Ji 8’ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bendava Tişrînê berxwedana nobedariya parastina bendavê berdewam dikin.
Îro jî bi sedan şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Birakê yên kantona Cizîrê ji bo tevlêbûna çalakiya nobedariyê ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ketin.
Li bajarê Til Temirê bi dehan pêkhateyên bajêr ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan û bi dehan şêniyên bajarê Dirbêsiyê jî ji ber avahiya Navenda Çand û Hunerê ya bajêr ketin rê. Her wiha bi dehan şêniyên Til Birakê jî ji ber navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajêr ketin rê.
Şênî ber bi Çerxerêya Panorama ya bajarê Hesekê ve ku cihê kombûnê ye, ketin rê û bi sedan welatiyên bajarê Hesekê jî tev li wan bûn.
Bi dirûşmên ku berxwedana li bandava Tişrînê silav dikin, karwanê maşînan ber bi bendavê ve bi rê ket.
Ji 8’ê Kanûna 2024’an ve dewleta Tirk a dagirker êrişî bendava Tişrînê û pira Qerqozaxê dike. Li dijî êrişan Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin li ber xwe didin.