Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl Elî daxuyand ku wê 400 gilgirtiyên di destê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ne bên berdan.
Elî bi peyamekê li ser Xˊê diyar kir ku di çarçoveya pêkanîna xalên peymana 29ˊê Çileyê de wê pevguhertina dîlgirtiyan bê kirin.
Mehmûd Xelîl Elî di peyama xwe de got: “Ji bo pabendîbûna me di warê xizmeta gelê me, di heman demê de ji bo xurtkirina zemîna ewlehiya civakî bê piştrastkirin û xalên peymana 29′ Çileyê bên pêkanîn, bi gavek ku wateya pratikbûna xalên vê peymanê nîşan dide, Sibe (Şemî) ku dikeve dîroka xwe 11’ê Nîsana 2026’an wê pevguhertina esîran were pêkanîn, wê 400 girtî bên berdan.”
Mehmûd Xelîl Elî da zanîn ku di heman demê de wê hejmarek girtiyên ku di destê wan de ne jî wê bên berdan. Pevguhertina dîlgirtiyan wê li Çarxerêya Sebax, saet di 14:00ˊan were pêkanîn .
Mehmûd Xelîl Elî anî ziman ku “Ev gav carek din pabendîbûna me ya resteqîn di oxira pêkanîn û dilsozoya me ji bo pratîkirina xalên peymana 29′ ê Çileyê de dide nîşandan.”

