Xelatên Rojnamevaniya Jinan ên Gûrbetellî Ersozê ku îsal cara yekem ji hêla Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve têne lidarxistin, li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê hatin pêşkêş kirin. MKG, Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG), gelek rojnamevan, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, dayika Gurbetellî Ersozê Fatma Ersoz, siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komeleya Jinan a Rosayê û rêxistinên civakî beşdar bûn.
Merasîmê ji bo şehîdên Çapemeniya Azad bi deqeyekî rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê girseyê dirûşmeya “şehîd namirin” berz kir.
‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’
Piştre Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Rojnameger Roza Metîna axivî. Roza Metînayê diyar kir ku Gûrbetellî Ersoz di salên herî zor û zehmet de têkoşîneke bêhempa raber kir. Ruxmê ku gelek caran hat girtin, rastî zordestiyê jî hat, tu carî serî netewan. Gûrbeteliyê di heman deme de li hember zimanê serdest û baviksalar jî bi pênûsa xwe têkoşîn meşand. Bi vê berxwedana xwe ji rojnamevanên jin yên Çapemeniya Azad re mîrateyeke mezin hişt. Gulistan Tara, Hêro Bahaddîn, Nûjiyan Erhan jî xwendekarên Gûrbetellî Ersozê bûn. Em ê îro jî li hember polîtîkayên serdest, mêrperest li ber xwe bidin. Em ê tu carî serî li ber van polîtîkayên dewletê netewînin.
Piştî axaftina Roza Metîna sînevîzyoneke ku behsa jiyan û têkoşîna Gûrbetellî Ersozê, zext û zordariya ku di salên 90î de li ser Çapemeniya Azad dihat meşandin hat nişandan. Piştî temaşekirina sînevîzyonê gel dirûşmeya ‘Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin’ hat berzkirin.
Dû re dayika Gûrbetellî Ersoz, Fatma Ersoz axaftineke kurt kir û got: “Me wek gelê Kurd pir bedelên giran dan. Êdî bes e. Em aştî û xweşiyê dixwazin. Ez ji we hemûyan re di têkoşîna we de serkeftinê dixwazim.”
MALBATA GURBETELLÎ ERSOZ: ZINDÎHIŞTINA NAVÊ WÊ NE TENÊ BÎRANÎNEK, LÊ BERDEWAMIYA TÊKOŞÎNÊ JI BO RASTIYÊ YE
Malbata Gûrbetellî Ersozê peyamek ji merasîmê re şand. Di peyamê de hat diyarkirin ku Gûrbetellî Ersoz ne tenê rojnamevanek bû; bi pênûs, helwest û berxwedana xwe, ew wijdana serdemekê û sembola Çapemeniya Azad bû. Di berdewamiya peyamê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Têkoşîna wê îro jî di hemû rojnamevanên jin ên ku hîn jî pênûsa xwe ji bo rastî û azadiyê bikar tînin de dijî. Em bawer dikin ku ev merasîma xelatdayînê dê mîrateya Gurbetelliyê bigihîne nifşên nû û deng û gotinên jinan bêtir xurt bike. Zindî hiştina navê wê ne tenê bîranînek e; ew berdewamiya têkoşîna ji bo rastiyê ye. Ew jineke ku berê bayê û çarenûsa gotinan guherand bû. Ew dengê gelê xwe, bêhna jinan û pênûsa rastiyê bû.
XEWNA GÛRBETELLÎ XEWNA ME HEMÛYAN BÛ
“Ev xelata ku îro bi navê wê tê dayîn, ne tenê bîranînek e; ew dengekî nû ye ji bo hemû jinên ku dixwestin wan bêdeng bikin. Agirê ku di dilê Gûrbetelliyê de mezin bû, di jinên ku niha pênûs û kamerayan digirin û dev ji nivîsandina rastiyê bernadin de berdewam dike. Li ser navê malbata me, em spasiya xwe ya kûr pêşkêşî Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê dikin ji bo organîzekirina vê merasîma watedar. Ji hemû rojnamegerên jin ên ku beşdarî pêşbirkê bûn û ji herkesê ku di vê roja taybet de li vir amade ye û bîranîn û ronahiya Gûrbetelliyê di dilê xwe de hildigre.
Xewna Gûrbetelliyê xewna me hemûyan bû: Cîhaneke ku jin tê de azad bin û mirov bi rûmet bin. Ew xewn îro li vir bi we re ji nû ve geş dibe.
