Ji kesayetên girîng ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Endaê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl salek ji desthilatdariya rêveberiya Şamê ya bi serkêşiya Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) ji ANF’ê re nirxand.
Di ser desthilatdariya HTŞ’ê re salek derbas bû. Di nava vê demê de pratîka rêveberî, ewlekarî, aborî û dadgeriyê ya HTŞ’ê çi bû?
Salek qediya ku rejîma kevn a Sûriyeyê hat rûxandin û HTŞ hat ser desthilatdariyê li Şamê. Hatina HTŞ’ê ya li desthilatdariya Şamê ne bi serê xwe bû,ne weke nûnertiya şoreşa gelê Sûriyeyê bû. Bi qasî ku ew weke planû plansaziyek hêzên derve mudaxeleyî pêvajoya Sûriyeyê kirin û HTŞ anîn ser desthilatdariyê. Van hêzan bi hev re tevgeriyan. Bi taybetî piştî bûyerên li Xezayê û şer û rageşiyên di navbera Îsraîl û hin dewletên herêmê de, hevsengiyên herêmî guherîn. Ev guherîn di girtina biryara guherandina rejîmê de bi bandor bû. Lê îro HTŞ-ya ku li Şamê li ser desthilatdariyê ye, bi tu awayî nûnertiya daxwazên gelên Sûriyeyê nake. Ev sazî ne berdevkê şoreşê ye û ne jî hilgirê îradeya gelan e. Berevajî vê, ev hikûmeta ku hatî avakirin di cewherê xwe de versiyoneke cuda ya rejîma Baasê ye. Tenê tişta ku guheriye meyla îdeolojîk e. Partiya Baas di rabirdûyê de xwe di xeteke çep de pênase dikir. Îro HTŞ xwe dispêre xeteke îdeolojîk a rastgir û radîkal. Ji bilî vê, di warê aborî, pergala dadweriyê, têgihiştina parlamenê, rêveberiya dewletê û şêwazê xebatê de tabloya derketiye holê, nûnertiya rastîn a Sûriyeyê nîşan nade.
Rêbazên ku îro tên şopandin nîşan nadin ku ji bo şoreşê çareseriyek hatiye hilberandin. Şam xwe weke paytexta Sûriyeyê pênase dike. Lê di pratîkê de têkiliya wê bi beşekî mezin ê welat re qut bûye. Li van herêman serweriya Sûriyeyê nayê temsîlkirin. Bi taybetî herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de mînakên vê ne. Bandora Şamê li van herêman çi qas e? Hikûmeta veguhêz a ku hatî avakirin, di nava salekê de li van herêman çi qas karî hebûna xwe nîşan bide, saziyên xwe ava bike û bi rastî bibêje “ev der axa Sûriyeyê ye”? Na. Ev herêm hîn jî di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne. Heman rewş ji bo herêmên peravê jî derbasdar e. Ma Lazqiye û Tartûs ne herêmên Sûriyeyê ne? Lê rêveberiya Şamê li van herêman jî nekarî nûnertiyeke bandorker ava bike. Di encama geşedanên li başûrê Sûriyeyê de, dîmenekî mîna du dewletên cîran ên ku hema bêje li rex hev in derketiye holê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rêveberî û rêxistinkirinek heye. Heya niha saziyeke dewletê li vir kar nake. Tevî vê yekê peyman û tîfaqên curbecur hene.
Di encamê de tişta ku îro li Şamê diqewime, di esasê xwe de bi Şam, beşek ji Hema û herêmeke sînordar a Îdlibê re sînordar e. Ji bilî vê, rastiyeke ku karibe bibêje “ez nûnerê tevahiya Sûriyeyê me” tune ye. Lê belê rejîma kevin, bi rêbazên navendî û zextê be jî, bi rêya îstîxbarat, artêş û amûrên dewletê karîbû li tevahiya welat serweriya xwe ava bike. Îro ev rewş jî ji holê rabe. Salek derbas bû, rejîm hilweşiya. Lê di vê demê de ne hikûmeteke berfireh hat avakirin, ne parlameneke her kesî dihewîne hat avakirin, ne komîteyeke berfireh ku makezagonê amade bike hat avakirin û ne jî peymanên hatine îmzekirin ketin meriyetê. Di nava vê salekê de Sûriye mîna di valahiyê de hat hiştin. Hîn bêtir, li şûna valahiyê, îradeya Sûriyeyê bêtir radestî hêzên derve hate kirin. Serweriya welat nehat parastin.
