Şêniyên Efrîn a dagirkirî ku koçî Şehbayê bûne û xelkê Şehbayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan.
Bi hezaran kes li Til Rifetê li hev kom bûn û bi wêneyên 4 kesên ku di êrişa dewleta Tirk de li Til Rifetê şehîd bûn, meşiyan.
Meşê ji navçeya Fafînê destpê kir, heta dibistana ajotinê dewam kir.
Şêniyên kampa Berxwedanê, Fafînê, Babinisê, Til Şeir û gundewarên navçeya Fafînê beşdar bûn.
Di meşê de êriş hate şermezarkirin û biryardariya berxwedana li dijî êriş û dagirkeriyê hate nîşandan.