Bihezkirin û minnetdarî…”
Li ser navên Dayikên Aştiyê Nezahat Dogan axivî. Nezahat Doganê hemû beşdarvan silav kir û got: “Ez di şexsê Gûrbetellî Ersozê de hemû şehîdên Çapemeniya Azad bibîr tînim û bejna xwe li hember wan ditewînim. Heke îro em li vir dikarin gotinên xwe bînin ziman saya van şehidan e. Ez ji hemû xebatkarên Çapemeniya Azad re serkeftinê dixwazim.”
Pişt re Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi Kirmanckî axaftinek kir û bi lê kir ku li ser kesên ku me li dû xwe hiştine axaftine pir zehmet e. me di sînevîzyonê de jî temaşe kir; salên 90î zehmet bûn. Gûrbetellî Ersozê her tim ev bang li jinan dikir; digot têbikoşin, her tim têbikoşin. Îro heke li çar aliye Kurdistanê û Erwopayê bi sedan jin ji bo rastî û heqîqetê pênûsa xwe bikar tînin, di, vê rewşê de bandora ku mîrateya Gûrbetellî Ersozê hiştiye pir girîng e. Sibê salvegera Komploya Navdewletî ye, Ez vê komployê şermezar dikim û dibêjim teqez aştî û azadiyê were vî welatî.”
‘PÊNÛSÊN AZAD’
Pişt re siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak axivî. Gultan Kişanakê da zanîn ku wê Gûrbetellî Ersozê di salên zor û zehmet de bi hev re rojnamegerî kir. Rojên zor û zehmet bûn lê xweş bûn. Serdest bi derewan, bi manîpulasyonan şer dimeşînin, dixwazin li ser rastî û heqîqetê bigrin. Ji ber vê xurtbûna pênûsên azad pir girîng e. bi saya van pênûsan mirov dikare azadiyê poêk bîne. Ez bangî pênûsên azad dikim; divê em heqîqetê bi awayekî herî xurt binivîsin, ji bo vê jî em rojnamegeriyê bikin. Em bi pênûsên xwe dikarin aştiyê pêk bînin.”
Piştre peyama bidîmen ya ku ji hêla Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û hevala Gurbetellî Ersoz, Eren Keskîn ve hatibû şandin, hate nîşandan. Eren Keskîn diyar kir ku Gurbetellî Ersoz yek ji kesayetên herî girîng di nav rojnamegerên jin ên Kurd de bû. Eren Keskîn destnîşan kir ku Gurbetellî Ersoz berdewama mîrateya rojnamegeriyê ya Musa Anter bû û got, “Gurbetellî berdewama rojnamegerên ku Musa Anter pir jê hez dikir e, ku wî jê re digot ‘zarokên min’.
Gurbetellî di heman demê de jineke pir berxwedêr û bi rûmet bû ku têkiliyên wekhev bi mirovan re ava dikir, bêyî ku têkiliyên hiyerarşîk di navbera serok û jêrdestan de çêbike. Bi serkeftî wekî edîtor xebitî. Di girtîgehê de qet serî netewand û jineke pir bihêz bû ku ji bo têkoşîna xwe, têkoşîneke ku wê bawer dikir, jiyana xwe xist xetereyê. Ez wê bi evîn û rêzgirtineke mezin bi bîr tînim.”
Di kategoriya Nûçeyên Kurdî de, ku rojnameger Semiha Alankûş, Hatice Kamer û Hesna Muhemed endamên juriyê bûn, nûçeya rojnameger, nûçegihanên jinnewsê Dîlan Babat û Rojda Aydin bi nûçaya xwe ya bi navê; Kiryarê ku destdirêjî 12 zarokan kir, tiryakê li ku peyda dike’ hêjayî “Xelata Yekem” hatin dîtin.
Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Elterê xelat da Rojda Aydin û Dilan Babatê.
Di kategoriya Nûçeyên Tirkî de xelata yekeminiyê, ji Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgûtê bî nûçeya xwe ya bî navê; ‘Lî Şîrnexê şerê taybet: Çeteya fihûşê ya ku çawîşên pîspor jî di nav de’ girt. Xelata Zeynep Dûrgûtê ji hela endama Lijneya Edîtoriyê ya Kovara Jineolojiyê Fîgen Arasê ve hat dayîn.