Komîteya Nobelê diyar kir ku xelat ji ber “Keşfên li ser mekanîzmayên asta hawirdorî ya toleransa pergala xweparastinê ya bedena mirovan” hatiye dayin.
Ji Enstituya Karolinskayê Prof. Marie Wahren-Herlenius têkildarî girîngiya xelatê got, “Xelata Fîzyolojî yan jî Tipê ya Nobelê ya îsal têkildarî wî karî hate dayin, ku nîşan dide bê em çawa dikarin sîstema xwe ya xweparastina bedenê kontrol bikin, dema ku li hemberî mîkropan li ber xwe dide çawa dikare xwe ji nexweşiyên otoimmun biparêze.”