Jody Williams û Şirîn Ebadî weke nûneriya 88 Xelatgirên Nobelê, nameyek nivîsandin. Di vê nameyê de ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, CPT û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hate xwestin ku Rêber Apo azad bibe û tevlîbûneke tam û bêastengî ji pêvajoya aştiyê re çêbibe.
Di nameyê de hate diyarkirin ku ew piştgiriyê didin banga aştiyê ya “Lîderê Kurd Abdullah Ocalan” û hate destnîşankirin ku ew ji ber şert û mercên girtîbûna Rêber Apo ya 26 salan bi fikar in.
Di nameyê de wiha hate gotin: “Li seranserî cîhanê di demeke ku şer zêde dibin de, li Tirkiyeyê banga aştî û demokrasiyê ya Birêz Ocalan ji bo gelên herêmê ronahiyeke hêviyê ye. Weke saziyên navneteweyî û Ewropayê, girtîbûna bi dehan salan a Birêz Ocalan ji bo we meseleyek nû nîne. Weke Xelatgirên Nobelê me berê jî derbarê rewşa Birêz Ocalan û girtiyên din ên siyasî yên li Tirkiyeyê, name ji we re şandibûn.”
Di nameyê de îşaret bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û kongreya PKK’ê ya xwefesixkirinê hate kirin û wiha hate gotin: “Di vê bangê de hate destnîşankirin ku xurtkirina xwişk-biratiya gelên Tirkiyeyê, girîng e. Banga Birêz Ocalan ruhê xwişk-biratî û aştiyê yê ku ji aliyê Alfred Nobel hatibû destnîşankirin, nîşan dide. Weke Xelatgirên Nobelê em vê hewldanê nas dikin û piştgirî didine. Têkildarî destpêkirina jinûve ya danûstandinên aştiyê û weke nûner û lîderê siyasî yê rewa yê gelê Kurd Birêz Ocalan divê azad bibe û destûr were dayîn ku bi rengekî tam tevlî pêvajoya aştiyê ya dayî destpêkirin bibe; ev jî tê wê wateyê ku bikare bi parêzerên xwe, partiya xwe û hemû aktorên di pêvajoyên de cih digirin re bi azad peywendî çêbike.
Fikara Xelatgirên Nobelê yên ev nameya vekirî îmze kirine, ew e ku ti hewldana saziyên Ewropayê û Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê ji bo Birêz Ocalan xuya nake. Mafên Birêz Ocalan di çarçoveya Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê û hiqûqa hundir, mewzûata Yekîtiya Ewropayê û hiqûqa navneteweyî de di bin ewlehiyê de ne; lê belê li gorî dîtinê evane hemû tiştekî îfade nakin.
Em bang li van saziyan hemûyan dikin ku ji bo parastina mafên Birêz Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ku sala 2014’an li dijî cezayên hepsa muebedê ya girankirî dayî, were bicihanîn û ‘mafê hêviyê’ jî were garantîkirin.
Banga aştiyê ya Birêz Ocalan ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî heya gelek hikûmetên welatan, ji endamên Parlamentoya Ewropayê heya rêxistinên civakî yên sivîl ên li seranserî cîhanê di çapa berfireh de piştgiriyeke navneteweyî girtiye. Serokkomar Erdogan jî qebûl kiriye ku yekane rêya aştiyê ya di navbera gelên Tirk û Kurd de, diyalog û muzakereya bi Abdullah Ocalan re ye. Ev rewş bi hevdîtinên Osloyê (2009-2011) û pêvajoya Îmraliyê (2013-2015) re bi rengekî vekirî derketiye holê. Em daxwaz dikin ku Birêz Ocalan were berdan û bikare bi rengekî tam û bêastengî tevlî pêvajoya aştiyê bibe.
Silav û Rêz,
Jody Williams, Xelata Aştiyê ya Nobelê (1997)
Dr. Şirîn Ebadî, Xelata Aştiyê ya Nobelê (2003)”