Endama Civata Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî da zanîn ku bi boneya 10 Cotmehê Roja Têkoşîna li Dijî Mirinê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Werîşe Mûradî, 1’ê Tebaxê li Sineyê ji aliyê “Nobedarên Şoreşê” ve hat revandin û piştî pêvajoya binçavan a 2 hefteyî hat girtin. Werîşe Mûradî niha li Girtîgeha Evînê tê girtin û bi hinceta “endambûna rêxistinê” tê darizandin.