HTŞ, salek e îdiaya “îstîkrar peyda kiriye” derdixe pêş. Lê di qadê de kuştina sivîlan, girtinên kêfî û koçberkirina bi darê zorê berdewam kir. Bandora van pêkanînan li ser jinan, gelên ku wek kêmnetewe tên dîtin û aliyên mûxalîf çi ye?
Avahiyeke ku ne demokratîk be û xwedî çandeke siyasî ya pêşketî ya rêvebirina civakê nebe, nikare nûnertiya şoreşekê bike. Jixwe tiştên ku di salekê de qewimîn ev bi zelalî nîşan da. Gelek komkujî pêk hatin, zilmên mezin li mirovan hatin kirin. Li Sûriyeyê mirov tenê ji ber nasnameya xwe tên kuştin. Ji kesekî re tê gotin “Ma tu Elewî yî?”. Gotina “Ez Elewî me” bes e ku serê wî were jêkirin an jî were kuştin. Yên ne ji wan bin qebûl nakin. Mînak li herêmên peravê ji serê salê ve êrîş dest pê kirin. Bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bi hezaran jin hatin revandin. Ev pêkanîn hîn jî berdewam dikin. Li Siweydayê jî êrîşên bi vî rengî pêk hatin. Li wir gel berxwedanek nîşan da û ev pêkanîn qebûl nekirin. Lê derfetên wan kêm bûn. Van hêzên ku Şam girtine dest, bi nêzîkatiyek pir tund nêzî civaka Sûriyeyê dibin. Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî heman rêbaz hatin bikaranîn. Êrîşî van taxan kirin, xwestin dagir bikin. Lê tişta erênî berxwedana gel bû. Heke ev berxwedan nebûya, tişta ku li herêmên peravê kirin dê li vir jî bikira. Îro Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim di bin gefê de ye. Tê gotin “Bila pergala we ya parastinê nebe”, “Bila QSD were belavkirin”. Bi hinceta entegrasyonê dixwazin gel bêparastin bihêlin. Armanc ew e ku polîtîkayên xwe bi rehetî pêk bînin.
Nêzîkatiya HTŞ’ê ev e: Xwe dixin navenda her tiştî, di navbera pêkhateyên civakê de cudakarî û hiyerarşiyê ava dikin. Yên mîna wan nefikirin, yên li gorî îdeolojiya wan a radîkal nebin û yên ne di nav avahiya wan de bin derdixin derve. Sedema ku îro ev pêkanîn li her derê bi zelalî nayên dîtin tenê ew e ku hîna nekarîne hêza xwe bi temamî ava bikin. Ger ev hêz bi temamî ava bikira, ev zext dê pir berfirehtir bûna. Îro hemû beşên civakî yên li Sûriyeyê, di nav de Suryanî, Asûrî, Ermenî, Êzidî, Elewî û Durzî, ji vê rewşê pir nerehet in. Dixwazin di bin navê Şerîetê de welat bi rêve bibin. Lê Sûriye welatekî xwedî gelek nasname û gelek baweriyan e. Ev cihêrengî nayê înkarkirin û bi hişmendiyeke yekperest nayê rêvebirin. Mirov êdî newêrin nasnameya xwe bi eşkereyî bibêjin.
