Îro li sûka navçeya Derbendîxan ya parêzgeha Silêmaniyê meşek ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê û li dijî êrişên çeteyên Colanî û dewleta Tirk li ser Rojava hate lidarxistin.
Jin, kal û pîr, mamoste û karmend, rewşenbîr, rojnamevan û çalakvan beşdarî meşê bûn û bi berdewamî dirûşmeyên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qêriyan.

