Midûrê Giştî yê WOH’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê daxuyanî da û daxwaza rawestandina êrîşên li ser nexweşxaneyan da. Daxuyanî piştî zexta Îsraîlê ya li ser nexweşxaneya dawî ya bakurê Xezeyê kar dike, hat dayîn.
‘ÊRÎŞÊN LI SER NEXWEŞXANEYAN RAWESTÎNIN’
Ghebreyesus anî ziman ku nexweşxaneyên li Xezeyê veguherîne qada şer û got: “Êrîşên li ser nexweşxaneyan rawestînin. Pêwîstiya kesên li Xezeyê bi xizmetên tenduristiyê heye.”
Artêşa Îsraîlê roja Înê li Nexweşxaneta Kemal Advan zêdeyî 240 kes binçav kiribû.