Sûriye di dîrokê de bi dewlemendî û cihêrengiya xwe tê naskirin. Lê yên îro hatine, berî ku pirsgirêkên giştî çareser bikin û lihevkirinekê di navbera pêkhateyên civakê de ava bikin, dest bi pêkanîna qanûnên ku desthilatdariya zilam-navendî xurt dikin kirin. Qanûnên ku îradeya jinê dişkînin derdixin; mafê jinê yê ku bibe kefîla zarokê xwe yê piçûk ji destê wê digirin. Îro zarokekî piçûk, temenê wî ji 18’an piçûktir be jî, dema bixwaze biçe cihekî îmzeya dayikê nayê qebûlkirin; îmzeya bav tê ferzkirin. Qanûnên bi vî rengî derxistin. Hîna nekarîne qanûneke berfireh derxin, lê jinê çi qas bê îrade û bêbandor bihêlin, wê dikin. Lê dema mijar dibe qanûnên ku dê Sûriyeyê demokratîk bikin, dibêjin “bila bisekine”. Ev nêzîkatî nîşan dide ku HTŞ kopiyeke partiya Baasê ye, lê bi têgihiştineke hîn rastgirtir û li paş serdemê tevdigere. Li şûna ku li gorî pêdiviyên demê, li gorî pêvajo û daxwazên şoreşê xwe biguherînin û pêş ve bibin, dixwazin Sûriyeyê ber bi paş ve bibin.
Hefteyên dawî, bi daxuyaniyên siyasî yên ku bi taybetî ji Tirkiyeyê tên re, hûn gefên leşkerî û êrîşên zêde dibin çawa dinirxînin? Ma hûn di navbera van daxuyaniyan û tevgera leşkerî ya di qadê de koordînasyoneke rasterast an nerasterast dibînin?
Rola Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê tê zanîn. Ji sala 2011’an û dema şoreş dest pê kir ve, Tirkiye rasterast tevlî qada Sûriyeyê bû. Komên ku xwe wek “mûxalefet” pênase dikirin xistin bin kontrola xwe û li ser navê wan destwerdanî Sûriyeyê kir. Ev destwerdan tenê bi qadên siyasî, aborî û dîplomatîk re sînordar neman. Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê di qadê de aktîf in û beşek ji erdnîgariya Sûriyeyê bi pratîkî di bin dagirkeriyê de ye. Dewleta Tirk gihîştiye astekê ku li Sûriyeyê guherînek pêk were tenê heke ew bibêje “erê” qebûl dike. Di esasê xwe de xwe wek qeyûmekî li ser Sûriyeyê bi cih kiriye û Sûriyeyê bi rêve dibe.
Erê, îro Şara û koma wî Şamê bi rêve dibin; lê nikarin gelek biryarên krîtîk bi rengekî serbixwe bigirin. Heya Tirkiye nebêje “vê bikin” nikarin gav biêvêjin. Tirkiye ji qada leşkerî heta binesaziya teknîkî di gelek mijaran de rasterast mudaxil e. Dibêje “Em ê leşker û subayên we perwerde bikin”. Pergalên înternet û telefonê xistiye bin kontrola xwe. Mekanîzmayên ewlehiyê kontrol dike, mudaxileyî aboriyê dike. Jixwe beşek ji erdnîgariyê di bin kontrola wê de ye. Tirkiye dixwaze Sûriyeyê veguherîne pergaleke ku berdewamiya wê be. Dema gelê Sûriyeyê hewl dide pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike jî, rê nade vê yekê. Mînak, Hakan Fîdan tevî ku ne wezîrê derve yê Sûriyeyê ye, li ser Sûriyeyê ji wezîrê derve yê Sûriyeyê bêtir daxuyaniyan dide. Dema mirov li daxuyaniyên wî yên rojane dinêre, heke ji bo rojeva navxweyî ya Tirkiyeyê daxuyaniyekê bide, ji bo Sûriyeyê du daxuyaniyan dide. Ev rewş asta destwerdanê bi zelalî nîşan dide.
Li aliyê din tê zanîn ku Tirkiye bixwe jî di nava pêvajoyekê de ye. Rêber Apo, li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêka di navbera Kurd û Tirkan de însiyatîfek nîşan da. Ev pêvajo heta astekê pêş ket. Dewleta Tirk jî bi navê xwe dibêje ku ew li hemberî vê pêvajoyê hestiyar e û dixwaze pêş bikeve. Lê li vir nakokiyeke cidî heye. Li aliyekî tê gotin “Ez amade me pirsgirêka Kurd bi Kurdan re çareser bikim”, li aliyê din li Sûriyeyê rê nayê dayîn ku pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Ger bi rastî çareseriya pirsgirêka li Bakur bihata xwestin, dê piştgirî bidana yekitiya ku Sûriyeyî hewl didin di navbera xwe de ava bikin, dê alîkariya lihevkirinê bikira û mudaxileyî xerabkirina van pêvajoyan nedikir. Lê îro dema ku hem li Bakur hem jî li Tirkiyeyê tê gotin “ez çareseriyê dixwazim”, bi destwerdana li Sûriyeyê rê li ber pêşketina vê çareseriyê tê girtin. Gelek caran dema di navbera me û Şamê de geşedanek pêk dihat, ji ber destwerdana Tirkiyeyê ev pêvajoyên hatin sekinandin
Dema ku gef û êrîşên zêde dibin û daxuyaniyên aktorên herêmî û navneteweyî li ber çavan werin girtin, Sûriye îro bi kîjan rîskên ewlehî û siyasî yên herî lezgîn re rû bi rû ye? Gelo îxtîmala belavbûna van rîskan li tevahiya welat heye?
