Şêniyên Kantona Firatê yê di meşa ji bo piştgiriya berxwedaniya Helebê de, ji ANF’ê re axivîn û gotin, cîhan bi giştî bêdenge divê êdî xwedî li Helebê derbikevin.
Şêniyê bi navê Ehmed Reşo wiha axivî: “Em berxwedaniya rûmetê silav dikin. Berxewdaniyeke bê hempa ev bû çend roj ku li herdû taxan di asta herî jor de tê kirin. Em berxwedaniya wan silav dikin, em dibêjin em hemû gel ji zarok heta mezin em li pey we ne. Em weke gel vê bêdengiya navneteweyî şermezar dikin. Zarok jin û extiyar tên qetilkirin, lê her kesî xwe bêdeng kiriye. Nexweşxane tên topbarankirin, em bang li kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin dikin, divê êdî xwedî li vê yekê derbikevin, divê demildest hemû awayî bi Şêxmeqsûd re bibin yek. Em bang li çar parçeyên Kurdistanê dikin ku rabin ser piyan.”
‘EM SÎNORAN NAS NAKIN’
Ciwana bi navê Bêrîtan Têkoşer dibêje weke ciwan ew amade ne ku xwedî li gelê xwe yê li Helebê derbikevin û wiha got: “Em weke ciwan amade ne ku berê xwe bidin herdu taxên berxwedaniyê, em ê bi moral herin wir berxwedaniya xwe gurtir bikin. Em sînoran nas nakin, em ê ji bo Şêxmeqsûdê sînoran bişkînin û weke lehiyekê ber bi Şêxmeqsûdê ve herin.”
‘EGER YEK JÎ JI ME MABE EM Ê BI SER BIKEVIN’
Rohilat Palas jî destnîşan kir ku ew ji bo gelê Şêxmeqsûd seferber in û got: “Asayîşa me li wir parastina gel û axa xwe dike, em wan êrîşan şermezar dikin, eger yek jî ji me mabe me li pişt gelê xwe ne. Em gavan paş ve navêjin, em her serkeftî ne. Bijî berxwedaniya Asayîşê û bijî berxwedaniya gelê me.”






