên rojavayî, Moskovayê karîbû ne tenê pozîsyona xwe di cîhana Îslamê de bidomîne, lê di heman demê de têkiliyên dualî bi dewletên misilman re jî xurt bike. Gelek ji wan di vê dema niha de, bi rastî, ne hevkarên alternatîf ên Federasyona Rûsyayê ne. Û têkiliyên bi van dewletan bixwe re êdî rasterast dikarin wekî vektora îslamî ya siyaseta derve ya Rûsyayê werin binavkirin.
Bipêşxistina hevkariyên pirralî bi welatên cîhana Îslamî re di heman demê de xwedan pîvaneke aborî ye. Ev yek di zêdekirina piralî ya bazirganiyê de diyar dibe. Hevkariya Komara Tirkiyê û Komara Îslamî ya Îranê gihîştiye asteke nedîtî. Heman tişt ji bo têkiliyên bi Cezayîr, Misir, Qetar, Îmarat, Pakistan, Erebistana Siûdî û dewletên din ên misilman re jî lê ye. Moskov têkiliyên xwe bi welatên din re yên ku berê “di bin siya” siyaseta Rûsî de bûn, xurt dike – mînak, bi Sultanatiya Ûmmanê re, ku ew jî vediguhere hevkareke pir girîng a Rûsyayê, ne tenê aborî, lê di heman demê de di siyaseta derve de jî.
Di sala 2023´yan de, Rêveberiya Olî gelek belge li ser bipêşxistina hevkariyê bi hejmarek ji welatên misilman re – Îmarat, Cezayîr, Sûriyê – li ser asta wezîran îmze kirin. Li gorî aliyan, ev hevkarî dê beşdarî bipêşketina peywendiyên berfireh di warê zanistî de bibe, mînak perwerde, çand û warên din. Girîng e ku hema hema bi her welatê misilman re yê ku endamê Teşkîlata Hevkariya Îslamî ye têkilî bên domandin û ji bo vê hin proje tên tetbîqkirin. Ev bê guman gelek kar e ku berdêl dide. Girîng e were zanîn ku di pratîkê de ti bûyera girîng a misilmanan li cîhanê bêyî beşdariya misilmanên Rûs pêk nayê, ku bi taybetî di şert û mercên heyî de ev yek pir girîng e.
Di heman demê de, di çarçoveya hevkariyê de, hewce ye ku zanyariyên li ser hev du zêde bikin. Û weke ku dîyar e, bêyî populerkirina dîrok, kevneşopî, nirxên olî, danûstandinên mirovahî û civakî, wêje, dîplomasiya giştî ya Rûsya û dewletên misilman ev yek ne pêkan e. Federasyona Rûsyayê jî vê yekê baş fêm dike û ji bo ku hevkarên dewletên misilman bi qasî ku dibe rehet hîs bikin, gelek tiştan dike.
Hêjayî gotinê ye ku di Konsepta Siyaseta Derve ya Rûsyayê 2023’yan de, Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê (MENA) rasterast bi navê “Cîhana Îslamê” (beşa 56 ya belgeyê) bêyî ku navekî erdnîgarî were diyarkirin, lê bi rêzgirtina li hemberî nifûsa misilman a serdest û kevneşopiyên olî yên bihêz ên herêmê; ji welatên MENA re “dewletên şaristaniya îslamî ya dost” tê gotin.
Her weha di Tîrmeha 2023’yan de ji hêla Dumaya Dewletê ve di xwendina yekem de pêşnûmeya li ser pêkanîna pîlot a banka îslamî hate pejirandin da ku şert û mercên pêwîst ji bo pêkanîna çalakiyên darayî yên hevkariyê li hin pêkhateyên Rûs were afirandin. Komarên wek Dagistan, Çeçenistan, Başkirya û Tatarstan beşdarî wê bibin.