Îro li Sûriyeyê gelek hêzên kurewî hene. Koalîsyona Navneteweyî ji zêdetirî 70 dewletan pêk tê. Rûsya, Îsraîl û Tirkiye di qadê de aktîf in. Li Sûriyeyê komên cuda hene û her yek ji wan bi hêzeke cuda ve girêdayî ye. Ev tablo nîşan dide ku tiştên li Sûriyeyê diqewimin ji geşedanên giştî yên li herêmê ne serbixwe ne.Li Îsraîl, Lubnan, Iraq û Erebistana Siûdî hin guherîn pêk tên. Şêwazên rêveberiyê, têkilî û îtîfaq ji nû ve teşe digirin. Hemû van guherînan bandorê li hev dikin û Sûriye jî rasterast ji van pêvajoyan bandor dibe. Îsraîl îro korîdoreke bazirganiyê ya kurewî armanc dike ku ji Hindistanê dest pê dike û di ser Erebistana Siûdî, Urdun, Îsraîl û Qibrisê re heta Ewropayê dirêj dibe. Dixwaze vê rêyê ewle û garantî bike. Ji bo temamkirina vê ewlehiyê jî diyar dike ku divê Sûriye û Lubnan bikevin bin kontrolê. Ji bo kontrolkirina Lubnanê jî dixwaze Hizbullahê kontrol bike. Li Sûriyeyê jî rejîm hilweşiya û rejîmeke nû tê avakirin. Yanî hêzên navneteweyî li berjewendiyên xwe dinêrin. Qonaxek maye; piştî vê qonaxê dê derbasî pêvajoya Qibrisê bibin. Temambûna xeta ku ji Îsraîlê heta Qibrisê dirêj dibe, dê di dosyaya Sûriyeyê de guherîneke girîng bîne. Piştî wê dosyaya Tirkiyeyê dê bikeve rojevê. Niha em tam di nava pêvajoyeke wiha de ne.
Di vê pêvajoyê de, li ser asta navneteweyî çi biryar were girtin bila were girtin; dema mijar dibe biryarên ji bo Qibris, Îsraîl, Misir, Urdun, Erebistana Siûdî, Tirkiye, Îran û Iraqê, an jî heta ji bo Yemenê, rewşa Sûriyeyê divê teqez were hesibandin. Ji ber vê yekê îro her guherînek li herêmê diqewime, rasterast bandorê li Sûriyeyê dike. Bi heman rengî bûyerên li Sûriyeyê jî dê li ser hemû van dosyayan bandoreke diyarker bike.
Tirkiye, li aliyekî balê dikişîne ser “çareserî” û “îstîkrarê”, li aliyê din gef û operasyonên xwe yên leşkerî berdewam dike. Enqere çi armanc dike? Dema ku mirov ji vê çarçoveyê dinêre, rastiya di qadê de çi îfade dike?
Hatina Hakan Fîdan a Şamê û armanca şandeya pê re zelal e: Mercên Tirkiyeyê li ser Şamê ferz bikin û plana xwe ya pêşerojê qebûl bikin. Peyama wan ev e: “Heke li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lihevkirinek pêk were, dê li gorî mercên me be.” Tirkiye mercên xwe datîne ber her kesî. Ji bo pêkanîna vê jî li ser Rêveberiya Xweser zexta leşkerî ava dike, bi rêya çapemeniyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi eşkereyî gefan lê dixwin. Bi zimanekî pir tehdîtkur diaxivin; hema bêje nîşanî komên çekdar ên di bin kontrola xwe de û yên girêdayî Şamê didin ku dê çawa gefan li me bixwin.
