Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) êrişên çekdarên hikûmeta demkî ya Şamê yên li ser taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd yên bajarê Helebê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Daxuyanî bi beşdariya xelkê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtin Beşîr Gabar axivî.
Beşîr Gabarî di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibîr anî û wiha got: “Komên çekdarên hikûmeta Şamê di bin bandoriya dewleta Tirk de êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin. Ev çeteyên êrişî Kurdan dikin, hemû girêdayî dewleta Tirk in. Em komkujiyên li ser gelê Kurd tên pêkanîn qet jibîr nakin. Niha jî heman komkujî li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên kirin.
Divê xelkê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bizanibe em li gel wanin. Em berxwedan we silav dikin. Em hemû hêzên dûrî aştiyê dirawestin, bi tundî şermezar dikin, bi taybetî jî dewleta Tirk.
Divê dewleta Tirk bersivekî erênî bide projeya Rêber Apo ya aştiyê. Heta ev proje bi ser nekeve wê, li Rojhilata Navîn xwîn birije. Ji ber ku em dibînin heta niha bi dehan jin û zarok li herdu taxên Kurdan tên qetilkirin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Bijî Bexwedan Şêxmeqsûd’ û ‘Bijî Bexwedan Eşrefiyê’ bi dawî bû.