Her du alî jî van gefan bi rêbazên şerê taybet dimeşînin. Armanca wan ew e ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mercên wan qebûl bike. Ferzkirin ev e: Dibêjin an hûn ê pergala xwe tasfiye bikin an jî hûn ê tiştên me xwestine qebûl bikin. Tirkiye bi van gefan di heman demê de dixwaze Şamê jî hînî vê bike. Dixwaze bibêje “Bila em gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixwin, bila herêm mercên me qebûl bike”. Serdanên wan ên Şamê jî parçeyek ji vê plankirinê ne. Heta dê ji bo ku di navbera me û Şamê de lihevkirinek pêkneye, hemû hewldanan bidin. Divê mirov vê bi zelalî bibêje: Heke destwerdanek pêk were, ev destwerdan dê bibe parçeyek ji planeke ku li dijî berjewendiyên gelên Sûriyeyê û yekitiya gelên Sûriyeyê hatî amadekirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di vê atmosfera zexta leşkerî û siyasî de kîjan pêşniyarên çareseriyê yên şênber datîne ser masê? Modela ku Rêveberiya Xweser pêşkêş dike, ji bo pêşeroja Sûriyeyê û jiyana hevpar çi alternatîfê pêşkêş dike?
Projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2011’an ve di meriyetê de ye. Tişta ku em tînin ziman ne projeyeke teorîk e; di pratîkê de pêk hatiye, pergaleke sazbûyî ye. Bi taybetî piştî sala 2014’an me ev teorî veguherand pratîkê û heta îro jî me domand. Ev pergal nîşan dide: Civakek, bi rengekî nenavendî û bi îradeya xwe ya civakî çawa dikare xwe bi rêve bibe? Çawa dikare aborî, parastin, perwerde, tenduristî, rêxistinkirin û pîvanên xwe yên bingehîn diyar bike? Pergala ku em pêşkêş dikin tam vê nîşan dide. Ev pergal, pergala ku yekitiya Sûriyeyê peyda dike ye. Ji ber ku yekitiya Sûriyeyê bi du awayan dikare were peydakirin: Yekem; bi darê zorê, bi rêbazên leşkerî û îstîxbaratê hûn hewl didin gelan li cem hev bihêlin. Duyem; bi rêya qebûlkirina hevdu, piştgirî û yekitiya dilxwazî, hûn peyda dikin ku yekitî bi riza civakê bixwe pêk were.
Tişta ku îro tê xwestin were kirin çi ye? Bi bikaranîna hêz û zorê gotina “me yekitî peyda kir” e. Lê belê vê rêbazê parçekirineke hîn zêdetir xistiye nav civakê. Mînak di vê pêvajoyê de Elewî hatin derxistin. Rageşiya Elewî-Sûnî ya ku beriya hezar û çar sed salî hebû, ji nû ve hat vejandin. Mijara Misilman-Durzî ji nû ve hat rojevê; lê Durzî civakeke baweriyê ya cuda ne. Bi heman rengî cudahiya Misilman-Xiristiyan ji nû ve hat geşkirin. Suryanî, Asûrî û Ermenî bûn hedef. Di mijara neteweyî de jî li ser cudahiya Ereb-Kurd di navbera gelên Sûriyeyê de ji nû ve kaos hat afirandin. Ev nêzîkatî civakê nake yek, tam berevajî parçe dike.
Hûn her kesî bi zorê li cem hev kom bikin jî, civak ji hundir ve belav dibe. Birînên kevin ji nû ve vedibin. Komkujiya ku DAÎŞ’ê li Şingalê li dijî Êzidiyan pêk anî, mînaka herî zelal a vê ye. Bi gotina “Hûn ne Misilman in” jinên Êzidî kole kirin, kirin rewşeke ku li bazaran werin firotin. Rewşên wiha li herêmên Elewiyan jî qewimîn. Îsal li herêmên Elewiyan, bi navê hêzên Şamê bi hezaran jin hatin revandin û hîn jî aqûbeta wan nayê zanîn. Pêkanînên bi vî rengî parçekirinê kûr dikin. Di hawirdoreke wiha de ji gelê Elewî re gotina “Xwe wek parçeyekî yekitiya Sûriyeyê bibîne” ne pêkan e. Yekitî tenê bi piştgirî, wekhevî û rêzgirtina li hev dibe. Projeya neteweya demokratîk tam vê îfade dike. Neteweya demokratîk, jiyana hevpar a hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nava pergaleke demokratîk de esas digire. Ev pergaleke nenavendî ye. Her kes di gund, bajar û herêma xwe de xwe bi rêve dibe; nûnertiya îradeya xwe dike. Çareseriya ku em pêşkêş dikin, yekane alternatîf e ku dikare yekitiya rastîn a Sûriyeyê peyda bike.
Bi mehan piştî mutabaqata 10’ê Adarê, metna ku bi îmzeya Wezareta Parastinê ya hikûmeta Sûriyeyê hate weşandin û daxwaz dike ku Rêveberiya Xweser hemû rayeyên xwe radest bike hûn çawa dinirxînin? Ma ev belge nîşan dide ku mutabaqat bi pratîkî hatiye sekinandin?
Mutabaqata 10’ê Adarê, bi xetên giştî hatibû danîn û hêviyek dabû ku li ser vê mutabaqatê pêvajoyeke avakirinê dikare were meşandin. Ji heşt xalan pêk dihat û ev xal mijarên bingehîn ên paşeroja Sûriyeyê dihewandin. Wiha dihat gotin: Rejîm çû. Pêdivî bi avakirina Sûriyeyeke nû heye. Werin em makezagona vî welatî bi hev re çêbikin, parlamena wê bi hev re ava bikin, hilbijartinan pêk bînin. Em welatê xwe bi hev re plan bikin û bi hev re ava bikin. 60 sal in em di bin siya rejîmeke despotîk de jiyan, êdî diviyabû em vî karî hemû bi hev re bikin. Di vê çarçoveyê de, dihat diyarkirin ku em ê ji bo tevahiya Sûriyeyê pergaleke hevpar deynin û wek Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê bibin parçeyek ji vê. Yanî em ê ne ji Sûriyeyê cuda, lê bi wê re yekbûyî bin. Li gorî vê jî dihat armanc kirin ku entegrasyona demokratîk di pratîkê de were pêkanîn. Lê heta îro tu yek ji van xalan pêkneanîn. Her tim tenê vê dibêjin: “Gava dawî bavêjin.” Yanî bila QSD ji avahiya xwe ya heyî derkeve, xwe bi me ve girê bide. Dibêjin “Van hêzên ku hûn pê xwe diparêzin jî radestî me bikin”. Ji bilî vê tu gaveke şênber navêjin.
Em jî vê pirsê ji wan dikin: Nexwe we heta îro kîjan gav avêt ku em bi rihetî karibin garantiya xwe bigirin? Ma ev gel napirse “Garantiya min çi ye?” Dibêjin “Bila navendên fermandariyê û biryarê li Şamê bin”. Baş e, dema em vê qebûl bikin, heke destûr an jî qanûna bingehîn a vî welatî me neparêze, dê kî me biparêze? Yanî niha li vê welatî pergala hiqûqî ya ku me biparêze hîna nehatiye avakirin. Tevî vê yekê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: “Em dikarin hin tiştan qebûl bikin, em dikarin li ser hin mijaran gûftûgo bikin û em dikarin hin gavan bavêjin.” Lê di berdêla vê de me sozek, garantiyek xwest. Mixabin ew soz jî nehat dayîn. Gihîşt astekê ku tenê du roj piştî îmzekirina Peymana 10’ê Adarê, deklerasyona makezagonê hat ragihandin. Di vê deklerasyonê de, tam berevajî xalên di 10’ê Adarê de hatibûn îmzekirin hatin cih. Yanî îro tu îmze diavêjî û hin mijaran wek pîvanên bingehîn qebûl dikî, du roj şun da bi deklerasyonekê radigihînî ku tu wan red dikî.
Me dîsa jî ev mezin nekir û me got “Em vê di navbera xwe de çareser dikin”. Piştre li Şamê hevdîtinek hat kirin. Di vê hevdîtinê de, li ser mijara ku dê hêzên leşkerî çawa di nav Şamê de werin entegre kirin û dê bi kîjan rêbazê were kirin, lihevkirin pêk hat. Bi devkî hat qebûlkirin, lê ev lihevkirin nehat îmzekirin. Paşê ew kaxeza ku we behsa wê kir ji PYD’ê re nehat şandin lê em dizanin ku ji Fermandariya Giştî ya QSD’ê re hatî şandin. Niha hûn tiştekî îmze dikin lê li pişt nasekinin; li şûna wê kaxezeke din dişînin. Ev tê wateya “Êdî ez bi wê peymanê ve ne girêdayî me”. Ez jî ji Şamê dipirsim: Ma hûn peyamên siyasetê bi vî rengî naxwînin? Piştî ku bi şandeya me re li Şamê lihevkirin pêk hat, ev kaxeza nû ya ku we şand tê çi wateyê? Bi zelalî bibêjim: Heke rêz ji peymana ku îmze kirine re bigirtana û piştî wê bi devkî jî lihevkirinek nû pêk bihata, kaxezeke cuda nedişandin. Dema we kaxezeke cuda şand, ev tê wateya “Ez projeyeke cuda pêşniyar dikim”. Baş e, kes dernakeve napirse: Peymana berê çi bû?
Ev rewş tiştekî pir zelal nîşan dide: An ji sozên dane re bi cidî nêzîk nabin an jî bi siyaseta xapandinê dixwazin demê qezenc bikin û di vê demê de hêza xwe xurt bikin. Îxtîmaleke din jî ev e: Di rojên peyman hatî kirin de bi rastî dixwestin vê pêk bînin, lê piştre destwerdan çêbûn. Em vê îxtîmalê jî paşguh nakin. Dewleta Tirkiyeyê kaxezeke din ji wan re şand û nexwest ev pêvajo pêş bikeve; bi vî rengî pêvajo hat sabote kirin. Encama vê nêzîkatiya cudakar û navendparêz bi neçarî pevçûn, şer û nakokiyên kûr in. Li vir ez tenê behsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nakim. Ez behsa tevahiya Sûriyeyê dikim. Tu derkeve bibêje “Ez paytexta vî welatî me, nûnerê vî welatî me” û hemû pêkhateyên civakê nebîne, xwe wek yekane û esas qebûl bikî, dê du sal şunda çi bibe?
Nêzîkatiya Şamê, rîska rageşiyeke nû ya leşkerî an jî şerê navxweyî bi xwe re tîne?
Salên destpêkê gel çi digot? “Hinekî bisekinin, ev nû hatin. Hinekî sebir bikin. Dibe ku sibê gavekê bavêjin, dibe ku biguherin.” Ji ber vê yekê dem hat dayîn. Ji ber ku pirsgirêkên me ne yên rojekê yan salekê bûn, pirsgirêkên 60 salî bûn. Ji ber vê yekê hêviyek hebû. Lê gava gel bibîne ku ev ji berdewamiya rejîmê pê ve ne tiştekî din e, radibe ser piyan û serî hildide. Pirsgirêkên kîjan welatî bi gefan hatine çareserkirin? Kê, kengî dîtiye ku bi zorê li welatekî aştî peyda bûye? Di pêvajoya Bihara gelan de li Tûnis, Lîbya, Misir, Yemen û berê li Iraqê rejîman gef li gelên xwe dixwarin; encam çi bû? Ev rejim hemû hilweşiyan. Îro heman rêbaz ji nû ve tên ceribandin û heke ev nêzîkatî berdewam bike, rewşa li Sûriyeyê bi neçarî dê bibe sedema şerê navxweyî û pevçûnên mezintir.
Di metna hatî şandin de, daxwazek wiha heye ku QSD wek hêzeke girêdayî Şamê were pênasekirin. Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya leşkerî çi pêşniyar dike?
Beriya ku mijar were ser QSD’ê, divê Sûriye xwedî destûreke demokratîk be. Divê pergaleke ne-navendî were avakirin. Divê em soz, garantî û ewlehiyê bidin hevdu. Divê em li ser bingeha van pîvanan nêzî hev bibin. Tenê bi vî rengî mijarên leşkerî jî dikarin werin çareserkirin. Ev ê çawa bibe? Hêzên QSD’ê dibin hêzên parastinê yên vê herêmê, lê dikarin bi fermandariya giştî ya Sûriyeyê ve werin girêdan. Yanî mîna baskê rojhilat ê artêşa Sûriyeyê dikare were fikirîn. Dibe parçeyek ji artêşê lê fermandariya wê di destê wê de dimîne. Bi vî rengî bi Şamê re têkildar dibe. Kar û barên rojane û plankirin ji aliyê fermandariya wê bixwe ve tê meşandin. Yanî dibe hêzek ku herêmê diparêze û ewlehiya wê peyda dike lê ji navenda Şamê jî bi temamî qut nabe. Lê wekî ku em dibînin, niyeta wan ne wisa ye. Dixwazin her tişt bibe navendî.
Di dawiyê de, dema ku mirov li tabloya heyî dinêre, sala 2026’an ji bo Sûriyeyê nîşaneya kîjan serdemê ye?
Heke mîna sala borî îsal jî bi vê nêzîkatiyê berdewam bikin, Sûriye dê krîzên mezintir bijî. Heta niha gelê Sûriyeyê krîz derbas nekiribe, sedema wê xwesteka dayîna şansekê ye. Lê ev rewş heta her û her naçe; sînorê sebra gel jî heye. Li rojava, li başûr, li bakurê Sûriyeyê, li rojhilatê Sûriyeyê û heta li Şamê jî, her herêm xwedî avahî û taybetmendiyên xwe yên xweser e. Di sala 2026’an de divê ev bi eşkereyî werin dîtin. Bêyî windakirina demê divê nûnerên hemû pêkhate û herêmên Sûriyeyê werin cem hev û diyalogê ava bikin.
Li hemberî vê tabloyê peyameke we ya li ser yekitiya navbera Kurdan heye?
Mijara Kurd jî heye. Pirsgirêka Kurd dê li Sûriyeyê çawa were çareserkirin? Divê neyê fikirîn ku dema em her tim behsa pirsgirêka giştî ya Sûriyeyê û demokratîkbûnê dikin, pirsgirêka Kurd dê li derveyî rojevê bimîne. Na, pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê pirsgirêkek bingehîn e. Em çi dibêjin? Çareseriya pirsgirêka Kurd li kû pêk tê? Di Sûriyeyeke demokratîk de pêk tê. Dema Sûriyeyeke demokratîk were avakirin, pirsgirêka Kurd jî dê bi rêbazeke dadwer were çareserkirin. Ev jî bi diyalog û lihevkirinê dibe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me du şande ava kirin. Yek ji wan li ser navê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şandeyeke hem îdarî û hem jî leşkerî ye. Ya din jî şandeyeke ku bi taybetî ji bo meşandina diyalogê li ser pirsgirêka Kurd hatî avakirin e.
Heta niha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu hevdîtin nehatine kirin. Tevî ku me ji wan xwest, tu bersiv nedan me. Lê sala 2026’an divê bibe sala çareseriya pirsgirêka Kurd û sala avakirina Sûriyeyeke demokratîk. Pirsgirêka me pirsgirêkek dîrokî ye. Tîfaqa domdar a dijminên dagirker ên li ser Kurdistanê, li ser wê ye ku dê çawa Kurdan tune bikin. Di encama têkoşîna 50 salî de bi rastî gavên mezin hatine avêtin. Kurd ji rewşa înkarê derketine, gihîştine astekê ku hebûna wan li seranserê cîhanê tê qebûlkirin. Pirsgirêka Kurd êdî li ser asta navneteweyî tê naskirin. Li hemberî vê divê em Kurd jî girîngiyê bidin tîfaq û yekitiya xwe. Dibe ku nêrînên me cuda bin, hêzên me cuda bin, di gelek mijaran de çavdêriyên me li hev negrin; lê ev rewş nayê wê wateyê ku em hebûna xwe garanti nekin û pirsgirêkên xwe bi dagirkeran re çareser bikin. Ev jî rêya pêşxistina tîfaqa neteweyî ya Kurd e.

